1. Rewşa Zimanê Kurdî
Gelê Kurd, bi dirêjiya dîroka xwe, ji bo jiyan, serxwebûn, nasname û hebûna xwe liber xwe daye û hêj di wê kêferatê de berdewam e û ketiye warekî, ku bi hemû erk û belgeyan mafên xwe yên yasayî, mirovî û neteweyî bisepîne, di nav de jî xebata di ber ziman de, ku ew yek ji bereyên wê berxwedanê ye û ne tenê ji aliyê dijminên gelê Kurd ve, ew ziman hatiye binpêkirin, lê belê bi awayekî berfireh û berbiçav, ji aliyê xwediyê xwe ve jî, hatiye perawîzkirin û piştguhxistin. Êdî rewşa vê berxwadanê çawa ye, ku Zimanê Kurdî tê de ye û çawa dikare serkeftinê di vî warî de bidest bixe?
Bi sedên salan serdestên desthilatdar ên li ser jiyana gelê Kurd, rê nedane Zimanê Kurdî ku pêşxistinê bibîne, ango rê pê nehatiye dan ku geşbûn û dewlemendiyê bibîne, herwiha di nav xwe de jî, xebata ku gelê Kurd, di vî warî de kiriye, ji ber gelek hokar û sedeman, ne li gorî pêwîst û daxwazê bû, tevî ku di vê serdemê de, hinek gav hatine avêtin, lê negihiştine asta ku ev ziman cihê xwe di platformên cîhanî û navdewletî de bibîne û bi berfirehî bibe zimanê sereke yê dahênan, lêkolîn, zanist, perwerde û nivîsîna gelê Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporayê jî.
Hinek zimanzanan, ziman weke dara biber pesin daye, wiha jî dîtine ku eger guhdan bi wê darê nebe û ew dar neyê geşkirin, pêşxistin û parastin, êdî metirsiya hişkbûn, zuhabûn û nexweşiyê li ser peyda dibe. Ne tenê koka darê, lê belê reh, şax, çiql û pelên wê jî, pêwîst dikin ku cihê guhdanê bin. Bi wê parastin û guhdanê, ew dar hebûn, jiyan û nasnameya xwe jî, jidest nade, hevdem ew dar dîrok û fîlosofiya xwe jî bi xwe re hildigire.
Di vê çarçoveyê de, bi egera ku Zimanê Kurdî bê jinavbirin û tunekirin, êdî kultûreke dewlemend ji berhemên astbilind ên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqeyê Teyran, Macin, Nalî û Mehwî û yên din wê bêne windakirin.
Zimanê Kurdî ne tenê amêreke hevtêgihiştinê ye, lê belê gencîneyeke tijî zanyarî, zanîn, kultûr û nerînên gelê Kurd e, derbarê hebûn, jiyan, şaristanî, civak, dîrok û pêvajoya dem û gerdûnê. Ango ziman hilgirê fîlosofiya gelê Kurd e û yek ji amêrên berxwedan û kêferata wî ye ji bo jiyan û hebûnê.
2. Metirsiyên li ser Zimanê Kurdî
Pêşxistina Zimanê Kurdî, weke hemû warên din ên jiyana gelê Kurd û civaka Kurdî, bi diruşm û siloganan, ti encameke erênî nedaye û nade, lewma pêwîstî bi gavên kirdarî heye, ku ew jî girêdayî ast û awayên bikaranîna wî zimanî ye.
Şikestina di warê pêşxistin û geşkirina Zimanê Kurdî de, vedigere gelek rehendan, li ser asta civakî, hizrî, siyasî, ewlehî, derûnî, abûrî, neteweyî, navxweyî û cîhanî, ku ew hemû rehend, bandorên nerênî yên mezin li ser çarenivîsa gelê Kurd dirust dikin.
Di vî warî de, ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî, pêwîst e gef û metirsiyên li ser vî zimanî bêne rakirin, ew gef û metirsî li ser sê terwereyan têne dabeşkirin:
2/1. Tewereyê navxwe: Ew jî bi bereya navxwe tê naskirin, ku di cudabûna navbera şêwezaran û şaxên şêwezaran de, diyar e, bi awayekî ku heta niha li gorî pêwîst şêwezarên Kurdî sûdeke mezin û berfireh ji hev nedîtiye, bi wateya ku hebûna wan şêwezaran bibe dewlemendî ji Zimanê Kurdî re, li şûna ku bibe sedema cudabûn û hevtênegihiştinê.
2/2. Tewereyê ragihandinê: Ew jî amêrên ragihandinê û medyaya civakî, di nav de jî, rêklam û pankartan li xwe digire, ku li ser bereyekî berfireh bandora wan heye, lê bi qasî ku ew bandor nerênî ye, ne erênî ye, ji ber ku heta niha, bi piranî, Zimanê Kurdî, li ser asta ragihandinê, tûşî wêranî û têkdanê dibe û bi piranî jî, zimanekî şikestî û nesaz nîşan dide, êdî li şûna ku Kurmancî be, dibe Erebmancî yan Tirkmancî.
2/3. Tewereyê derekî: Ew jî girêdayî desthilatên serdest ên Tirk, Faris û Ereban, ku hewlên wan di tunekirin û pijavtina Zimanê Kurdî de, berdewam in û herdu tewereyên yekem û duyem ên bûrî jî, bi wan re dibine alîkar.
3. Kêmguhdana bi Zimanê Kurdî
Kêmguhdan bi pêşxistin, dewlemendkirin, bikaranîn, vejandin û geşkirina Zimanê Kurdî û perawîzkirina wî li ser asta takekesî, civakî, perwerdeyî, siyasî, abûrî, bazirganî, pîşesazî, medyayî, navxweyî, herêmî û cîhanî, vedigere gelek sedeman, ji wan jî:
3/1. Guhdana bi zimanên biyanî bêhtir ji guhdana bi Zimanê Kurdî, di xwendin, nivîsandin, dahênan, rêxistin û dezgehan de, bi taybetî zimanên Erebî, Tirkî û Farisî, ku ji bo Zimanê Kurdî ew dibine hokarên pijavtin, têkdan, jinavbirin û tunekirinê, di demekê de, ku li şûna Zimanê Kurdî, êdî ew ziman geştir û xurtir dibin. Herwiha şanaziya dezgehên ragihandina Kurdî bi bikaranîna peyv û şêwazên dariştin û derbirrînê yên zimanên biyanî, bi taybetî yên desthilatên serdestî Kurd û Kurdistanê, weke mînak, bi behaneya hêsankirina zimanê ragihandinê, êdî berê xwe didine bikaranîna peyv, şêwaz, dariştin û derbirrînên bi zimanên Erebî, Tirkî û Farisî li şûna yên Kurdî, ku pêwîst e di ragihandinê de cih bigirin û xelkê li ser perwerde bikin. Tew gelek dezgehên ragihandinê, bikaranîna peyv û şêwazên biyanî li şûna yên Kurdî, weke serkeftin, pêşketin, şaristanî, bajarvanî, taybetmendî û serbilindî dibînin, di heman demê de, bikaranîna peyvên Kurdî yên resen weke kêmasî û şermezariyekê dibînin, û li hinek deveran jî, pabendiya bi Zimanê Kurdî yê resen dibe cihê tinaz û henekpêkirinê jî, bi behaneya ku zimanê resen û xwerû peyama ragihandinê têk dide, ew jî behaneyeke têkder û ziyandar e.
3/2. Bikaranîna lawaz û şaş ji Zimanê Kurdî re, li xwendingeh, dibistan, peymangeh û zanîngehan, herwiha li ser rûpelên tora medyaya civakî û di ragihandinê de.
3/3. Piştguhxistina pispor û şarezayên zimanzan û rêgirîkirin li pêş erkên wan, di warên pêşxistin, geşkirin û dewlemendkirina Zimanê Kurdî de, bi awayekî azad û zanistî, li xwendingeh, dibistan, peymangeh, zanîngeh û dezgehên ragihandinê.
3/4. Bêbawerî bi Zimanê Kurdî, ku weke amêreke berxwedan û bercestekirina kesayetî û nasnameya gel û mirovê Kurd e, li hember pîlan, ajanda û siyasetên li dijî gelê Kurd û Zimanê Kurdî têne birêvebirin.
3/5. Jibîrkirina rola Zimanê Kurdî di dirustkirina serkeftin û hevterazûya derûnî û hizrî li cem mirovê Kurd, li beramber aloziya hemû warên jiyanê û krîzên ku mirovê Kurd xistiye jêr dorpêçên tund û dijwar, ku yek ji wan dorpêça li ser çand û ziman e.
3/6. Têkdan û piştguhxistina rola Zimanê Kurdî, di warê rûbirûbûn û berengrabûna astengiyên li ber derbirrînên hizrî, li beramber sitem û pirsgirêkên ku hevterîpî proseyên siyasî, leşkerî, ewlehî û abûrî, li dijî gelê Kurd, têne birêvebirin.
3/7. Zimanê Kurdî hêj neketiye warê sûda abûrî û darayî, ku ev yek jî dibe sedema dûrketina gelek kesan jê, û guhdana bi zimanên din, ku deriyên karên cudacuda li ber wan vedikin.
3/8. Kêmguhdana berbiçav, bi xwendina berhem, lêkolîn û pirtûkên Kurdî bi giştî, hevdem ligel guhdaneke bêhtir bi berhem û pirtûkên zimanên din.
3/9. Kêmbûn û lawazbûna wergera ji zimanên cîhanî ji bo Zimanê Kurdî, herwiha kêmbûna wergera berheman ji şêwezarekî bo şêwezarekî din.
3/10. Astengiyên cyografî, civakî û abûrî, di navbera şêwezarên Zimanê Kurdî de û zehmetiyên hevtêgihiştinê û lawaziya rola ragihandinê û materyalên perwerde û xwendinê, di vî warî de.
3/11. Guhdana bi milmilaniyên siyasî, bêhtir e ji guhdana bi çareserkirina pirsgirêk, zehmetî û pêdiviyên zimanî, ku dibe bi çareserkirina wan milmilaniyan re, alîkar bin.
4. Dewlemendkirina Zimanê Kurdî
Ji bo pêşxistin, parastin û dewlemendkirina Zimanê Kurdî, dibe ku hinek pêşniyar û rasparde di çend xalan de bêne rêzbendkirin, ji wan jî:
4/1. Geşkirin, pêşxistin, dewlemendkirin û bihêzkirina pirtûkxaneya Kurdî, bi berhemên wêjeyî (Helbest, çîrok, roman, şano, rexne, pexşan…), herwiha bi berhemên zanistî, dîrokî, civakî û lêkolînên corbicor.
4/2. Pêşxistina ragihandina Kurdî, bi taybetî di warê bikaranîna baş de, ji Zimanê Kurdî re, di hemû amêrên ragihandinê de, ji televizyon, radyo, rojname û malperan, bi awayekî ku pêwendî û danûstandin di navbera şêwezarên Kurdî de peyda bibe, û ew amêr bibine platformên têkilî û hevtêgihiştinê di navbera wan şêwezaran de. Wiha jî arastekirina sîstematîk ji bo bikaranîna baş ji tora medyaya civakî re (Facebook, You Tube, Twitter, Instagram), bi awayekî ku sûdê bigihîne Zimanê Kurdî û wî dewlemend bike.
4/3. Dirustkirina ferhengên corbicor ên yekziman, duziman û pirziman, herwiha ferhengên pispor û taybetmend bi mijaran, di hemû warên wêjeyî, zanistî û hunerî de. Li kêlekê jî dirustkirina ferhengên têrm û zaraveyan, ligel ensîkolpedyayên berfireh û ferhengên wêneyan û yên şêwezarên Zimanê Kurdî û etlesên ziman û şêwezaran. Ji bo vê yekê jî, pêwîstî bi erkdarkirina komîteyên şareza û pispor heye, wiha jî pêwîstî bi terxankirina budceyeke darayî ji bo cîbicîkirina van karan heye.
4/4. Guhdana bi wergerê, di asteke bilind, akadîmî, sîstematîk û plankirî de, ji zimanên din ji bo Zimanê Kurdî, ligel wergera di navbera şêwezaran de jî.
4/5. Pêşxistina materyalên perwerde û xwendinê, di hemû ast, pol û qonaxan de, bi rêya damezrandin, piştgirî û alîkariya dezgeh, deste û komîteyên şareza û pispor.
4/6. Handana bi xwendin û nivîsandina bi Zimanê Kurdî, herwiha guhdan bi pirtûkên Kurdî û çapkirin, weşan û belavkirina wan. Di nav de jî guhdana zanistî bi Zimanê Kurdî û şêwezarên wî, bi rêya lêkolînên zimanzanîn, rêziman, rênivîs, dengzanîn û hemû astên pêwendîdar bi Zimanê Kurdî.
4/7. Arastekirina ber bi bicihkirin û bikaranîna Zimanê Kurdî di bazar, bazirganî, kolan, dibistan, civîn, tevger, belavok, arme, werziş û lîstikan de. Herwiha pêşxistina Zimanê Kurdî di asta devkî, axaftin û nivîsandinê de.
4/8. Guhdana bi çand, huner, stran, folklor, pend, gotinên pêşiyan, film, belgefilm, rêzefilm û şanoyê bi Zimanê Kurdî.
4/9. Girêdana Zimanê Kurdî bi derfetên kar ve, bi taybetî peydakirina derfetên kar li ber kesên şareza bi Zimanê Kurdî, bi awayekî ku sûda darayî û abûrî jî, jê hebe.
4/10. Pakirina Zimanê Kurdî ji peyvên biyanî yên ku li şûna peyvên Kurdî yên resen girtine, her di vî warî de dibe her şêwezarek sûdê ji şêwezarên din bibîne, ji bo dagirtina valahiyên zimanî û ferhengî, ku peyda dibin, bi wateya ku eger gelekî pêwîst be, ya baştir ew e ku ew valahî, bi peyvên şêwezarekî Kurdî bêne dagirtin, yan jî bi peyvên zimanên din ên ne serdest li ser Kurd û Kurdistanê, ku di hewla pijavtina Zimanê Kurdî de berdewam in, bi taybetî zimanên Erebî, Farisî û Tirkî. Lê eger peyva pêwîst di şêwezaran de nebe, ya baştir ji zimanên cîhanî yên Ingilîzî, Fransî û yên din bê wergirtin.
4/11. Kar di ber azadkirin, geşkirin û danpêdana bi Zimanê Kurdî, li ser asta navxweyî, herêmî û cîhanî.
4/12. Naskirina taybetmendî û ciyawaziya Zimanê Kurdî ji zimanên din, weke mînak, di diyardeya ergatîviyê de, ku tê de lêkera gerguhêz di dema bûrî de, li gorî bireserê tê kêşan û kirdar tê tewandin û bireser nayê tewandin, herwiha cînavên kirdariyê cihê bireser digirin û cînavên bireseriyê cihê kirdar digirin. Ev diyardeya ku di zimanên naskirî de peyda nabe. Weke mînak: (Narînê pirtûk xwendin) diyar e ku kirdar (Narînê) yek e, lê lêker li gorî bireserê, ew jî (pirtûk) e, hatiye kêşan, û bi rêya lêkerê mêjera bireserê hatiye naskirin, ku pirjimar e. Ev yek jî tê wê wateyê, ku pêwîst e guhdana bi zîrekî, dahênan û xurtiya Zimanê Kurdî, bê dan, ku ji zimanên din ne kêmtir, qelstir û lawaztir e, eger kar jê re bê kirin.
5. Encam
Bi pêşxistin, dewlemendkirin û geşkirina Zimanê Kurdî, taybetmendî û kesayetiya mirovê Kurd bihêztir û geştir dibe. Ji ber ku di çarçoveya fîlosofiya ziman de, Kurdan hêma, sembol û nerînên xwe nîşan dan û hizr û fîlosofiya Zimanê Kurdî ava kirin.
Zimanê Kurdî, li kêleka ku gencîneyeke dewlemend e, ew amêreke civakî û rewşenbîrî ye jî. Hevdem ligel hewlên pijavtina gelê Kurd, hewlên pijavtin û nehiştina Zimanê Kurdî jî dihatin kirin û berdewam in, lewma pêwîstiya gelê Kurd bi wê yekê heye, ku çawa li ser asta siyasî û abûrî kar û xebatê dike, pêwîst e, li ser asta Zimanê Kurdî jî, bi heman awayî, kar û xebatê bike û ziman nebe qurbanî di nav milmilaniyên navxwe û derekî de, ku bandoreke nerênî ya mezin li ser hebûn û paşeroja gelê Kurd dikin.