Share |

di 27 saliya koçkirna Hunemend Mihemed Şêxo li ser gora wî hat bi bîranîn

 

Hunermendê gorbihuşt Mihemed Şêxo ku roja 9'ê adara 1989'an wefat kiribû di rojava wefata wî de meşeke ji bo bîranîna wî tê lidarxistin.

Roja 9'ê (roja çarşemê) mehê dê saet 11:00'an de li  pêşiya tomargeha Felek ya li ser riya Amûdê nivîskar, hunermend, helbestvan û hezkiriyên Mihemed Şêxo bêne ba hev û ji wir heta ser gora wî ya li Hîlêlîkê bimeşin. Meş û bîranîn ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve tê organîzekirin. Piştî bigihîjin goristanê dê gurzek gulan deynin ser gora Şêxo û li ser wî hin axaftin bêne kirin. HRRK'ê ji bo beşdariyê bang li her kesî kir.