Share |

Di 30 Saliya Koçkirina Seydayê Cegerxwîn de...Konê Reş

Tevî rewşa me kurdên Rojava a aloz, diltezîn û dijwar, me çend nivîskarên kurd; Derwêş Xalib, Deham Hesen û ez, yên em pêwendîdarbûn bi Seydayê Cegerxwîn re li bajarê Qamişlo, berî çûna wî a Swêd, me ji erkê xwe dît ku em nehêlin roja koçkirina Seydayê Cegerxwîn derbas bibe bêyî ku em wî bibîr bînin.

Vêca me biryar standiye, ji bil ku em serdana gora wî bikin, em di roja 22.10.2014an de jî li Hola Mîr Celadet Bedirxan panalekê li dor bîranînên xwe bi seydayê Cegerxwîn re bînin ziman û ronahiyê berdin ser helbest û xebatên wî yên din, nemaze giringiya nivîsên wê di parastina zimanê kurdî û standardkirina zimanê Kurmancî, di nav kurmancîaxêfan de..

 

  Cegerxwînê dest zêrîn.. Cegerxwînê ku bi sedan şagirt bi saya afirandinên wî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî bûn.. Cegerxwînê ku 60 salî, xebat û bizav bi berdewamî di ber zimanê Kurdî de kir.. 60 salî di pêvajoyeke pîroz de liviya û xwe jê ne da alî.. Bi saya gel ew çêbû û bi saya wî şagirt çêbûn, di navbera vê hûnandinê de zimanê Kurdî pêşket û afiriandinê cihê xwe di nav berhemê me de dît...

  Erê, Cegerxwîn mîna semyanekî sembolîye ji ferheng û wejeya gelê Kurd re, ji mafê her zimanhez û kurdparêzekî ye ku, xwe bi navê wî paye û berz bike, di nav gelên cîhanê de.

Ji xwendina li ser kêla gora  Seydayê Cegerxwîn li bajarê Qamişlo:

 

Meyger tu binê, ez li dinê her wekî fîl im

Şûva ko me ajotiye, tovê xwe biçênin

 

Xêzên me nivîsîne, bi xwe ayetê kurd in

Dê pişt me re, ew di civatan de bixwênin

 

Doza ko me kir ew bi xwe, Mûsa ne gihiştî

Kurdên me dizanin, bi xwe rêça me bibênin

 

Ger ez bimrim, axa cebana me bixwî tev

Mizgîn ji welat, bo me di gorê de bişênin

 

Ma qey tu nizanî, ji kulan bûme Cegerxwîn

Dermanê me ye serxwebiwîn, bo me werênin.

 

Cegerxwîn

 

 

Qamişlo, 21.10.2014