Nivîskar û rewşenbîrekî Kurd î resen bû. Navê wî Ebdulrezaqê Eliyê Îsayê Osê ye. Roja 10.10.1950 li gundê Dekşûrî, herêma Qamişlo, hatiye jiyanê. Xwendina xwe, ya seretayî li gundê Tenûrî/ gundê sînordaşê Dekşûrî/ kuta kiriye. Ya navendî û lîse jî li bajarê Qamişlo bi dest xistiye. Bi navên: Aro; Rezo; Stêr; Azad; Pirs; Ebdulrezaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye, wilo jî di malperan de, ji wan: Stêr; Armanc; Dugir; Pirs; Metîn; Dengê Azadî; Zanîn.. Ji havîna sala 1970 de dest bi nivîsandinê kiriye. Gelek gotar û lêkolîn belav kirine. Wilo jî, helbest, keveşop û nûjen, nivîsiye, şano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriye, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zarokan dane hev û pênc pirtûk bi navê Dîk-Dîko; Libhinarê; Bavê Hepûn; Şengê û Pengê; Finda Şemal çap kirine. Wî bi Kurdî nivîsîne û Dr. M. Nejarî guhertine zimanê Erebî û bi hev re di bin navê danehev û pêşkêşkirina herdu navan hatine çapkirin.
Rezo! Stûnek bingehîn bû ji rewşenbîriya Kurdî re li Rojava.. Bi saya wî rojnamegeriya Kurdî derbasî qunaxek nû bû. Dema ku wî û hevalê xwe Zagrosê Haco di sala 1983 an de kovara Stêr bi rengekî nûjentir ji kovarên mayî wek Gulistan û Gelawêj çap û belav kirin..
Rezo hezkerekî folklorê Kurdî bû.. Ew mîna şêxê rewşenbîrên Kurdan bû li Qamişlo û di nav tevayî nivîskarên Binxetê de wek şêxê rewşenbîrên Kurdan dihat naskirin. Civîna rewşenbîrî ku ew ne di nav de ba, ew civîn seqet û ne cihê baweriyê dihat dîtin..
Her dem şagirtên wî hebûn, ew fêrî zimanê kurdî dikirin û gelek caran di buroya xwe de jî ew fêr dikirin.. Wek ku li berhemên dost û hevalên xwe guhdar û miqatebû, wiha li berhemên xwe ne miqatebû. Ew mîna sembolekê bû ji zimanê kurdî re.
Erê, Qamişlo evîndarekî zimanê Kurdî winda kir, belê bi saya keda wî û ew korsên ku wî ji şagirtan re vedikirin, roja îro bi hebûna wan şagirtan, ez bawerim wê dîmenên rewşenbîriya Kurdî li Binxetê xweş û geş bimîne.
Bela koçkirina wî ji rewşenbîrên Kurdan re mîna likumandina hespê be. Hêviyên me bi xortên me yên nûhatî mezin e, hêviyên me bi evîndarên zimanê me mezin e û em xweş bawerin ku, ew xwe ji şop û rêbaza rehmetiyê Rezo nedin alî. Û wiha ez bawerim wê dîmenên rewşenbîriya kurdî a resen bê parastin û geş bimîne.
Konê Reş
Qamişlo, 04/03/2015