Share |

Di hîndekariyê de grîngiya zimanê zikmakî… Hesen Huseyîn Denîz

Di encama hewildanên hîndekariya kurdî ya li welatê Swîsre de, di dawiya

sala 2013an de, hîndekariya bi zimanê kurdî, li kantona Zûrichê bi

awayekî fermî hat pejirandin.  Grîngiya vê fermîbûnê çi ye, ji

Kurdên li derveyî welêt dijîn re erêniyeke çawa tîne, zarokên Kurd

wê sûdeke çawa karibin jê bigrin û di sazûmana hîndekariya Swîsre de

grîngiya zimanê zikmakî çawa tê bidestgirtin hêjayî nirxandinê ye.

Li welatê me Kurdistanê bi salan e hîndekariya bi zimanê zikmakî hatibû

qedexekirin. Li Bakurê Kurdistanê bi tirkî, li Başûr bi Erebî (qismen

soranî-li aliyê Silêmaniye), li Rojhilat bi Farisî û li Rojava bi Erebî

(piştî şoreşê ev salek e bi kurdî) perwerde û hîndekarî dihat

dîtin. Ji bo vê zarokên kurdan ji zimanê dayika xwe zêdetir, zimanê

biyaniyan dizanîn û bikar dianîn. Ji bo vê jî zarokên Kurdan di

hîndekarî û perwerdekariyê de di asteke qels de diman.

Li welatên Ewropa, bi awayekî zanyarî-ilmî, li gorî encama lêkolîn û

tecrubeyên perwerde û hîndekariyê, derketiye holê ku zarokekî bi

zimanê dayika xwe baş zanibe, dikare zimanên din jî baştir têbigihêje.

Zarokên bi zimanekî biyanî mezin dibin, ji ber ku wî zimanî bi tevahî

tênagihêjin, pişt re dema li dibistanê dixwazin xwe li pêş bixin

zehmetiyan dikişînin. Lê yekî ku zimanê dayika xwe baş fêr bûbe,

çêtir dikare di perwerdehiyê de xwe li pêş bixe. Bi vê armancê li

welatên Ewropa û bi taybetî li Swîsre, û mijara nivîsa me, li Kantona

Zurichê grîngiyeke mezin didin ser hînbûn û bikaranîna zimanê dayikê.

Mamosteyên Swîsreyî her serê demekê bi malbatên xwendekaran re civînan

li dar dixin û ji wana re dibêjin ku bila bi zarokên xwe re bi zimanê

dayikê biaxivin û ger fêrgehên zimanê zikmakî hebin, bila zarokê xwe

bişîninê. Ev yek ne tenê ji bo fêrbûna zimanekî din, ji bo

tenduristiya ruhî-giyanî, ji bo serkevtina di jiyana kar û pîşeyî de jî grîng e.

Ji bo ev mijar baş were têgihiştin pêwîstî bi vegotin û danasîna

sazûmana perwerdehî ango hîndekariya Swîsre heye.

Li Swîsre zarok hîn ji 3-4 salî ve dest bi perwerdehiyê dikin. Her sê

salên destpêkê wekî „Hêlîna Zarokan-Bexçeyê zarokan“ tê

binavkirin û şandin an neşandina zarokan serbest e, lê kanton destekê

dide malbatan û pêşî li ber wana vedike ku zarokên xwe bişînin van

deran û pirahiya malbatan jî dişînin. Zarok li hêlîna zarokan bi rêka

lîstik, wêne, çîrok, helbest, muzîk û hwd. fêrî ziman û jiyanê

dibin. Di van her sê salan de ji dayik û bavê zarokan re dibêjin ku li

malê bila zarok bi zimanê zikmakî bidin û bistînin. Bila dayik û bav

berya raketinê ango di demên vala de ji wana re çîrokên bi zimanê

zikmakî bixwînin. Ger hebe, bişînin hêlînên zarokan ên bi zimanê

zikmakî û dixwazin zarok zimanê dayika xwe li kêleka zimanê almanî baş

bigrin. Dibêjin ger zarokek li malê bi zimanê dayika xwe biaxive û were

dibistanê bi zimanê almanî biaxive ev yek nabe nakokî, berûvajî wê

dewlemendiyekê bide zarok û serê wî-wê baştir kar bike.

Di nava zagonên xwe yên hîndekariyê de Swîsreyî vê xalê wekî

HSK(Heimatliche Sprache und Kultur-Zimanê Zikmakî û çanda Welêt) bi nav

dikin. Ji bo meşandina hîndekariya bi zimanê zikmakî ev saziya bi navê

HSKê çêkirine û bi rêka perwerdeya pedagojîk a mamosteyanên, bi rêka

civînên bi malbat û mamosteyan re,  bi rêka destekdana manewî,

brokratîkî û cihê fêrgehan û her wekî din alîkariya li pêşxistinê dikin.

Di naveroka vê saziya HSKê de ji bo xala zimanê zikmakî wiha tê nivîsîn:

 

„Agahdariyên ji bo malbatan:

 

Gelek mirov îroj di nava danûsitendineke pir-çandî de dijîn. Ev yek

qasî jiyana taybetî di jiyana rojane ya kar û xebatê de jî wiha ye.

Destekdana pirzimanî û ya danûsitendina navbera çandan, ji ber vê yekê

girêdayî erkên grîng ên li dibistanê ne. Ev armanc bi hîndekariya

ziman û çanda zikmakî ya ji aliyê serkariya perwerdehiyê tê destekdan

ve jî tê şopandin. Li kantona Zurichê niha nêzî deh hezar zarok û

ciwan, vê derfetê (derfeta hîndekariya bi zimanê zikmakî) bikar tînin.

 

Hîndekariya HSK çi ye?

 

Li kêleka hîndekariya li dibistana seretayî ya gelek zimanên ne-elmanî

ne; ji pêşniyara hîndekariya ziman û çanda zikmakî (HSK) pêk tê. Di

hundirê vê hîndekariyê de, zarok û ciwanên xwediyê du zimanan,

jêhatiniyên ji zimanê dayikê (zimanê zikmakî) tên, pêş de dibin.

Derveyî vê yekê, di derbarê çanda welatê xwe de (mînak: li ser dîrok,

erdnîgarî, wêje û kevneşopî) dibin xwedî agahî.

 

Fêdeyên hîndekariya HSKê

- Zarok û ciwan jêhatiniyên xwe yên zimanê zikmakî, bi rêka xwendin û

nivîsandinê ji aliyê têgihiştin û axivtinê ve xurt û kûrtir dikin.

- Yeke/yekî zimanê zikmakî baş zanibe, wekî zimanê duwemîn almanî û

zimanên din ên biyanî hêsantir hîn dibe.

- Zanîna di asta pêş de ya bi zimanê zikmakî, alîkariyê dide parastina

têkiliyên bi malbat û xizmên xwe re.

- Xurtbûna di zimanekî din de jî, di jiyana kar û xebatê de ji mirov re

bi awayekî erênî dibe alîkar.

- Jêhatiniya zimanzaniyeke xurt û çê, têkilîdanîna bi welêt re

hêsantir dike. (ji bo berdewamkirina xwendina dibistanê, ji bo vegera

welêt, ji bo kar û xebatên pîşeyî)

- Hîndekariya HSKê bi gelemperî asta serkevtina hînbûnê ya li

dibistanên fermî ya wekî xurtkirina baweriya bi xwe û zanîna li ser cîhanê diparêze.

  - Zarok hîn dibin ku çanda welatê dayik û bavê xwe baştir nas bikin û

dîsa hîn dibin zêdetir bala xwe bidin ser têgihiştina rewşa xwe ya li

Swîsre.  Ev parastina jêhatîbûnê dike ku bi çandên cûr bi cûr re

bide û bistîne û bi civakê re bike yek.

Wekî li jorê tê dîtin, sazûmana hîndekariyê ya Swîsre him

lêkolîneke baş li ser zimanê zikmakî û fêdeyên wê kiriye û him jî

grîngiyê dide ser lipêşxistina vê kar û xebatê.

Zarokên di hêlîn ango bexçeyê zarokan de wiha dest bi fêrbûna du

zimanan dike, di dema dibistana seretayî de jî li fêrgehên HSKê him

hînbûna zimanê dayika xwe û pê re hînbûna çand, dîrok, erdnîgarî

û nirxên welatê xwe fêr dibe û him li dibistana Swîsre çand, dîrok,

ziman û nirxên Swîsreyî fêr dibe. Ev yek ji destpêkê ve rê li ber

zarokan vedike ku li hemberî neteweyên din, çandên din, zimanên din

bibin xwediyê xweşbîniyekê, hez ji pirçandîbûn û pirzimanîbûnê bikin.

Li welatên dagirkerên Kurdistanê, tê zanîn ku li hemberî neteweyên

din, gelên din, zimanên din bêdiyaxiyeke mezin heye û ev yek dibe sedema

pevçûn û dijminahiyên mezin. Lê li welatê Swîsre bi sedan gel bi hev

re dijîn û qet pev naçin, şer nakin û li hemberî hev rêzdar in. Li

pirahiya kantonên Swîsre, di trênan de, di otobusan de bi çar zimanan

bang tên kirin; Elmanî, Frensî, Îtalî û Ingilîzî. Ji xwe li kantonên

ku him bi Frensî him bi Elmanî diaxivin, li ser dikanan, li ser saziyan, li

sitesyonan, li dibistanan bi du zimanan tê nivîsandin û kes ji vê yekê

aciz nabe, berûvajî her kes ji vê yekê kêfxweş e. Pirahiya Swîsre hîn

di temenê xwe yê neh deh salî de fêrî du-sê-çar zimanan dibin. Ev yek

jî dike ku serê wan zêdetir kar bike û her wiha bi gelên din re têkilî

û peywendiyên baştir saz bikin.

Di vê çarçoweyê de ger em werin ser rewşa kurdan, emê di warê ziman,

çand, nirxên kurdewarî û destekdan û lipêşxistina van de qelsbûnekê

bibînin. Li Swîsre Kurdên ji her çar parçeyên welêt koçber bûne û

hatine hene. Lê pirahî li Bakurê welêt hatine. Pey re ji Başûr, ji

Rojava û ji Rojhilat. Yên ji Bakur hatine ji sedema polîtîkaya

asîmîlasyona dewleta Tirkiyê, pirahiya dayik û bavan asîmîle bûne û

di nava xwe de bi zimanê tirkî diaxivin. Dema zarokek ji wana re çêdibe,

bi awayekî asayî bi zaroka xwe re jî bi tirkî diaxivin û zarok tevî ku

ne li Tirkiyê mezin dibe jî, ji pêla asîmîlasyona Tirkitiyê nasibê xwe

digre û bi destê malbatê tê asîmîlekirin. Mirov dikare vê yekê wekî

nexweşiyeke lareş/kangrenê bi nav bike. Malbat xwe ji vê nexweşiya

asîmîlasyonê sax nakin û vê nexweşiyê her gav vedigrin derûdora xwe

û zarokên xwe.

Beşek malbatên ji Bakur hatine jî di malabata xwe de bi kurdî diaxivin,

bi zarokên xwe re jî bi kurdî diaxivin û kêm be jî ji ber bayê asîmîlasyonê filitîne.

Yên ji parçeyên din (Başûr-Rojava-Rojhilat) hatine, herçiqasî di

malaba xwe de bi kurdî diaxivin û li irf û adetên kurdî xwedî

derdikevin jî, hatina Ewropa ji xwe re wekî bextewariyeke dewlemendbûn û

gihiştina jiyana xweş dibînin û bi vê sedemê pirahî grîngiyê nadin

ser hîndekariya zarokên xwe ya bi zimanê zikmakî, bêhtir xwe bi ber

pêla sazûmana dewletê ve beridin ku ev pêl wana bi ku ve bibe ne diyar e.

Gelek caran jî ev pêl wana ji çand û zimanê kurdî dûr dixe, di nava

sazûmana sermayedar de dihilîne. Mînak; hijmara zarokên tên fêrgeha

zimanê soranî li tevahiya Swîsre deh zarokan derbas nake. Lê bi sedan

malbatên ji herêma Soran hatine hene. Dîsa tevî ku konsolateke ango

nûnertiyeke Herêma Federe a Kurdistanê li Swîsre fermî heye,

hîndekariya bi kurdî nameşîne û di plan û bernameya wê de xebateke

wiha heta niha nayê dîtin. Dîsa ji bo kurdên ji rojhilat û rojava hatine

jî vekirina fêrgehên zimanê zikmakî û şandina zarokên xwe kêm ango tineye.

Ev rewşa qels ji bo kurdan kêmasiyek e. Li derveyî welêt ji bo zarokên

Kurdan nehilin, asîmîle nebin, ji çand, dîrok, ziman û nirxên netewî

dûr nekevin, divê bi destekdana malbat, rêxistin, partî, saziyên kurdan

û konsolat ango nûnertiya herêma federal a Kurdistanê û zarokên Kurd li

fêrgehên zimanê zikmakî bên perwerdekirin û cihê perwerdekirina yekem

jî divê malbat bi xwe be. Lê mixabin ev yek lawaz e.

Di vê zanîn û çarçoweyê de bi hatina min a Swîsreyê re ku ev şeş

sal dibe, bi derfetên xwe yên ji tinehiyê me grîngî da ser hîndekariya

kurdî. Li kantona Zurichê ku grîngiyeke mezin didin ser zimanê zikmakî,

hîndekariya bi kurdî-kurmancî ne fermî bû. Berya çend salan ji aliyê

Kurdekî Soran ve diyalekt ango zaravayê soranî hatibû fermîkirin, lê

kurmancî ango Bahdînî û dimilkî negihiştibû fermiyetê. Di rastiyê de

pêwîstî bi fermîkirina hîndekariya hemû diyalekt ango zaravayên kurdî

hebû. Li ser vî bingehî hewildanên me çêbûn. Di encama xebatên me

yên hîndekariya pênc salan de li nêzî deh bajarên Swîsre me fêrgehên

zimanê kurdî damezirand, li van fêrgehan bi dehan zarokên kurdan hînî

zimanê dayika xwe û çanda welatê xwe bûn. Dîsa ji bo kesên mezin,

dayik, bav û kesên biyanî jî me qurs vekirin û ew jî fêrî kurdî

bûn, kurd û Kurdistan nas kirin. Niha di rewşa îroj de li pênc bajaran

hîndekariya zimanê kurdî bi qasî 80 zarok û 30 kesên mezin ji aliyê 6

mamosteyan ve wekî neh refên cuda tê meşandin. Di rojên pêşiya me de

emê fêrgehên nû vekin û wê ev hijmar zêdetir bibe.

Dîsa wekî li destpêkê jî me got, di encama van xebatên me yên

hîndekariyê de li kantona Zurichê hîndekariya bi zimanê kurdî fermî

bû. Ji serê sala 2014an û şûn de wê kurdên li Kantona Zurichê dijîn

ku zêdeyî bîst bajaran digre nava xwe, wê karibin li ser malpera saziya

hîndekariya kantonê zarokên xwe ji bo zimanê dayikê qeyd bikin. Wê ji

dibistanên zarokên wan lê bi almanî dixwînin karibin daxwaza

hîndekariya bi zimanê zikmakî bikin. Saziya hîndekariyê wê ji bo ev

daxwaz pêk were li dibistanên xwe refan veqetîne û bixe bin xizmeta

zarokên kurd. Û ya herî grîng jî deq (puan) ango notên zarok ji dersên

kurdî bistînin, wê rasterast tev li deq-notên dersên wan ên din bên

kirin. Yanî ger zarokek di dersa kurdî de pêşketî be noteke baş

bistîne wê tesîra xwe bi awayekî erênî li ser qerneya wî bike, ji bo

refa xwe bi serkevtî derbas bike wê jê re bibe alîkar.

Bi vê armancê ji bo pêşdebirina hîndekariya kurdî me bi navê Komeleya

Hîndekariya Kurdî saziyek damezirand û bi navê www.zimanêkurd.org

malpêrek saz kir. Xwendekar û dayik û bavên wan dikarin li ser vê

malperê xwe fêrî kurdî bikin û her wiha bi rêka Komeleya Hîndekariya

Kurdî daxwaza vekirina fêrgehên kurdî û şandina mamosteyên kurdî

bikin. Dîsa bi vê armancê me du pirtûkên fêrbûna kurdî ji bo zarokê

4-6 salî û zarokên 7-12 salî amade û çap kir. Li fêrgehên xwe em li

ser van pirtûkan dersan didin. Ev pirtûk jî li gorî hîndekariya

pedagojîk û nirxên kurdewarî û fêrbûna hêsan a zimanê kurdî hatin

amdekirin. Di rojên pêş de em di nava amadekariyan de ne ku hijmara

xwendekar û fêrgehan zêdetir bikin û herwiha pirtûkên nû yên

hîndekariyê werin amadekirin û çapkirin û bi vî awahî xebatên zimanê

kurdî yên li Swîsre gavake din li pêş bixin.

  Wekî xaleke dawîn dixwazim bînim ser zimên ku niha li Swîsre-Kantona

Zurichê bi 28 zimanên zikmakî zarokên biyanî fêrî zimanê dayika xwe

dibin. Kurdî li ser vana zêde bû û hijmar gihişt 29an. Ji van 29 zimanan

derveyî zimanê kurdî yên din tev ji aliyê konsolatên wan welatan ve

tên destekdan. Mesrefên fêrgehan û mamosteyan konsolat didin. Lê mixabin

ê kurdî nayê dayîn, tevî ku konsolat ango nûnertiyeke Herêma Federe ya

Kurdistanê heye. Em hêvî dikin ku piştî vê biryara fermîbûna zimanê

kurdî ya li Kantona Zurichê, konsolata Herêma Federe ya Kurdistanê ya li

Swîsre jî hîndekariya zimanê kurdî hilgire nava plan û bernameyên xwe

û alîkariya diravî, perwerdehî, manewî û bi her awahî bike ku zimanê

me li welatên biyanî zêdetir were nasîn, mirovên kurd ji asîmîlasyonê

werin dûrxistin û nirx û çanda me ya netewî bijî.

Yên dixwazin di derbarê zimanên zikmakî yên li kantona Zurichê de

agahiyên berfirehtir bixwînin, ji malpera saziya hîndekariya Kantona

Zurichê dikarin li ser vê girêdankê sûd bigrin:

 

http://www.vsa.zh.ch/internet/bildungsdirektion/vsa/de/schulbetrieb_und_unterricht/faecher_lehrplaene_lehrmittel0/sprachen/heimatliche_sprache_kultur_hsk.html

herwiha ji bo têgihiştina sazûmana hîndekariya Swîsre jî ji vê şemayê wê karibin sûd bigrin:

Hesen Huseyîn Denîz

Nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî ê HSKê