Şanoya Bajêr a Diyarbekirê Heftem Mihrîcana Şanoyê ya Diyarbekirê li dar dixe. Bernameya mihrîcanê eşkere bû. Bername wê di navbera 26ê Nîsanê û 5ê Gulanê de bê lidarxistin.
Herwuha mihrîcan wê di 26ê Nîsanê de bi lîstika “Tenê Ez” a Teatra Jiyana Nû dest pê bike. Wê komên şanoyê ji Diyarbekir, Wan, Stenbol û Mahabadê beşdarî mihrîcanê bibin.
Di çarçoveya mihrîcanê de wê workshopa ya bi navê “Hêzên Azad ên Palyaço” ku Ezgî Keskîn derhêneriya wê dike jî bê lidarixstin. Wê Salona Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê malovaniya mihrîcanê bike.
Bernameya mihrîcanê wiha ye:
26ê Nîsanê roja înê
* 19.00: Tenê ez
27ê Nîsanê roja şemiyê
* 15.00: Tenê Ez
* 19.00: Ji min ewqas (Benden bu kadar)
28ê Nîsanê roja yekşemê
* 19.00: Mal be Kol
29ê Nîsanê roja duşemê
* Zargotin Zêrgotin e
30ê Nîsanê roja sêşemê
* 19.00: Kozik
1ê Gulanê roja çarşemê
* 19.00: Zabel
2ê Gulanê roja pêncşemê
* 15.00: Zabel
* 19.00: Serûbin (Altust)
3ê Gulanê roja înê
* 15.00: Serûbin (Altust)
* 17.00: Hêzên Palyaçoya Azad
* 19.00: Teyba dawî ya Krapp
4ê Gulanê roja şemiyê
* 15.00: Ji Akademiyê Re Raporek
* 19.00: Xeyala lal (Lâl hayal)
5ê Gulanê roja yekşemê
* 19.00: Tartuffe
BasNews