Berî çend rojan û li roja ku sînema kurdî yek ji damezrênerê xwe yê yekemîn winda kir di 9.9.1984an, ew jî naskiriye Yulmaz guney bû, festîvala sînemayê a navnetwî li Duhokê li darket, û gelek encamên baş jê hatin derxistin,
ev festîval di bin çavdêriya serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ji aliyê rêveberiya sînemaya Duhokê ku ser bi rêveberiya giştî ya rewşnebîrî û Hunerî ya û parêzgeha Duhokê dihat bi rêve birin .
Bê guman wexta mirov li sînema wek beşek ji hunera mirovatiyê dinêre , mirove giringiya wê ji meletekî mîna miletê kurd ku bi hezarê salan di bin zora sitemkarî û bindestiyê dinase, goringiya sînema ji kurdan re pêwistiyek jiyanî, ruhî ye , çima !? ji ber ku sînema dahênaneke hunerî û tiknolojî bi destê mirovan hatîye hilberîn, û mirovan ew xiste di bin xizmeta hizir û kultur û danîsîna xwe û civaka xwe, sînema wekû alaveke ku bi rêka wê mirov dikare xizmeta welat û xwenên avakirina welatê xwe bike , sînema wekû yekîneyek ji tevger û nîşaneyan pêkve dîmenek û çîrokek di nava xwe de hizrek yan dîrokek yan rewşa hin aliyên çewt dide xuyakirin, ku bikaribe bughere yan êş û azarên miletekî , an kêm û kurtî li cihekî destnîşan dike , ev tevde taybetmendiyê civak û insanan didin nîşan dan û ruyên çanda miletan û dabûnerîtên wan bi rêka wêneyê nîşan dide , rula sînema gelek girînge di vekirina pirsgirêkên civakê û raxistina wê li pêşiya bîneran, û bi awayekî rehet û senahî bîner têbighê, û şirove bike , sînema dixwaze bi rêka filman namakê bighîne milet û kesên hejar û wan bi hale wan bihisîne, û derbasî her male dibe bê li derî bide wexta ku li ser ekranê telefiziona tê nîşandan.
Ji ber weha wexta rêveberiya rewşenbîbrî û hunerî radibe bi gêrana Festîvla filmên navnetewî, li bajarê Duhokê, bê guman eve gaveke pîroze û ne şaşe ku bi mehan kar û bi kujmên zêde ji peran lê mesrefê bike , ji ber bi pêşxistina vê hunerê û danasîn wê û handana civakê ber bi hezkirina sînema de û temaşekirina filmên kurdî de erkeke dikeve ser milê wan, ji ber ku heya niha filmên kurdî nebûne cihê sirincrakêşana mirovên kurd bi qasî ku bûne cihê destxweşiya mirovên biyanî, ev festîval çi karîbû bikra ? berî her tiştî lazime mirov zanibe ku ermanca serekî ber bi navnetewîkirina vê festival de gavên binyad werin avêtin, Duhok wekî bajarekî Kurdistanî ku bi tirî û cûreyên xwe naskirî û navdare, û berg yan pela Mêwê weke sembola wê festîvalê hatibû danîn, divabû karekî gelekî xurt ji gelek aliyan ve ( Abûrî- Mîdiya-Reklam…Hwd) were kirin ta ku ev festîval were nasîn di herêm de û paşê di cîhanê de, wexta ku em werin binirxînin gelo ka ev tiştana hatin kirin, bê guman emê bibînin heta radeyekê baş xebat ji gelek alîyan pêk anîn, naskirina festivalê wê di nava salek û didwan de çênebe ev festîval bi salane xizmet û karek bê hempa pê divê, heya ku festîval bête naskirin.
Vê festîval du rul lîstin, filmên kurdî bi biyaniyan da temaşekirin û ê biyanî bi kurdan re da temaşekirin, û mêvanên ku ji sê perçên kurdistanê beşdar bibûn ( ji bilî perçê rojava, ku tu kesî beşdarî têde nekirbû) û her weha ekter û derhênerên biyanî jî, bê guman ev festîval bibû cihê hevdûnasînê û pêwendî di navbera wan de çêkir, û ji seroboriya hevdû sûdê werbigrtin û bi hevre par kirin . ev tevde wek encamên vê fetîvalê derketin, û her weha xalatikrina filmekî dirêj û yekî dîkomentî û sê kurtefilm, giranîk hîn zêde û cidiyeta wê hîn bêtir bû, û ragihandina li darxistina festîvala diwem di sala bê de ev jî nîşaneyê serkeftina vê festîvalê bû, em hêvîdarin ku ev encamên ku wek merc hatibûn danîn bo serkeftina festîvalê, de di xulên wê yê bên de jî pêk ben û Duhoka rengîn bi vê festîvalê hîn behtir rengîn û bi xemiltir bibe, û li gora dîtina min beşdarîbûna xelkê di vê festîvalê de û rakêşana civakê ber bi hezkirina temaşekirina fiman de, û naskirina wan çêbû ku ev festîval ji bo wane jî ne tenê bo ekter û sazkarên filman e baştirîn encam bû ji festîvalê hate wergirtin, û em hêvîdarin ku Duhok wek bi tiryê xwe navdare bi festîvala filman de jî navdar bibe, û cihekî xwe di rêze festîvalê dunyayê de bigre .