Share |

Duhok dê yada şorşa agirî û. . rêberê navdarê Kurd îhsan nûrî paşa zîndî ket.

li jêr diruşmê Duhok paytextê zîndîkirna hlkeftên neteweyî ye û bi cavdêrîya diktur Kawe mehmûd wezîrê rewşenbîrî û lawan birîyar ewe li rojên

(25 û 26) y vê heyvê fîstevala şoreşa agirî û jeneral îhsan nûrî paşa ji layê rêveberîya giştîya rewşenbîrî û huner û werzş û lawan li Duhokê û he‌rdû rêveberî yên senterên rewşenbîrî û tîpên hunerî û cap û belavkirnê li hola êketîya nivîserên Kurd, Duhok bête gêran.

îsma'îl Tahr endamê lîjna bilnda a fîstevalê ragehand ku "bo amadebûnê di penelên fîstevalê da  hijmareka şareza û pisporan li nav Kurdistanê û derveyî Kurdistanê hatîne daxuwazkirn û fîsteval li ser car rûniştinan hatîye belavkirn û têda neh simînar dê li ser mêjoya şorşa agirî 1926 – 1927 û xebat û têkuşana jeneral îhsan nûrî paşa hêne pêşikêş kirin".

he‌r wesa got "pirtûkek bi navê (salên penaberiyê ji jiyana îhsan nûrî paşa) ya nivîser Musediq tovî ji layê rêveberîya cap û belavkirnê ve li Duhokê capkirn dê di rojhanên fîstevalê da hête belavkirn û berinamê fîstevalê ji bilî kor û smînaran flmekê dîkumêntî û kilîpekê hunerî jî himbêz diket di gel vegêrana bîreweriyên jimareka şareza û vekoleran di gel jeneral îhsan nûrî paşa".

he‌r wesa îsma'îl tahr got jî " li spêdehiya roja êkê ya fîstevalê pîşangeheka wênên fotugirafî û dîkumêntên şorşa agirî û jeneral îhsan nûrî paşa û cekdarên şorşê dê li hola panorama azadî li Duhokê hête vekirn û birgeka taybet dê bo pirtûka salên penaberiyê ji jiyana îhsan nûrî paşa hête terxankirn".