Share |

duyemîn Festîvala Xanî li Dihokê bi rê ve diçe

Posterê Festîvala Xanî
Posterê Festîvala Xanî

 

  Duyemîn Festîvala Xanî li Dihokê roja (Duşem, 15.07.2024) bi drûşmê “Civakeke rewşenbîr ji bo paşerojeke geştir” li Dihokê hat destpêkirin û ji bo dema du rojan berdewam be. Penelistên festîvalê jî vê pêngavê giring dibînin û du ji wan dibêjin, “Keltûr û rewşenbîrî civakeke saxlem çê dikin.

 

Serokê Akademiya Kurdî Ebdulrehman Ferhadî got, “Ev tiştekî baş e, giringiya zêdetir dê di wê yekê de be ku niha an jî piştî festîvalê mijar û vekolînên wê bên çapkirin. Ev ji bo mamostayên zanîngehê û vekoleran dibe çavkaniyek.”

 

Serokê Akademiya Kurdî herwesa got, “Em dibînin ku dîdarên bi vî awayî li bajarê Dihokê berdewam in, ev jî cihê dilxweşiyê ye.”

 

Nivîser Dr. Arif Hîto jî amaje da, “Mijarên rewşenbîrî di vê festîvalê de tên gengeşekirin. Ez nabêjim ku ew tiştên li vê derê tên gotin çi caran nehatine gotin, hatine gotin lê azirandina mijarên rewşenbîrî û civakî û mijarên vebûna li ser civakê ka çawa pêdivî ye desthilat li ser civakê vebibe, ev dibin azirîner an jî palder ji bo pêşkeftina civakê û ya rewşenbîrî jî.”

 

Rêkxistinkerên festîvalê amajeyê didin ku mêvan ji her çar parên Kurdistanê vexwandî ne û berhev bûne, herwesa tekezê dikin ku merem ji hebûna vê çalakiyê zêdetir xizmetkirina keltûr û rewşenbîriya Kurdistanê ye.

 

Endamê Lijneya Festîvala Xanî Emîr Sedîq jî tekez kir, “Ev festîvalla Xanî rast e ku bi navê rewşenbîrî û ragehandinê ye, lê ji hemî texên civakê digire ku îro bên û mifayî ji van penelan werbigirin ku dê di van du rojan de bên pêşkêşkirin, xasma jî ku gelek kes ji sernaserî Herêma Kurdistanê û derveyê Herêma Kurdistanê jî dê di vê festîvalê de berhev bibin.”

 

Gera duyê ya Festîvala Xanî nivîser û rewşenbîrên her çar parên Kurdistanê li xwe kom kirine û wan hemiyan pêkve yek peyam heye, ew jî zêdetir zengînkirin û rewşenbîrkirina civaka Kurdistanê ye

 

K24