Share |

Duyemîn Mîhrecan Rojava Ya Çand Û Hunerê

Li ber dengê top û gulleyên ku di sîngên me de diteqin û li ber sîtava xwîna herikbar a Kurdistanê, di van kêlîkên çarenûsane yên nasname û heyîna neteweya kurd de, kêlîkên êşa Şingal û Kobaniyê, kêlîkên şehîdên mezin yên nexşeya mezin,

ji Hewlêr hetanî bi Hisiçayê û ji Amed hetanî bi Efrînê, ji dayikên Kurd hetanî bi kezebên Kurd, ji lehengiya keç û xortan hetanî bi afsaneyên mêrxas û xweşmêran, di van kêlîkên ku peyv û xeyal û nîgaş û hemî hêmayên afirandinê radestî êş û çavlirêmana dayikên şehîdan dibin,

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) hemî helbesthez û hunerhezan vexwendî DUYEMÎN MÎHRECANA ROJAVA YA ÇAND Û HUNERÊ dike. Mîhrecana ku dê ji alî komek nivîskar û helbestvan û hunermend, di 26ê Nîsanê de, li bajarê Wuppertala elmanyayê, were lidarxistin.

Hûn bi xweşî werin

Roj: Yekşem: 26. 04.2015

Dem: 13.00 – 18.00

Navnîşan: Alte Feuerwache

Gathe 6/

42107 Wuppertal.

Germany.

Têkilî:

Email:

rojavamihrecan2@rojava.net

Facebook

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)

Komîteya Ragihandinê

08.04.2015