Share |

Edebiyata Kurdî ya Gelêrî ji weşanaxaneya Avesta Derket.

Kitêba ku ji aliyê Ramazan Pertev ve bi navê “Edebiyata Kurdî ya Gelêrî Dîrok-Teorî-Rêbaz-Lîteratur-Berawirdî – 1“ hatiye amadekirin, di nav weşanên Avesta de derket. Di kitêbê de nivîsên Azad Aslan, Michael L.Chyet, Rûken Çalıştıran, Bunyamin Demir, Bedran Hîkmet, Ramazan Pertev, Ariya Toprak, Sedat Ulugana, Shahab Vali, Kadri Yıldırım û Reşo Zîlan cî digrin.

 

Ev pirtûk ji nivîsên lêgerînî û lêkolînî yên li ser folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî pêk tê. Xwediyê nivîsan her yek ji wan li ser babetên cuda û bi nêrînên nûjen bala xwe birine sermayeya li ber dest û li deriyên derfetên nû dane. Bi rastî diyarkirina sînorên folklora kurdî û polînkirina wê ya di nav çarçoveyekê de, ne karekî hêsan e. Firehiya erdnîgariya Kurdistanê, rewşa zimanê kurdî ya ji aliyê diyalektan, di nav kurdan de rasteqiniya dîn û baweriyên cuda, newekhevbûna prosesa geşedanê ya dîroka siyasî ya çar parçeyan û ji hemûyan jî girîngtir nebûna desthilatdariya kurdan a li ser hesabê xwe, bûne sedem ku xebatên li ser folklor û edebiyata gelêrî jî di nav sînoreke teng û bêsûd de bimînin. Lewma karê ku heta niha ji aliyê kurdan ve baş hatiye kirin berhevkarî û tomarkariya keresteyan bû. Li welatên Yekitiya Sovyeta Berê ji ber azadiyeke qismî xebatên li ser folklora kurdî gihaştin asteke akademîk. Îro gelek berhemên li ber destên me aîdê wê demê ne. Lê belê li gorî miletên din xebatên akademîk ên li ser folklora kurdî gelekî lawaz, kulek û belavela ne. Bi vebûna beşên ziman, çand û edebiyata kurdî li gelek zanîngehan û xwendina dersên folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî nemaze di bernameyên lîsans û raserî lîsansê de, hewcedariya çavkaniyeke wiha bêtir xuyanî bû. Helbet ev koleksiyon îdîa nake ku hemû mijarên folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî vedikole. Lê belê hêvî dike ku bi nêrîneke zanistî asta xebatên di vî warî de bilindtir bike. Ji ber vê jî ev xebat wekî çend cild hatiye pêşnûmakirin.

Pirtûk ji du beşên sereke pêk tê. Di beşa yekem de nivîsên li ser “dîrok, teorî, rêbaz û lîteratura folklora kurdî hene. Ev beş ji aliyên dîroka xebatan, raveya teoriyan, vekolana lîteraturê, lêgerîna şopên tradîsyonê û tetbîqa rêbazan ve wek wêneya giştî ya folklora kurdî ye ku pozîsyon û potansiyela wê pêş me dike. Di beşa duyem de jî di çarçoveya navendên çandî yên hevpar de nivîsên li ser “folklor û edebiyata berawirdî” hene. Ji naveroka van nivîsan diyar dibe ku dema mirov bi çavekî zanistî li folklora kurdî dinêre gelek rehendên wê yên nû dertên holê. Herwiha di serê mirov de cih û rewşa ber û berhemên folklora kurdî li Rojhilata Navîn û li cihanê çi ye, çi nîne zelaltir dibe.

Armanca sereke ya vê rêzexebatê ev e ku ezberên derbarê folklor û edebiyata kurdî ya gelêrî de xera bike, rê û rêbazên nû biceribîne û bi vî awayî bikare tiştên nû bibêje. Wisa xuya dike ku bi vê xebatê re piçek be jî ev armanc hasil bûye.

 

Edebiyata Kurdî ya Gelêrî

Dîrok-Teorî-Rêbaz-Lîteratur-Berawirdî - 1

 Ed. Ramazan Pertev

Nivîskar: Azad Aslan, Michael L.Chyet, Rûken Çalıştıran, Bunyamin Demir, Bedran Hîkmet, Ramazan Pertev, Ariya Toprak, Sedat Ulugana, Shahab Vali, Kadri Yıldırım, Reşo Zîlan

 

ISBN: 978-605-9082-27-3

21.5x13.5, 344 rûpel, 22 TL

 

 

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin   

http://www.youtube.com/avesta1995