Share |

Ednan Kerîm : em dixwazin strana Kurdî bi nasnama hûnerî bê nasîn

 

 

Hunermend Ednan Kerîm hijmareka berçav a meqamên Kurdî yên hunermend Elî Merdan bi rengekî nû û deng û mozîkeka nû di qalibê projeyekî da binavê

“Badey Gulreng” ku ji sê pişkan pêk tê, dubare tomar dike. Heya niha du CD ji vî projeyî bidawî anîye û niha kar li ser pişka sêyê ji vî projeyê dike. Projeyê “badey gulreng” ji layê navenda rewşen bîrîya endîşe hatîye çapkrin û belav kirin. Li dûv gotina rêveberê navendê, di hemaya meh û nîvan 5500 dane ji vî berhemî hatîne froştin ku heta niha hîç berhemek heta vî radeyê nehatine froştin.

 

Di derbarê vî projeyî, di daxuyanîyeka taybet da, hunermend Ednan Kerîm bu War ragîhand: mamostayê serekî yê berhemê “badey gulreng”, hunermend “’Elî Merdan”e ku bo me 20 miqam li paş xwe hêlane ku em di karîn bikin nasnameya stranên Kurdî li hercîhekê be û li hercîhekî aşkere bikin ku ev stranên mene. Li dor dubare gotneveya wan miqama Ednan Kerîmî got: min pê baş bû wan miqamadubare bi rengekê zanistê bêjim ku di gel guhê guhdarê serdem bigunce û bêjim guhdaran niha yên stranan ev berhem û stranên meyên resen û xumalî ne, û got jî ku piştî belavbûna her sê beşên meqamên kevin yên berhemê “badey golreng” dê hemû stran wek deq di pirtûkekê da bêne nivîsîn û belav kirin taku guhdar bikaribin bi dirustî di peyvên van sitranan bighêjin. Hunermend Ednan Kerîm niha akincîyê parêzgeha Silêmanîyê ye û li pişka mozîka li zankoya Silêmanîyê waneya dîroka mozîkê dibêje. Berhemê bade gulreng yek û dû di elbûmeka din ya stranan belav kirîye ku ji 9 trakan pêkdihat.

 

 

Waar –Duhok: