Sibehekê ez rabûm min dît ku ez jineke bi mêr im û dayika sê kuran im û dektorek im û lêkolînvanek im di zanîna civakî de û pêjvanek im û cilşoyek im û anînerek im û dadokek im di hemû demjimêrên rojê de , min bêtir ji naznavekî û ji pîşeyekî hebû , lê min naznavê"helbestvan" der dabû (dorandibû).
Ehlam Musteẋanmî
Ehlam Musteẋanmî – ji yê ku wê nas nake re - torevaneke 'ereb e ji Cezaêrê , ew bi zimanê 'erebî - gelek ji nivîskarên Cezaêrî bi zimanê frensî dinivîsînin- dinivîsîne, ew xwediya sêyînekê (sê roman) ye (Bîra Lêş , Şêlûpêla Hestkaran , Rêwiyê Xewgeyekê ), Bîra Lêş ya ku sala 1993 an çapa yekem jê derket ta sala 1996 an 300 hezar rûnivîs jê hate çapkirin, vê romanê xelata Necîb Mehfûz sala 1996 an bidest xist ( Bîra Lêş hate Wergerandin bo zimanê kurdî ji alî Cana Seyda ve di bin navnîşana Bîreweriya Laş). Ehlamê sala 1971 an ji kolêca toreyê ji zanîngehên Cezaêrê birwanameyek bidest xist , berî temenê Ehlamê bighe hejde salan ji wê hat xwestin ku kar bike ta ku beşdar bibe di xwedîkirina mala xwe de, loma wê li dirêjahiya sê salan pirogrameke di êzgeha Cezaêrê de amade û pêşkêş dikir di bin navnîşana "Kustepistne" , û wê helbest û gotar di rojnameyên Cezaêrê de belav dikirin . Sala 1971 Ehlamê helbestine xwe kom kirin di dîwanekê de û çap kirin di bi bin navnîşana " Li Bendera Rojan " . Ehlam Musteẋanmî birwanameya Ph.D. ji Sorbon bidest xist . Berhemên Ehlam Musteẋanmî yên dawî ev in : Dilên wan bi me re ne û bombayên wan li me ne (komek gotar) û Jibîrkirinek.com (roman). Û heger ku pirsyarên ji Ehlamê têtin kirin normal in , bersivên Ehlamê ti carî normal nabin ,min jî , ji hevpeyvînên ku bi Ehlamê re hatî kirin ji xwendevanê zimanê kurdî re ev wergerand.
Fadil Temo
Herçiyê nivîskar dikane bibêje di hindirî pirtûkê de ye ne derveyî wê ye
Ezê xelatekê ji xwendevanan re nûderînim di demeke nivîskarên wê ji xwendevanên wê bêtir in.
Dilgirî dawiya afirandinê ye
Di despêkê de me jê pirsî : ma tu kêfxweşî bi navdariya ku te bidest xist dawiyê?
Ez bawerim ku nivîkar nikane binivîsîne û bijî di bin ronahiyê de , çunkî nivîskarê li ronahiyê digere ew nivîskarekî li geweziyan û qirecirê digere li ser hesabî afirandinê , û herçiyê ku nivîskar dikane bibêje di hindirî pirtûkê de ye ne derveyî wê ye , serfiraziya min xwendevanên min çê kir, ne rojname û rexnevanan ew çê kir û ne ti kesî ew çê kir , Hemingway dibêje :"nivîskar yî xwendevanine wî hene ne pirtûkine wî hene" û yê min sê pirtûk hene û hene yên ku sih pirtûkî wan heye û loma ji erkê min ku ez dilnizm bim ji wan re û hemî dema xwe ji wan re terxan bikim , dibe ku ez lêborînê ji rojnameyan bikim , lê nabe ku ez lêborînê ji xwendevanan bikim, û xwendevanekî kor hebû ez wî nimûneyek ji xwendevanî çak dihesibînim , û wî binav bikim xebatkarê ( mucahidê ) xwendinê , nîgaş bike, peyayekî kor jidayik bûye , û di jiyana xwe de tîpeke nivîsandî nedîtê û pirtûkan dikire (distîne) , wî pirtûka min kirî û buhayê wê bîst dolar in û telefona wî tineye û dibêje " Pirtûk berî telefonê " , ev kora li zanînê digere û ti navnîşanî wî tineye , nîgaş bike ; kerta xwe da min , ta ku navê wî binivîsînim , û min jê re got ezê ji bo wî xelatekê ji xwendevanan re nûderînim di demeke nivîskarên wê ji xwendevanên wê bêtir in.
Û çawa tu xwendevanê ereb yê hevdem dibînî?!
Xwendevanek heye şemşaqan ji te re dike û têt ta îmzeyekê bigre , ev xelka tiştek ji wan re ne xem e , lê yê kor bi temamî bervajî wan e , pirtûk alîkariya wî dike di peydakirina gerdûneke hindirî , loma ez dibêjim û dubare dikim , bila nivîskar çîşkekî dilnizm be , nivîskar ne bi gotin û ne jî bi birwanameyên (şehade) ku bidest xistine û ne jî bi jimara pirtûkên ku nivîsandine , ez nabêjim ez dektorek im , birwaname naçespîne ku ez afiranderek im yan nivîskarek im , min xwezî kir ku ez "Ehlam" tenê bim , eger ne hebûna stranbêjeke bi vî navî ba (Ehlam navê stranbêjeke Îmaratî ye navdar e F.T) , nivîskar herçî mezin dibe herçî navên wî biçûk dibe , weke Nîzêr ne gerekî danasînekê ye , em nabêjim mamoteyê mezin Nîzar Qebbanî , çunkî ew bûye rewşenbîrek ( 'elem ) bêyî ti naznav , çaxê em dibêjin "Nîzar" me ne gerek xistinsereke dî ye ta em zanibim ku mebest Nîzar Qebbanî ye , hema navên mezin ew nîşaneke ku ew nav biçûk in.
Tu bi dilgiriyê ketî piştî vê serkeftinê?!
Nivîskar naye pîvandin bi afirandin û navdariya xwe , lê bi dilnizmiya xwe , û dilgirî dawiya afirandinê ye , û ez dibêjim ku nivîskar dizeke û tewanbar e bi dizîn jiyana xelkê û destbirin ser hestên wan , carnan nivîskar dimeşe û tomar dike lê bi rastyarî(rastgoyî) , da ji sincên (rewişt) nivîsandinê dûr nekeve , heye ku tu bixwî ji çîrokên xelkê û ji ramankirinên wan , û gelek caran tu ji şufêrî teksiyekê fêr dibî , ez ji xwendevanekî didizim ne ji nivîskarekî didizim.
Nivîsandin ji te re çi wateyê dide?
Nivîsandin pakkirneweya (tesfîye) hesaban e, min sêyîne (sê roman ) nivîsand ta ez tola bavê xwe bigrim û ez ranawestim , û ta ez tême rêzgirtin (tekrîmkirin) ez diêşim , ji min re rêzgirtin ne xeme wek nivîskarek , ya girîngtir li ba min ku ez hemwelatiyek bim , girîngtir e ji ew gotina navdar " Rêza (rûmet) ti pêxemberekî li nav gelê wî tine ye " û ji min re ne xeme ku ez pêxemberek bim , û ji min re ne xeme bi qasî ku ji min re xeme ku ez hemwelatiyek bim , ez dixwazim ku ez jiyana hemwelatiyeke rêzdar bijîm ne ku ez rêzgirtî bim , min got " penêrî belaş tine ye ji pêvî di feqên pisikan de " , tineye ew kesê ku rêzgirtinê li te dike ji bo Xwedê , rêjîmek tineye rêzgirtinê li afirander dike bê hember , yê rêjîmê hesabên wê hene, rêzgirtinê li te dike çaxê tu mezin dibî , pêdiviya wan bi cendekên ( refat ) afiranderên xwe hene mîna ku bi Mihemed Dîb û bi hineke dî re qewimî.
Tu dibêjî ku te biryara destberdan ji helbestê girt ji tirsa ku tu jê nêziktir bibî , çawa te dest ji helbestê berda?
Em gî helbestvan jidayik dibin , hinek ji me werga dimînin û yê dî xiniziya ( xiyanet ) helbestê dike , min xiniziya helbestê bi rojnameyan û romanê û jiyana hevjînî re kir ya ku (jiyana hevjînî) bi temamî li dijî helbestê ye û li vir gotineke helbestvan Ebdulrehman El –Ebnodî tê bîra min " yî xiniziya helbestê carekê bike , helbest dê hetahetayê xiniziya wî bike".
Tu çawa veguhastin xwe ji helbestê bo romanê pakane (tebrîr) dikî?
Herku ev pirsa ji min tê kirin bersiva min : çaxê em xoştiviyekî wenda dikim helbestekê em dinivisînin û çaxê em welatekî wenda dikin romanekê em dinivîsinin , roman kilîta welatên derîgirtî ne di rûyê me de.
Tu ji navine destnîşankirî re dixwînin?
Her tiştekî çeleng dikeve bin destî min ez dixwînim , ta di paşkoyan de , carnan ez ji helbestvanekî wergerandî re dixwînim karîgeriyê li min dike bêtir ji helbestvanekî mezin , ya girîng çaxê tu dixwînin tu bikevî feqa (dav) peyvan.
Tu çawa bi sansorê re danûstandinê dikî?
(Dikene ) ez ser dikevim ser şeytaniya sansorvanan , nivîskarî serketî dizekî pîşewer e dizane çawa danûstandinê bi sansorvan re bike bêyî ku bikeve feqa wî , hema dizî biçûk hêsane ku bikeve torê.
Çaxa ji te xwestin ku tu pirtûkên xwe diyarî rojnamevanan bikî çira te nevêt (qebûl nekir) ?
Ez pirtûkekê diyarî ji ti kesî re nakim … tenê ji xwendevanan re … pirtûka têt diyarîkirin naye xwendin , û qewimî ku ji min hat xwestin ku ez pirtûka xwe diyarî Nîzar Qebbanî bikim lê min nevêt - ma ji Nîzêr bêtir hene – ew jî ji ber ku min şerm kir ku ez pirtûka xwe li ser yekî bisepînim (ferz bikim) ta bixwîne … pirtûkine hene tên diyarîkirin û li otêlan tên hiştin , û qewimî ku min ev li kongireyekê dît , nîgaş bike çi qas ev pirtûk hatin serşorkirin ? nivîskarine hene ta ji hev re naxwînin. hema yî hewl dide ku pirtûka xwe diyarî te bike ta tu wê bixwînî , mebesta wî jê ku bibêje " ji te re pirtûka min , min bixwîne ez teşbîhe (mîna) te me … min dozînewe ( iktîşaf ) bike.
---------------------------------------------------------------------------------------
* 1-" Museqef-il erebî " hejmar ( 40 ) sal ( 2005)
2-"Sunday , 11 June 2006"
Hinek ji yê ku Ehlam Musteẋanmî gotî ji programa "Xelîk Bil beyt" re( televizyana Elmusteqbel (Future) ) . Sêşem 2 . 12 . 2003
- Ez jineke destevala me , min tenê kaxetek û pênûsek heye ,lê weku Edonîs dibêje :"Bahoz destevala ye , lê di hemî şeran de ew biser dikeve".
- Serkeftin destdirêjîkirin e li ser xelkê çunkî ew nûçidana ( feşel ) wan riswa dike.
- Ez destkeftên biçûk naxwazim , ziyanên mezin bi min ji wan xweştir in
- Em pirtûkine nanivîsînin ta em jiyana xwe derbas bikin di berevaniya wan de , lê ta ku ew berevaniya me bikin , ta piştî mirina me.
- Afirender li her dilşewatekê bi pirtûkekê vedigerîne ne bi şerine.
- Ez li dijminine binamûs digeriyam , li şerine camêriyek tê de heye.
- Min dil dişewite bi nivîskarî dijminine wî tine ne … nîgaş bike nivîskareke dijminine wî tine ne.
- ez dixwazim ku namene şêfrekirî bighînim xwendevan .. ku wî bihêvojim … ku wî bihêvojim ser şoreşê , ser jiyanê , ser evînê , ser tiştên çeleng.