Share |

ENCAMNAMEYA PÊŞBIRKA HELBESTA KURDÎ YA CIWANAN A SALA 2022`ê

 

Di 1`ê meha 1`ê sala 2022ê de, bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Ingilistanê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK), bo cara duyemîn lidarxistina (Pêşbirka helbesta Kurdî Ya Ciwanan a Sala 2022ê)ragihandi û bi awayekî berfireh di rêyên cûrbecur re mercên beşdariya pêşbirkê bo ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Di pêşbirka îsal de, 33ê ciwan, hema hema ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûn. Di gel ku xewnên wan ciwanan dest ji çurisîna stêrkên hêviyê bernedidan, di gel ku çavkaniyên êşên wan ciwanan heman ax û heman bajar û heman xatirxwestin û heman koçberî bûn, di gel ku hawara dayikên reşgirêdayî di heman gewriyan de diteqiya û di asoyên reş ên mirovên mirovkuj de asê diman, di gel van yekan jî, hestên ciwanan ên ku beşdarî vê pêşbirkê bûbûn, ji kêlîkên helbestê bi dûr nediketin û hewl didan ku helbestê watedartir bikin, helbestê nêzî rih û giyan bikin, helbestê nêzî xwîna mezin û xewna mezin û xeyala mezin a kurdiyê bikin.

Piştî xwendin û têramandin û hewldanên JÛRIYÊ yên ji dil û can ku bikaribe helbestirîn helbest ji boyî xelatan hilbijêre û piştî berhevkirina encamên her endamekî cûriyê û nêrînên hevpar û hevbeş di hilbijartinan de, encamnameya pêşbirkê wisa encam da:

Helbesta asta yekem, GER EM VEGERIYANA ya ARAS HISO ye.

Helbesta duyem. GAVA EZ MIRIM. Ya XALîSA OSMAN HESEN e

  Helbesta sêyem. ÊVARA BÊ TE . ya HÊLîN EBDULQADIR e.

Em serkeftin û berdewamiya afirandin û dahênan û gera li asoyên nû û teze û roj li pey rojê gurkirina hestên derbirîna Kurmanciyê û zeftkirina alavên rasteqîne yên xeyal û nîgaşên Kurdiyê   ji hemû beşdaran re dixwazin, bi hêviya ku hemû aliyên peywendîdar li ciwanên Kurd xwedî derkevin û hewldanên wan ên nivîsandinê binirxînin û piştgiriya wan bikin-

JÛRÎ ya Pêşbirka Helbesta Kurdî Ya Ciwanan a sala 2022ê:

Lem`a Elî.

Ednan Hesen.

Stêrê Çelo.

Kemal Necim

Ehmedê Huseynî..

Rojava. Qamişlo:  29.03.2022

NAVENDA HRRKê-ROJAVA. QAMIŞLO