Share |

Fîlmê “Zagros” li Fransayê 2 xelat stendin

 

18mîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Arrasê ya ku di navbera 3 û 12ê Mijdarê de li bajarê Arrasê yê Fransayê hate li dar xistin. Di festîvala de fîlmê Sehim Omer Xelife yê bi navê Zagros hêjayê xelata “Baştirîn Derhênerî” a jûriyê û “Baştirîn fîlm” ya temaşevanan wergirt.

 

Fîlmê Zagros çîroka şivanekî kurd yê ji Bakûrê Kurdistanê yê bi navê Zagros vedibêje. Ji bo wî Kurdistan cennet e lê hevjîna wî Havîn û keça wî Reyhan diçin Belçîkayê. Leheng pir ji welatê xwe hez dike lê ji ber hevjîna xwe Havînê û keça xwe neçar dimîne ew jî biryar dide li pey wan biçe Belçîkayê. Li Belçîkayê derbarê hevjîna xwe de gelek tiştan dibihîze û êdî weke berî jê hez nake. Lewma dixwaze careke din vegere welêt.

 

Fîlm bi piranî li bajarên kurdan ên Tirkiyeyê, li Yûnanîstan û Belçîkayê hatiye kişandin. Di fîlmê Zagros de lîstikvan Feyyaz Duman, Suat Usta, Yusuf Çetin, Maaike Neuville, Halima Ilter û hunermend Hozan Brader dilîzîn. Dêrhêneriya fîlmî Sehim Omer Xelife kiriye.

 

Herwiha Fîlmê Zagros di 44emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Gentê de jî xelata sereke ya “Grand Prix” jî wergirtib.

 

WAAR_Duhok: