Share |

Fîlmên Kurdî di Festîvala Fîlmên Serbixwe 'ÎF Îstanbul'ê de

Festîvala Fîlmên Serbixwe "ÎF ÎSTANBUL" 12'yê mehê dest pê kir û heta 22'yê mehê didome. Di festîvalê de fîlmên kurdî jî hene.

ÎF ÎSTANBUL îsal 14'emîn car e li dar dikeve. Di çarçoveya festîvalê de gelek fîlm, belgefîlm û kurtefîlm hene. Di festîvalê de îsal pêşbaziya fîlman jî hene. Di bin 13 beşan de fîlm têne nîşandayîn. Ji 42 welatan 115 fîlm dibin mêvanên festîvalê.

'Muxtar'

Di nav fîlman de hin ên bi kurdî û yên derhênerên kurd jî hene. Ji van belgefîlmê derhênerê kurd Caner Canerîk yê bi navê "Muxtar" ku 80 deqîqe ye, li ser kampanyaya hilbijartinê yê muxtarê gundek hatiye kişandin: Ahmet Canerik li gundê ku 68 hilbijêrên wê hene dixwaze bibe muxtar. Berî hilbijartinê bi 3 salan dest bi xebatê dike, di adara 2014'an de xebat xurtir dibe, lê li herêmê bi çêbûna şerawestinê re rewş aram dibe û berendamên muxtariyê jî zêde dibin. 'Muxtar' çîrokek balkêş pêşkêş dike. Belgefîlmê derhêner Canerîk "Muxtar" 13'yê vê mehê hat nîşandayîn.

"Mardan"

Fîlmê bi navê "Mardan" fîlmê derhênerê kurd Batin Qubadî ye ku par beşdarî Festîvala Toronto jî bûbû. Mardan di beşa "Keşif"ê de tê nîşandayîn. "Mardan" 19'ê vê mehê saet 14.30 de li Cinemaximum Fitaş Salon 1'ê areke din derdikeve pêşberî temaşevanan. Fîlmê ku çîroka polîsiye ye, di paşila xwe de şerê ku bi salan e didome, çiyayên li nav sînorên bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê ne, mirovên li van deran dijîn û ji mafên xwe bêpar in û gelek tiştên din... Di fîlm de Leyla ku li mêrê xwe Mûrad digere ji Tirkiyeyê diçe Iraqê û ji pêşmergeyek bi navê Mardan alîkariyê dixwaze... Fîlm hêjayî temaşekirinê ye.

DerHênerê kurd Husên Hesen di vî fîlmî de ligel Hêlan Ebdullah, Îsmaîl Zagros û Feyyaz Dûman rola serlîstikvaniyê digire ser milên xwe.

"Ma'a Al-Fidda"

 

Belgefîlmê bi navê "Ma'a Al-Fidda (Gumuş Suyu: Suriye Otoportresi / Ava Sîmê: Otoportreyên Sûriyê)" ji aliyê dêrhênerê mişextbûyî Ossama Muhammed û aktîvîstê kurd Wiam Sîmav Bedirxan ve hatiye kişandin.Fîlm berê xwe dide şerê li Sûriyê. Fîlm 21'ê mehê û 22'yê mehê li Cinemaximum Fîtaşê derdikeve pêşberî temaşevanan.

 

"Der Imker/Mêşvan"

Belgefîlmê derhêner Mano Xelîl "Mêşvan" ku heta niha li gelek festîvalan hatiye nîşandayîn û xelat girtine vê carê li IF ISTANBUL'ê bû mêvan. Di fîlm de çîroka Îbrahîm Gezer ê ji Dêrsimê hatine koçber kirine tê nîşandayîn. Xalê Îbrahîm ku li Dêrsimê mêşvanî dike, dema koçber diçe bi çiyayên Swîsreyê jî dixwaze heman tiştî bike lê dê çawa destûrê ji dewletê bigire û karê xwe bike...

 

Her wiha di nav kurtefîlman de jî çend kurtefîlmên derhênerên kurd hene. Festîvala Fîlmên Serbixwe piştî Stenbolê dê here Enqere û Îzmîrê (li her du bajaran di navbera 26 reşemî 1 adar'ê de li dar dikeve) jî.

 

Diyarname