Share |

Fîlmeke Kurdî xelata yekem ya festîvala sînemayê ya kendavê anî

Fîlma (Helebçe..Zarok û wendahî), xelata mezin ya festîvala sînemayî ya kendavê ya sala 2012`an girt. Ev fîlma ku bi derhêneriya sînamkarê Kurd( Ekrem Heydo) ye,

basa çîroka (Elî Zimnako), ew zarokê Helebçeyî dike ku li karesata kîmyabarana Helebçeyê li sala (1988) revîne Êranê û ji aliyê malbateke Kurdê Rojhilatê Kurdistanê ve tê xwedî kirin û piştî (21) salan vedigere bajarê xwe û bi malbata xwe şa dibe.

Fîlm, di dema nîşandanê de, bala şanda jûrî dikşîne û weke baştirîn fîlma festîvalê tê destnîşan kirin.

Ekrem Heydo, wêneger û derhênerekî sînemayî yê Kurdê Rojhilatê Kurdistanê ye ku ji sala (1995) ve li Elmaniya dijî.

Hêjayî gotinê ye ku heta niha vê fîlmê di festîvala sînemayî ya Savpawlo li Brazîlê, festîvala Orn li Elmaniya, festîvala Amedê li Tirkiyê, festival sînemaya rasteqîne li Tehranê û festîvala hûnera heftemîn ya Kurdî li Lendenê xelat girtî ye.

 

PUKmedia/2012-04-17/13:27:02