Share |

Fîstîvala çîroka Kurdî a 9 li Qamişlo dest pê kir

Bi serpereştiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûryayê û beşdariya 35 çîrokbêjên ji Bakur û Rojhelatê Sûryayê ,

û bi tevlîbûna nivîskarên jı bakur û rojhilatê Kurdistanê û Holenda ,Siwêd û Birîtanyayê, çalakiyên 9'emîn fîstîvala çîroka Kurdî di bin dirûşmeya " çîroka bîra gelan e " di roja şemiyê 8 -6-2024an li bexçê xwendinê li bajarê Qamişlo , dest pê kir .

Fîstîval 5 rojan wê bidome

Di roja yekem de komîteya amadekar axaftina dest pêkê got, Desteya Çandê jî axavtina xwe got ,hunermend Ferec Derwîş û koma wê stran gotin, çîrokbêjan jî çîrokên xwe xwendin ,

Çîrokbêj û çîrokên wan ên hatin xwendin wiha ne

Luqman Yûsiv "Me hebû gundek"

Vejîna Kurd "Pelîn"

Selam Hisên "Hêvî da dibin rastî"

Lûceyn Hisên "Pisîka çav durig"

E'bas Mûsa "Bayê dûpişkan"

Xorşîd Xalid "Sawa nav têlan"