Share |

Festêvala Fîlmên Kurdî li Londonê dest pê dike

9emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dê li Picture Housê di 13ê Mijdarê de dest pê bike û heya 20ê Mijdarê bidome.

 

Tîma organizasyonê diyar kir, di festîvala îsal de 9 fîlm, 11 belgefîlm û 10 kurtêfîlm dê werin pêşandin.

 

Di destpêka festîvalê de fîlma derhênerê kurd Şewket Emîn Korkî ya bi navê “Memories On Ston” were nîşandan. Fîlma Korkî îsal xelatê Akademiya Oscarê ya beşa fîlma herî baş a biyanî werigirtibû.

 

Herwiha di festîvalê de herwiha fîlma bi navê “Berfo Ana” ku mijarê wê Sakine Cansiz û 2 hevalên wê yên ligel hatine qetilkirin e, bê nîşandan.

 

Hewlêr (Rûdaw)