Share |

Festîvala Filmên Kurdî li Amsterdamê destpê dike

Festîvala Filmên Kurdî ya Amsterdamê wê di rojên 10-11-12/ 5/2024 li Amsterdam paytexta Holandayê bi beşdariya çendîn kurte film û filmên dirêj yên kurdî bê lidarxistin.

 

Rûpela fermi ya festîvalê belav kiriye ku her sal festîval li ser parçeyekî Kurdistanê ye û festîvala îsal dê li ser Rojavayê Kurdistanê bisekine, ku tê de girîngiyek taybetî didin fîlmên ji Rojavayê Kurdistanê û derheqê wan û derhêner û hunermendên ji Rojava.

 

Her weha hatiye diyar kirin ku di roja yekemîn ya festîvalê de wê pênc filmên Kurdî bên nimayîşkirin ku her yek jê çîrokeke karîger ya civaka Kurd li xwe digre.

 

Festîvala Filmên Kurdî ya Amsterdamê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, posterê festîvala îsal jî ji aliyê wênekêşa kurd Elîf Qadirî ve hatiye çêkirin.

 

 

 

  Rûpela Festîvala Filmên Kurdî ya Amsterdamê