Share |

Filmê Kobanê Nûjîn li Almanya hat nimayişkirin

Filmê dokumêntî yê derhêner “Weysî Altay” yê ku li ser jinên berxwedana Kobanê hatîye dirustikirin li bajarê Bonê li Almanya hat nimayîşkirin.

Di filmê Nûjîn da berxwedana sê şervanên jin yên bi navê “Vîyan Peyman, Elîf Kobanî û Arjîn” di şerê Kobanê da tê dîyar kirin, lê piştî bi dawî anîna filmî her sê jin bi destê terorîstên Daişê di şerê Kobanê da hatîne şehîd kirin. Film navhatî heta niha pişikdarî çend festîvalên bîyanî û nafxweyî buye û di filme festîvala Duhok ya 3mîn ya navdewletî de û biryare heman film li Berlîn û Parîs û Vîyenayê jî bê nimayîşkirin..

 

WAR