Share |

Filma Kurdî "Bîrnanîn ser Berd" di festîvala Ebû-Dabî de xelat wergirt

     FILMA KURDÎ "BÎRNANÎN SER BERD"

Filma derhênêrê sînema ya Kurd Şewket Emîn Korkî li festîvala sînema ya navdewletî ya Ebû –Dabî xelata filmê sînema ya herî başr li ser asta cîhana Ereb wegirt.

 

Film çîroka komek ji sînemevanên Kurd ku derbarê operesyonên Enfal de filmekê dirustin dikin xeber dide, ev filma siyem a derhuner Şewket Emîn e, Emîn ji aliyê xwe ve got ev filma wî Birînanîn ser Berd  berdewama herdu filmên wî yên bihurîn e.

 

Li ser rûpela fermî ya Festîvalê derbarê filma Bîranîn bi ser Berd, hate gotin piştî filma Derbeya Destpêkê (2009) an de, Derhunerê Kurd Şewket Emîn bi filmeke siyem ( Bîranîn bi ser Berd ) vedigerê û bi sitîlekî ji sitîla xwe ya di filmê xwe ya bihurî de nîşanda ye, komkujiya Sadam Husên derheqê Kurdan li Herêma Kurdistanê di sala 1988`an de encamp da ye û operesyonên Enfal hatine naskirin û di encamê de 200 hezar welatiyên Kurd bûne qurbanî, hildigre dest.

 

Du dostên hevdu ji zaroketiyê ve nas dikin, digel her çendê projeyek wer zor û zehmete ji aliyên cuda ve bi teybet dîtina lîstikvana guncew ji bo rola serke,biryar didin ligel hev derbarê komkujiya Enfalan de filmekî dirust bikin.

 

Çîroka filmê wiha pê de diçe; Derhuner Husên (Husên Hesen) kurê nimayîşgirê filman a li ser destê leşkerên Sadam hate kuştin, ji bo hinek tişt ji bîranîn xwe vegerîne, çendê giranbiha be diwaze vê filmî dirust bike.

 

Piştî  ku Sînor keça rola sereke di filmê de bilîze, ji ber sedemên ku bi paşaroja wê girêdayî dipejrîne vê role bilîze, film berê xwe dide aliyeke din, ev kec ji aliyê destgirtiyê xwe ve ya kesek xwedî hişmendiyeke ekvnepereste rastî astengiyan tê, ev yek rê li ber cudahiyên surrealîte vedike navenda wê kesayetiyên ji rastiya Kurd a aloz tên û ev kesayetî kevne perestî û nexweşiyên di civaka Kurd e belavin eşkere dikin bi teybet Mêranî û hezkirina ji xwe, gendalî, hev ne pejrandin û girêdane kûr bi tore û kevneşopiyan.

 

Film barê dîrokê da ye ser xwe û di wê  metirsiyê de ye ku  ev dîrok  winda bibe û ji dest biçe.

 

PUKmedia