Share |

Folklornas û wêjevan Sadiq Behadîn Amîdî 1918-1982

Hozan Emîn  - Sadiq Behadînê Amîdî wêjevan û filoklorek nasekî bi nav û denge li devera Behdînan û di nava rewşenbîrên kurd de li tevayî Kurdistanê û zaniyarekî hêja

ye ku bi sala ye ji dil û can xizmeta zimanê folklora Kurdî kirye û hewl daye ku biparêze û xuya bike û ji windabûnê rizgar bike, û xwedanê gelek behemên hêja ye di wan waran de, û gelek gotar û lêkolînên bi nirx û hêja nivîsandine û di kovar û rojnameyên Kurdî de belav kirne mîna ( Hîwa-Ronahî-rojî Kurdistan-birayetî-defterî kurdewarî-nûserî kurd-hawkarî-beyan-rewşenbîrê niwê-korê zaniyarî yê kurdî) her weha gelek pirtûk jî nivîsandine û gelek ji wan çap û belav bûne li başûrê Kurdistan û Bexdadê bi zimanê Kurdî û Erebî, yek ji wan berheman jî pirtûka Folklora Kurdî ya ku tîpguhezîna wê bûye û ji aliyê weşanxaneya Lîs ve hatiye çapkirin û belavkirin.

berhema Folklora Kurdî yek ji wan berhemên hêja yê Sadiq Behadîn e û gelek çîrok û stran û kelepûr û efsane û detanên kurdî têde bi cîh kirine û nirxandine û nivîsandine.

 

Jiyana Sadiq Behadînê Amîdî:

  

Dadiq Behadîn Amîdî di sala 1918an de li bajarê Amediyê li başûrê kurdistanê ji dayik bûye, bavê wî alimekî olî naskirî bû li devera xwe û li ser destê wî dest bi perwerdeya olî û xwendina Qur’ana pîroz, dûvre xwendina xwe ya seretayî di sala 1932an de li bajarê xwe diqedîne, û dire bajarê Mûsilê bo berdewam kirina xwendina xwe û li wir di sala 1967an bawenameya xwe ya Amadeyî bi serkeftin diqedîne û paşê dire Bexdadê bo xwendina perwerdeya mamostetiyê ya bilind û piştî çar salan me’zûn dibe û bawernameya xwe ya bekeloriyosê di erdnîgariyê werdigre.

 

 piştî qedandina xwendina xwe di sala 1941an de û li payiza wê sale dibe mamostê civaknasiyê li amadeya Kerkok ya kuran, piştî wê tê veguheztin bo amadeya helebçe li parezgeha Silêmaniyê û li wir heft salan perwerdê dide. lid û wê dişînin bajarê Silêmaniyê sê salan û salekê li bajarê Zaxo, û paşê vedughezin bajarê Hît li parezgeha Enbar li navenda Iraqê li dawiyê jî li Bexdad bi cîh dibê û 17 salan li dibistanên wêyî Amadeyî perwerda erdnîgariyê dike.

 

lê piştî damezirandina rêveberiya lêkolînên Kurdî li Bexdad dibe alîkarê rêveberê giştî, piştî wê biriyara veguheztina wî bo zanîngeha Bexdad fekulta wêjeyî beşê wêje û zimanê Kurdî û mamostetî li wir kir di navbera .salên 1963 ta 1965an

 

 Mamostê Sadiq Behadîn yek ji wan kesên şehreza û zana di warê edebiyata Kurdî û ziman û folklore wê, ev hezkirina wî bo van babetan ji dema ku xwendevan bû li Mûsilê pêre peyda bû û di wê demê de gelek gotar û babetên hêja div î warî de dinivîsandin û rewla wî ber çav bû div î warî de û xebateke bê hempa dikir di xizmeta çand û Folklora kurdî û yekek ji wan kesên çalak bû di her karî de ku pêk dihat div î warî û endamekî zûrek bû di di nava saziyên kurdî li Bexdad di salên çilî de û gelek mijarên berketî û hêja di warê Folklor û çanda Kurdî û zimanê wê di beşê Kurdî li Radiyoya Bexdad heya salên 1956an û babetên bi nirx li kovara (Hêwa) de belav kirin.

 

  Mamosta Sadiq Behadîn yek ji damezrênerê sendîqa mamostên Iraqê ye di sala 1958an bû endamê wêyî çalak û xwedanê helwestê xurt di parastina maf û daxwazên Kurda û mafê parastina ziman û xwendin û perwerda bi zimanê kurdî û dîrok nasnama û edbiyata Kurdî bi taybetî di Kongiryea sendîqê de di salên 1959 û 1960an de.  

 

 her weha rewla wî berz û xuya bû di kongireya yekem de ya damezirandina yekîtiya nivîskarên Kurd de ku li Bexdad li 23-24 hizêrana sala 1970an de li darketibû, û hate hilbijartin bo serokatiya desteya rêveberiya kongirê û zanebûneke mezin kongire bi ser xist û biryarên girîng standin.

 

Berhemên wî:

Mamosta gelek pirtûkên hêja bi zimanê Kurdî nivîsandine her weha bi zimanê erebî jî çend berhemên wî hene, û hin destxet jî li pişt xwe hiştine li hêviya sazî û dezgehên Kurdî ne ku xwedî lê derkevin û werin çapkirin.

 

1-   îdîmêt Kurdî li çapxana şab ( Gel) li bexadyê sala 1972an hatiye çapkirin.

2-   Rêzimana Kurdî li bexdad sala 1973an hatiye çapkirin.

3-   Dîwana Cezîrî berhevkirin û şirovekirin li Bexdad sala 1977an çap bûye.

4-   Dîwana Pirtoyê hekarî li Bexdad sala 1978an de çap bûye.

5-   Nûbihara Ehmedê Xanî –Bexdad 1979 ( Lêkolîn û şirovekirin)

6-   Hozanvanêt Kurd Berhevkirin û şirovekirin –Bexdad 1980

7-   Xan û Man – çîrok û buyer – Bexdad 1080

8-   Mewlid nama Bateyî – berhevkirin û şirovekirin- Bexdad 1082

 

 

wexta ku mere li van berheman diner ku bi zimanê Kurdî û Erebî nivîsîne mere nasdike ku mamoste Sadiq Behadîn berhevkar û şirovekar û zaniyarek di ware Kelepûr û ziman û wêjeya Kurdî de û her weha gelek pirtûk wergerandine bo şagirtên xwe û di nava salên temenê xwe yî 64 salan de bê westan ked û cefak mezin dît heya çû ser dilovaniya xwedê di 16 hizêrana 1982an li Bexdad û li nava axa lê ji dayik bûbû spartin axê .

 

 çavkanî:

 

1- Kovara Elsewt Elaxer ( Dengê din) bi Erebî – Nivîskar Kerîm şehreza

 2- Pirtûka Folklora Kurdî.

 

 

 

jêder: Kovara Folklora Kurda hejmar 3