Şoreşa Sûriyê, bi serhildana zarokên Derayê, di bin banê peyvên romantîk de û li ber bayê bihara erebî destpêkir. Peyva azadiyê û peyva rûmetê di ezmanê Sûriyê de mîna du stêrkên geş
diçirisandin û bi sedhezaran xelkên Sûriyê ew herdu gotin kirin pêl û herikandin kolanên vî welatî. Ji roja yekem ve rejîma Sûriyê xwest ku vê şoreşê bike pevçûnên di navbera komikên terorîst û hêzên rejîmê de. Ji bo rejîm karibe vê daxwaza xwe bike rastî, dest bi kuştineke bêserûber kir û di pêvajoya çekdarîkirina şoreşê de biserket. Di wê navê re, komên îslamî hem ji hêla Siûdiyê û Qeter ve û hem ji hêla Tirkiyeyê ve ber bi sînorên Sûriyê ve kişiyan. Bi demê re hêdî hêdî dengê çek û tang û top û firokeyên şer bilind bû û dengê xelkên xwepêşandêr nizim û kêm bû. Di nav vê gelemşeyê de rêxistin û partiyên Kurdan mîna mirîşka ku şimik li serê wê ketibe li wan hatibû. Gêjbûnekê ew xistibûn bin baskên xwe û rêxistinên xortan û hevrêzên wan daketin kolanan. Meseleyê gellekî dirêj nekir û hevrêzên xortan ji hev ketin û belawela bûn. Dîsa yên ku li meydanê man, rêxistinên Kurdan bûn. Xwe bi rêxistin kirin û ketin nav hevbendî û nakokiyan û heta niha. Rewşeke wisa bi ser herêmên Kurdan ve hat, ku pareke mezin ji herêmên wan ketin destên wan û xwe li herêmên xwe birêxistin kirin. Vê yekê Tirkiye, berî hêzên îslamî û neteweperestên ereb, tirsand. Ji bo cilik ji bin lingên Kurdan bê kişandin û ti cih ji wan re di Sûriya sibe ya piştî ketina rejîmê de tine be, ji çar aliyan ve ketin nav tevgerê. Berî her tiştî hespê xwe yê “Terwada/Troya” yê kurd xurt kirin. Di nav Encûmena Niştimanî ya Sûriyê de komek bi navê koma kurd heye. Ew lingekî wê hespê bû. Ew berê amade bû. Lingê din jî xwefiroşên ku di bin navên yekîneyên leşkerî, bi navê Ketîba Mişel Temo û ketîba Azadî bûn. Lingê din jî Kurdên ku bawer kirine ku ev şer dijî rêxistineke kurdî ye û ne dijî miletê kurd e. Lingê çaran jî şoreşvanên facebookê û malperên Kurdan yên elektronîk in. Evên ku dijminahiya wana bi partiyeke kurd re ew kor kirine. Ew partî çi bike, çi neke, ew dev ji dijminahiya wê partiyê bernadin. Ango derdê wan ne rexnekirina şaşitiyên wê partiyê ne, belê dijminahiya wê ye. Di demên firehiyê de dengê van kesan bilind dibe û di demên şer û pevçûnan de, mîna nexweşên ku bi kuxikî ketibin, deng ji wan dernakeve. Lê heta ji wan tê, rola xwe di avakirina hespê de dilîzin.
Bi vî awayî çekdarên rihdirêj ku hem neteweperest in û hem jî li pey xewna dewleteke îslamî ne, li Tirkiyeyê gihiştin hev û bi piştgiriyeke mezin û bi çekên giran, bi tang û topan berê xwe dan Serê Kaniyê. Balkêş bû ku di vidyoyên ku van koman belav dikirin, dihate gotin ku ew li ser eniya yekem, cebha sereke ya şer in. Wekî ku cih û wargehên rejîma Sûriyê ne li Şamê, lê li Serê Kaniyê bin. Ji bo hebûna hespê xwe yê “Terwada” yê kurd misoger jî bikin, Kurdek bi navê Mueyed Şêxanî bi navê Ketîba Azadî derxistin pêş. Roja din jî laşê heman kesî, ku hatibû kuştin, derxistin ber kamerayan û ew wekî neviyekî Selahedînê Eyûbî, ku di şerê wan ê pîroz de şehîd ketiye, ji Kurdan berî Ereban re pêşkêş kirin. Ev şanoya nû, ku gellek şanoyên kevin yên dîroka Kurdan tînin bîra mirov, li ber çavê her kesî tê lîstin. Lê, dîsa jî her tişt li cihê xwe ye. Koma kurd hîna jî wekî koma kurd di Encûmena Niştimanî ya Sûriyê de ye, wisa jî hersê lingên din yên hespê me di cih de ne. Pê re jî, pirsa ku berê vê şoreşê li kû ye kete rojevê. Gelo şoreşa Sûriyê jî, mîna marê ku dev li teriya xwe kiribe, nexasim ku ev êriş bi navê Artêşa Azad dibin, li Serê Kaniyê dest bi xwarina teriyan dike û hêdî hêdî, piştî ku li Şamê û Himsê derb di serî de xwarin, li Serê Kaniyê dixwaze dawiya xwe bîne. Di nav vê xirecirê de, ji zû de ye ku min û gellek kesên wekî min bêriya peyva azadiyê kirine, lê nizanim çima nema pêjna wê li Sûriyê tê.
29/01/2013 Rûdaw