ez
mehkûmê şevên dirinde me
êşa xeyalên xwe
li ser pêlên okyanûsan
dineqişînim
dem min dinivisîne
ez jî heyaman dixwînim
herkes li biharan çîçekên rengîn
berhev dike
lê strî û kelemên rojên xopan jî
dikevin para min
li nav serma babilîsoka jiyanê
dişewitim
li ber çirûskên tava rojê
dicemidim
li kolanên bajarê biyanî
rondikên ziwa li quncikên tenha
dibarînim
di keservedena sîngê min de
şopa birîneke kûr
ji ewrên kevnar ma ye
porê spî û bedbextî
şahidê temenê min yê têkçûyî ne
li rêwitiya mirina bêdawî
destana xerîbekî gunehkar im
di destê gunehên giyana xwe de
maşika agirê dojehê me
şadiya şev û rojan
bi kirasê êş û kovanan
hatiye pêçandin
li nav gumana hestên jankêş
avjeniyê dikim
keştiya hesreta salên wêran
li bendergeha girava xerîb asê bû
sebira dilê şikestî û fedyok
di devê xençereke tûj de
nalenal e
şîfreya derûniya kul û kederên min
di hembêza bêxewiya şevên tenêtiyê de
veşartî ye
ji brûskên tûj
ji zarokê nava dilê xwe re
leyîstokên bayê azadiyê
ava dikim
çerxa feleka çaxên bêbext
feryad û fîxana min
qet nabihîze
werin min
di xewna awirên dilbera kezîzer de
binax bikin
Xizan Şîlan
2010-11-22
Stockholm