Share |

Gurzek Helbest ji dîwana (Geştek di baxê helbesta Bulgarî de) …Werger: Xurşîd Ilêwî

Bergê Dîwana (Geştek di baxê helbesta Bulgarî de)
Bergê Dîwana (Geştek di baxê helbesta Bulgarî de)

 

 

 

 

 

 

Xewna Qedexe

                           « Vladîmîr Lêvçêv »

 

Rabirdû ji xewê hişiyar nekin!

Ew bi we re xew dike û heman xewnan dibîne.

Gelek xewn hene ku hê wan bibîne !

Dema hişyar bû, pêve hilnekişin

Ewê mîna jîjo xwe bixe hev

​û stirîyên xwe der bike.

Û tê bi bêrîkirineke reş

​girêka rokê qul bikî

Êdî hûn nikarin wî bibînin.

Tenê, hûn dikarin

bi otomobîla mirinê bidin ser.

Rabirdû spehî û girînge

​lê xewneke jibîrkiriyîye.

Jê bigerin! Bila bi riya xwe de here!

 

********

 

Hesab

                       (Aleksandir Pêtrov)

 

Salê carekê

kincên negerek an jî bîranînan ez dişom,

û hijmarên telîfona kopî dikim

berî ku careke din wan bikar bînim

Salê carekê ez hêviyên şikestî komdikim

Wan serrast dikim û wan dûrî ramanên ne hevbeş datînim.

Di Buharê de -salê carekê

an dibe ku di Payîzê de be,

di salê de carekê dawîtirîn strana xwe ya dawî distrêm.

Salê carekê dimirim,

Salê carekê dibim,

dema bi ser evînê ve dibim

û paşre wê belawela dikim.

Salê carekê ez goman dikim

ku ez di terasê re bifirim

dibe ku yek kes bêriya min bike

Di bajarê minî yek mîlyon nifûs de,

dibe ku bi tenê yek kes bêriya min bike!...

 

 ********

 

KES CIHÊ TE DANAGIRE

                    (Elîsaveta Bagriyana)

 

Di vê malê de kesek şûna te nagire.

Kursiyê te li quncika min vala ye,

û vê carê ti kes rûpelên pirtûka min a nexwendî

naqulipîne.

Kes nîne, li ber derî, bi min re

şevên havîna bi stêrkan xemilandî temaşe bike,

ne jî kesek heye serê sibehê, gurza gulên

bi mendehoşî hatine hilbijartin bide dest min

Dema berf dibare kes nîne, bi evînî, şaleke germ bavêje ser milê min,

û di germa havînê de, piyaleke ava

sar ji Vîtoşa* bi nazikî têxe destê min.

Sal dibûrin; sal li pey salê

Demsal tên guhertin demsal li pey demsalê.

Bahoz radibe, berf dibare, şaxek ji

giraniya berfê yan ji fêkî dişke...

Tiştek li malê tuneye ku

her kelîk te bîne bîra min;

ne mûmên te yên bijare,

ne jî ruwê te yê di pirwazê de

bi dîwêr ve hilawistî.

Bi bayê derdora min re tu min hembêz dikî

Tu dikevî xwîna min

û jena dilê te di hinavê min de dijene

Kesî şûna te di vê malê de negirtiye

mala ku tu bi xwe jî derbas nebûyê.

                          -      -     -

*     Vîtoşa: Çiyayekî navdar li pala Sofyayê ye.

 

 

                                 ********

 

 

Monolog

                   Ji bo Oron P.

 

 

Ne bi min şêrîn e û

ne jî giring e

            jiyana min a taybet.

( dixwazim ji nû ve weke kuçikekî ji dayik bibim.)

 

                           ******

Ji bo exlaqan dijîm,

Ewên berpêşî exlaqên îroyîn.

Ev jî feydeya min e.

( Bi kêmanî ezê kûçikekî xwedî bikim.)

 

 

                           ******

Ji şîretên kesên din nefret dikim,

yên dixwazin şêwermendiyê bikin,

û min vegerînin nav hofka xwe:

( tenê di rewşin weha de ez har dibim ez gez dikim.)

 

                           *****

 

 

Naxwazim kesekî teybet bim,

ji ber ku bi rastî ez wesa me.

Lê, carinan pir zêde di lîstike de diçim... Û...

( Bi tena xwe ez dûvê xwe gez dikim.)

 

                           *****

Ji pêşerojeke kûr û dûr ez kavilekî seretayî me

bi bêrêzî hatime avêtin nav we.

( doh a min bi salên ronahiyê li pêşiya we ye.)

 

 

 

 

                               ************

 

Ji bo Dayika min.

 

                                   Xrîsto Fotêv

 

Dayê!

Weku herdem ezê vegerim.

Û weku herdem, ji nişkave, di tariyê de ezê têkevim pencera te.

Nemîne behitî û ji cihê xwe ranebe.

Xwe navêje himbêza min

li min meyzeke û rê bide çakêtê xwe ji xwekim.

Êzingan bînim, agir dadim û li ber lingên te dakevim sicûdê.

Bi girnijîn, xwe bi ser çentê min de xwar bike.

Ser cilûberg, pirtûk û ramanên min

û destê xwe yê pîroz di ser wan re bibe da ku giraniya wan cardin bi mi sivik bibe.

Netirse! Bal bi giyanê min ve were, pencerên wî paqij bike berî mêvan ji nişkêve li deriyê wî bixin

Çirisandina neynikê lê vegerîne .

Û tepsikên şikestî bi hestirên xwe yên zîvîn tijî bike

da ku bijîm- da ku herdem di ramanên xwe de hebûna te hilgirim.

Daye!

Ji kerema xwe, pîr nebe

û bi roj qet ji neynikê bawer neke.

Herdem li çavên mi meyzeke

û şerê xemgîniyê bike.

Bê hedan ji bo tenduristiya xwe şer bike.

û canê xwe ji qermîçonk û remedîlkên demê biparêze.

Nebêje quretiye; qapaniye

Carna lêvên xwe sor bike û çavê xwe kil bike..

Û nemire dayê nemre! Ez emir li te dikim !

Ta dawî

Ta dawî di jiyana min de be !

Di xirabtirîn xewnên min de diyar bibe

Bi fîstanê xwe yê sipî

bi çavên jinên herî bêdeng meyze bike ...

Da li xwe bizîvrim û ji nişkêve te di baranê de bibînim, di penceran, di balkonan, di nav daran û di hinavê xwe de te bibînim.

Dayê!

Min bi tenê nehêle ,

Dayê.

 

 

***********