Wêneyin ji paxila Efrînê
yan
Efsaneya zeytûnan
1
Li ser rêya rêwîtîyê
di navbera germa
havîn û xulmaşîyê de
bêxewîyê matmayî
liyana dilê min dirêsa.
2
Li ser kevîya bêhrîyê
jovanîya min
hestê gunehiyê sema dikir.
3
Bêhna zevîyên zeytûnan
xwe li rewanê min radipêça
li ber dergehê Efrînê
serxweşî hildiperikî
gewdê peyvên min.
4
Di kezeba rê de…
di rûçikê ruwê min de
şaxên zeytûnan
şemal vêdixistin.
5
Têhna tîrmehê
û çiyayên Efrînê
di kûrbûna serxweşîya min de
wenda dibûn.
6
Darên zeytûnan
di pêşwazîya min de
xwe radixistin
wek zarokekî şîrvekirî
min xwe diavêt himêza wan.
7
Dara merxê
di pêşwazîya min de
serî ditewand
bi çarpêya
diçûm destê wê.
8
Giriya…
dara hejîrê
dema min silav lêkir.
û çax di mista wê de
derbeder bû.
9
Li bandeva gundê Ayros
min bêhna qeymaxê sibehê dikir
û bêhna pêçîyên jinên Hûrîyan
li nîgaşê min dihêwirî.
10
Dengvedana mijûlbûnê
di kerîneka axê de dest hildida
Li wir..
cih di hizirê min de belawela dibû
û aso di hindirê min de
serhildana valahîyê lidardixist.
11
Li ber bişkorîna sipîdeyê
pencereyên dil sermest diman
û min guh nedida
westiyana rojê.
12
Li bandeva Kefersefrê
min mey ji dîmenên gelîyan werdigirt
û bi ser temenê perîşanîyê de
min dirijand.
13
Nizanim çima
rojekê nedigindirîm
paxila toza zeytûnê.
14
Ez û toza meydana Qêziqlê
di hev de vedigevizîn
min jibîrkir
ku çixareyekê li wir vexum.
15
Li bandeva gundê Kora
sêwîtî ji min dixeyidî
û tenahîya mêwê
taweşîya min dadiqurtand.
16
Li ber neynika çiyayê gewr
min porê wêneyên xwe şehkir
ez û mişextîya hejîrê
di hev de dihiliyan.
17
Ez û razên êvarên Efrînê
li ser litêma xewnan hildiweşiyan
rewrewkê
di hişyarîya min de za
û perîşanîyê
keşengîya xwe kawêj dikir.
18
Di wê şeva tîrmehî de
nizanim çima
di malzaroka zeytûnê de
hinekî min xwe dirêj nedikir.
19
Li pesara çiyayê Efrînê
neyîn û gerdûn
di hev de digeriyan
û destê min nediqerimî
li ber ruwê min.
20
Berî xatirxwestinê
çîvçîva serçeyekî jar
û xuşîna pelên daran
xirecira cih lidardixistin.
21
Di aramîya bêhna axê de
bêdengîya min
girîkî bêdeng dijenand.
22
Qurmê dara zeytûnê
dîroka kevin û nuh
li ber lingên min diherbiland.
23
Dema min xatir xwest
buxçeya rêwîtîya min ponijî
û sirûşa serdanê
bi canê min ve hildikişiya.
24
Dema ku meşiyam
hemû alî
di çavê min de
dibûn Efrîn.
25
Dibe ku ez sîya te bim Efrînê
û xemgînîya keleha Nebî Hûrî
bilorînim.
******************
Ez ê..
Li te
Li xwe
Li bermayên evîna nepenî bigerim.
Ez ê..
hemî çîrokên
di qelş û terkên destên jibîrkirî de
bi tîna bêhrîkirinê av bidim.
Ez ê..
xwe ji rêwiyan re
di gurzên ronahiyê de
narînek bedew raxînim.
Ez ê..
li peravê herdu gulîyên te
awaza ku tu jê hezdikî
ji evîn a ku bê re
ji şewat a ku bê re
ji bêhrîkirin a ku bê re
ji giyanê şemalan vejînim.
12.09.18
************************
Ew barana ku bariya..
ji ewrên gewriya min,
ji tuxmên henaseya min bariya
Û li gorî dînîtiya evînê
min xwe bi peşkên wê re berda
Min pê re Stira
Min pê re sema kir
Min pê re li her deverê giyan veda:
Baranê bi bar bi bar
Baranê xîmava tilîyên min vexwar
Baranê awazên giyanê min xwar
Baranê şîrava hestê min guvaşt
Baranê kaniya evîna min miçiqand
Hey wax li min yadê
ew barana ku bariya
çav
û
dil
û
destê min xwar î.
.
.
.
07.09.18
Ji rûpela Helbestvan Mehmûd Badilî