vê êvarê...
di xilmaşiyê de
dilê min dibije te
dilê min ê şûm
peyadar e di qelaçên sînga te de
hêlînên kewsûskan
vedixepêre
gûmaneke bihnperkî
xwe çeng dike sifirneyê
firte – firta dilxerabiyê ye
gelo dibe ku careke din
baran sîwana xwe
venegre?
û
rewanê me bi evînê şil neke?
***
Pertewa Deşta Mêrdînêyî tu Amûdê
Ji te û bi vir de
roj fêrî hilatinê dibe
Jiyan pêşî ji te destpêdike
û
Adîloş hînî pêsêrê dibe
Xweda te afirand
tu xwedanan diafirînî
Kî ne yên peykerên nemerdan
hildiweşînin?
Kî ne yên babetî peykeran
vedijînin?
Şeydaên te dîn in
Leyla yî tu
Dînên te konevan in
Kurdistanî tu
Konevanên te hestyar in
helbestî tu
Helbestevanên te Cezîrî ne
û
Selwa yî tu .
***
Dar hejîrokê
guharên te
di destên min de
qurifîn
gunehê te bû ji wê salê de
daran ber negirtin
heft salên din jî di pey re
min meyweyek wisa bi tam nexwar
ji xwe paş re ez dimirim
***
Tembûra min
ya ku carekê hingivî himbêza te
darê wê ter vegeriya
Tiliyên min ên dimovikan de kesaxandin
careke din pişkuvîn
***
Di govendê de
tiliya min guvaşt
Xwe vedize bin sîbera mêweke tirî
da sitranan ji te re bibêjim
***
Gelo hîn marên min têne te?
ma ne mewîjên lêvên te
dê çivîk bixuin.
***
Li hêviya evîna te
Peykerekî kevirî me
dîndar
nimêjker
Salmidêr birojî
jar û kesîre mam
destên li ber qesîsiya xweda vegirtî
di enîşkê de derizîn e
hêviya min ya dawî xalxalokeke sor e
bi tiliya min ya şehdeyê ve raplikî
Ji serê pêçiyên kermizî
ava baranên berê veduxî
di bin çinda firînê de
Çengên min herifîn.
>>>>>>>>>>>>>>