Share |

Gurzek Helbest ji pênûsa Helbestvan : Hozan Girkundê

Helbestvan : Hozan Girkundê
Helbestvan : Hozan Girkundê

 

Çaxa dilê min li bin barana

Dilê te dimeşe

Hemû

Demsal dibin bûhar

Lêvên zemînê

Bi xurista canê te re

Amûra hestan maç dikin ....!!

Çaxaaa

Tiliyên min

Di nêv porê te de

li xwe digerin

Û bihna sînga te

Ji destên min tê

Dikevim taya cizba te

Şepolên

Bê tebatiyê min dibin û tînin ....!!

Çaxaaa

Xeyalên me pêrgî

Hev dibin

Kevalên renge reng

Li ser dîwarên

Asoyên

Dêman têne nîgarkirin

Gatên firiştiyan

Di çeşmên

Perînazan de têne xwendin ......!!

Çaxaaa

Li ser riya sozan

Hêvî hêlana hatina te

Dihejînin

Gul di destên min de

Hêsirên

Kêfê dibarînin

Sitêrkên

Dîdariyê li ezmanê

Evîna me

Bê xew dimînin

Newazên

Dînbûnê

Badeya maçên şevê dinoşînin ...!!

 

 

*******

 

Bihna adarokên

Dêmên te

Min hînî kenê

Buharê

Dikin

Fenera jiyanê        ......           

Li ber neyjena

Şeva lal

Porê nameyan

Şeh dike

Di dilê xewê de

Xwe Ji bîr dike

Bangêrê jiyanê .......                 

Di berbanga

Sibeheke

Bedew

Bîranînên xwe

Bi dîwarê evîneke

Ji bîrbûyî

Dadilqîne

Azarvanê êşê ........               

Destarê

Bendewariyê

Digerîne

Li ser

Riya xewneke

Pêxwas

Li salên

Temenê bûrandî

Digere

Ziyana bê veger ........             

Bi bêrîkirina te

Dil destmêj

Digire

Û bi newaza

Lewendiya te

Xew

Ji dilê sibehê

Diteriqe

Berbanga evînê ........

 

 

***********

 

Di tîna canê min de

Vegevize

Giyan û giyan here ..!!

Were

Sînorên qedexekirî

Derbas bike

Agirê

Mêbûna min

Bi tundiya baranê

Vemrîne

Hestên minî

Sincirî

Di himbêza

Xweyî

Firiştî de sar bike ..!!

Min

Li ber

Gûrbûna

Maçan raxîne ..!!

Bi hestiyarî

Di cihokên berfê de

Biherike

Girêkên

Hûnayî veke

Ta ku

Di nêv

Destên te de

Winda bibim

Di

Taxaa

Sînga min de

Bilewlije

Min ji hewşa

Serxweşiyê

Bide hevdû

Di kenişta

Bêdengiya min de

Lemêja evîna dînbûnê bike ..!!

(. Diyarî ji bo hunermendê hestiyar )

(. Rûbar Hiso. )

 

 

*******

 

Her tiştî li pê xwe bihêle

Dest ji çîrokên

jiyanê berde

Tŭrikê êşan

Bi dîwarê narvînê de

Daliqîne

Û were

Li ser sînga hênik bŭna

Payizê

Li dewsa bênderan

Di nêva Tirabêlka

Sar ŭ cemidî de

Li ber sîka tenahiyê

Em konê evîna xwe

Li ser kuçikê hêviyan

Vegrin

Em têkevin

Zemawenda

Ser xweşiyê

Ŭ peyalên meyê

Li ser masa şevê

Bi hevdŭ re bugherin

Bi ser şenga

Mêbûna te de

Birjînim

Ji çavên dixsiya

Asîman em xwe

Veşêr in

Serê xwe li ser

Çonga demê

Deynin

Di himbêza xewa

Dil dariyê de

Rakevin

Û xwe ji bîr bikin

Ŭ bila destên min

Di dînbûna sînga te de

Bawî bibin

Em herin dawiya xeyalan

Agirê maçan

Di lêvên hev dû de

Dadin

Dîsa ji nûve rojên

Bûrandî vegerînin

Li qiraxa çemê bîr anînan

Bi fêrmiskên eşqê

Em tovên kulîlikan

Di zemîna temenekî nŭde av bidin ....!!

 

 

**************