Share |

Gurzek helbest ji pênûsa nivîskar :Dîlan şewqî

nivîskar :Dîlan şewqî
nivîskar :Dîlan şewqî

 

 

Agir 

 

Ji ku hat

Kengî çêbû ? kes nizane

Hinek dibêjin :  ew berhema  du kevirên evîndar e .

Hinek dibêjin : ew  verşiya  volkanekî  çiyayî ye .

Ez dibêjim : ew dilopên hêstirên Roka xweşik e

Hêstirên kêfê û hêstirên xem û îngirandinê ne .

Agir  ‘ şefeqa bayekî ne dîtî ye .

Agir  ‘ nifira hemû xwedayên ko hatin û çûn  e  .

Ew rûtirşî û rûkeniya Ezman e .

Agir ‘ bager  û  makdera pêşveçûna  gerdûnê ye .

 

2022

-------------------

 

Li ber dengê Çivîkan ‘

 bîranîna te dixwîn im .

ayet li dû ayetê ‘ durvê te tînim bîra xwe .

ez disojim û namirim

ji bo mirina te ez heme .

bi hebûna te re ez dimr im .

çûna te jindariya êşeke  Ezmanî ye .

çûn bi te serfiraz e .

tenê Çivîk sozdarê wan rojên geş in

dengê wan

bi kincê kêfê ‘ te tînin ber Çavê min .

li dûrî te ‘

ez pincareke bejî me .

ne reng ji min re heye .

ne bihn .  ne av û ne ken ji min re heye . 

ko tu hebûna ‘

 Kêzikê pîsik yê van dera ‘ berê xwe  ji  min ne dugherîn .

Ko tu hebûna !

Min Xizêma xwe ne dida Tolazê .

Ko tu hebûna ‘

Minê tarî derxista derve .

Li ber şewqa te ‘ minê laşê helbestê bi Mûrîkên dilê xwe bixemlanda .

Minê serxweşiya xwe bi te vekraya .

Tu nizan î .

Tu kaniyên mirî tînî nav destê min .

Lê  dûrî ‘  dilê xwe bi min dişo .

Gava ez navê te distrêm ‘ devê min şêrîn dibe .

Ewqasî tu Sêva buhuştê bû .

Ez ji te û ji buhuştê dûr ketim .

Tu zanî çima hilma te ji xewna min ne çûye ?

Tu zanî çima vexwarina te ‘ tadê li min nake ?

Ji ber  ko tihna te ‘ li gor cemeda min e .

Ez te  vexwer im .

Ez te kêşi im .

Ez Qinnê nava te me .

 

6  * 8  * 2022

-------------------------------------

 

 

Were ‘ em nerizin !

Ez û te em wek serme û germê ne ‘

Em ji hevdû direvin .

Tevgera me ‘ Çoleke bê Dar û Av e .

Wek konikê Pîrêpîrê qels û sist e .

Wek Qulla Marekî re ‘ tehlûke ye tevgera me .

De were em wek Polat û derzî bin .

Em ne rizin .

Em ji ewrên wek Hirça ne tirsin .

Em bi sarbûnê ne xapin .

Taya sar ‘ wek ya germ e .

Zû were dem dijmine .

Zû were sal bi Rokê re dimeşin .

Ez Qelaçekî Pûşim .

Nigê te ‘ bi xwêdanê girêdayî ne .

Vê gavê tu tune ye ‘ ez xwe dixum .

Di nav Porê min de ‘ tu bûye tayê sipî .

Tu wê Bîra kûr î .

Di nav Aviya te de ‘ ez Kulîlka tirsê Didim .

Ez û te ‘ em di nav xewna hevdû de diçêrin .

Go siyek ji me re hebe ‘ wê evîn be .

 

1* 8 * 2022