Min got
Min got û min got
Ta ku
Gotin û peyvê min
Di bin lingê tirs û şermezariyê de
Ji keçikanî ketin
Min deyaxa dil
Li ser rûpelên jînê bê nerx firot
Ta ku mûm û ronakên min
Di civatên şanogeriyê de
Bi navdarî vêketin
Min ferhenga baweriyan
Bi pêtên xweziyên dil sot
Piştî ku gotinên êvara
Ji kerxaneyên qulên dîwara
Rûşuştî derketin …
Bihara bi kîmkîm
Di mêrga min de
Niviya û çilmisî
Lê bêrîkirin û bîranînên min
Li dor perengên rastiyê
Mane şiyar û raneketin
Piştî ku
Kaniyên pênûsê çikiyan
Gurên har
Li ser riya kerwanên peyvên tal
Bi neyarî veketin ..
Min got û xwezî min bêtir bigota .
20 – 2 – 2004
Ev helbest di kovara jîn de hejmar 95 – 96 sal 2004 li şamê hatiye weşandin.
***********
Dunya derewîn
Erê dunyayê bê olê
Ji hevdû em raqetandin
Weka pezekî bê xwedî
Lê te em berdane çolê
Çiqas xweşbû dema berê
Bi zehmetî ku vegerê
Evqas dost û hevalên me
Çavên me li wan digerê
Heyî dunyayê heyî dunyayê
Ticar b`kêrî Kurda nayê
Her û her li wan xayinî
Tu xerabî bikêr nayê
Tevî dunya l`me xerabe
Kabê mejî mîr ranabe
Her tavêjin pik dikeve
Şaşitî ew ne ji kabe.
6 – 2 – 2017
Ev helbest bo hunermendê nemir Selah Osê hatibû şandin.
****
Gundê min
Xirbê şêx çi şêrîne
Tenişt gundê Girzîne
Herdû pismamê hevin
Eslê xwe degşûrîne
Çiqas gundê min xweşe
Şahî ji gund na meşe
Tevde ji hev hizdikin
Xewa li gund çi xweşe
Gelê gund tev jêhatî
Qîzên wan li hev hatî
Çi gundekî navdare
Dibêjin wan qerqatî
Dora gund tev kanîne
Her çax û dem heşîne
Xort û kal û pîrê me
Tev jîr û efendîne
****
Helbestek ji dil
Rawestiyam li tenişta dilberê
Bihêvî bûm serî rakê binerê
Ez westiyam ey zalimê ser piya
Her ji hestê min tu bike bawerê
Du sê peyvê hingivînî tu bêje
Hew vî cerg û dilê min bi kelêje
Min sayîlî belengazî binêre
Evî canî ne soje ne birêje
Ez rastgele rawestiyam li ba wê
Min nizanî têkevime tora wê
Nema karim xwe rizgarkim heware
Ne dûrkevim ji hevkêşa dilê wê
Xwedî xêrek nîne ku min şîretkê
Dermanekî ji derdan re peydakê
Min pepûkî min totakê belengaz
Ku ji pencê wê zalimî rizgarkê.
****
Ji rûpela helbestvan li ser facebook