Di vê jimara Nûbiharê de digel cûrbecûr nivîs, hîkaye û helbestan, hevpeyvînek jî heye.
Di jimarê de Seîd Veroj li ser Ahmed Ramizê Liceyî nivîsiye; Ahmed Ramiz di destpêka sedsala 20an de di nav Kurdên ku li Stenbolê dijiyan de yek ji kesên herî çalak e. Seîd Veroj bi berfirehî behsa Ahmed Ramiz kiriye…
Murad Celalî îjar di Şerefnameyê de rîwayetên li ser eslê Kurdan derbas dibin nivîsiye.
Merdan Newayî, Wehdeta wucûd di Dîwana Melayê Cizîrî de çawa derbas dibe û derbarê wehdet wucûdê fikrê Seîdê Kurdî çi ye, ev herdu kes muqayese kirine û tesîra Melayê Cizîrî ya li ser Seîdê Kurdî nîşan daye.
Abdurrahman Benek ji devê Ali Bate, jiyana kalikê wî Elîkê Betê nivîsiye.
Li ser du melayan du nivîs hene. Ahmed Seyarî li ser Dîwana Mela Eliyê Baqustanî, Nevzat Eminoğlu jî li ser Mela Zekiyê Amêdiyê nivîsiye…
Şi’reke nû ya Melayê Bateyî M. Xalid Sadînî peyda kiriye û di vê jimarê de weşandiye.
Hevpeyîna vê jimarê jî Nihad Gültekin bi nivîskarê Kurd Cemil Turan Bazidî re ku li Yewnanîstanê dije re kiriye. Hevpeyvîn têr û tije ye, hêjayî xwendinê ye.
Wekî din nivîsên van kesan hene: Berken Bereh, Shahîn Bekirê Sorekli, M. Xalid Sadînî, Rahmetullah Karakaya, Nasır Kemaloğlu, Dilazad A.R.T, Memê Mala Hine, Mahsûn Çakmak û Evdî Hesqera.
Şairên vê jimarê jî ev in: Rojen Barnas, Cîhan Roj, Mewlana Celaleddînê Romî, Berken Bereh, Talat İnanç, Aram Dêran, Hinara Tacdîn, Bamed Serdar, Sidîq Gorîcan, Mehmet Çelik, Firat Keklik û Mela Muhemed Gulnar…
Naveroka jimara 148an:
-Süleyman Çevik/Ji Edîtor
-Berken Bereh/Wêje û Psîkolojî
-Rojen Barnas/Li Serbajarê Têkoşînê
-Seîd Veroj/Kurdîzade Ahmed Ramiz: “Emrê min bihata firotin, bêteredud minê di riya Kurdan da serf bikira.”
-Cîhan Roj/SirênBetalnebûyî
-Murad Celalî/Di Şerefnameyê de Eslê Kurdan
-Mewlana Celaleddînê Romî/Ger Bêhna ‘Aşiq Teng Bibe (Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar)
-Merdan Newayî/Wehdeta Wucûdê li ba Melayê Cizîrî û Seîdê Kurdî
-Berken Bereh/Tirbêto
-Abdurrahman Benek/Alî Bate: Neviyê Elîkê Betê
-Talat İnanç/Dil û Xwez
-Shahîn Bekir Soreklî/Pîvaz
-M. Xalid Sadînî/Parçeyekî dî ji Dîwana Windayî: Şi’rek nû ji Melayê Bateyî
-Ahmet Seyari/Mersiyeyên Mela Eliyê Baqustanî -Ji aliyê Tema Ziman Teşe û Hunerên Edebî ve-
-Aram Dêran/Delal
-M. Xalid Sadînî/Siyaset û Muxtariya Ravînya
-Hinara Tajdîn/Qelem Zêriya
-Nevzat Eminoğlu/Alimekî Navdar û Berhemdar li Serheda Mûşê: Mela Zekiyê Amêdiyê
-Bamed Serdar/Xedra
-Sidîq Gorîcan/Du Haîkû
-Rahmetullah Karakaya/Delalê Delalê
-Cemil Turan Bazidî: 35 sal in ez dûrî welatê xwe me, lê qet jê neqetiyame! (Hevpeyvîn: Nihad Gültekin)
-Nasır Kemaloğlu/Zar, ziman û jiyan
-Dilazad A.R.T/Ji hêla naverokê ve analîzkirina pirtûka Şivanê Kurmanca ya Ereb Şemo
-Mehmet Çelik/Roja Tarî
-Memê Mala Hine/Xêrhatinek li du berhemên Edebiyata Zarokan a Kurdî: Du Legleg û Daweta Noko û Nîskê
-Mahsûn Çakmak/Risteyên ji wê Hayjêbûnê: Xezela Siyahpoş ya bi Tîpa “E”yê ve Paşserwa
-Firat Keklîk/Çavbirçîyê hevşabûnê
-Evdî Hesqera/Di Kilama Hedê Rebenê de Guhertina Peyvên “Bêbext” û “Xayîn”
-Mela Muhemed Gulnar (Tîpguhêzî/latînîzekirin: Sîpanî)/33ê 3ê Rêz Hasbîhal
Ji Edîtor
Bi jimara 148an merheba!
Her çiqas heta niha gelek karên hêja hatibin kirin jî bi potansiyela xwe ya îro em dikarin hê gelek karên baştir bikin. Ji aboriyê bigire hetanî kêmasiya qedroyên gihiştî astengî gelek in li pêş me, lê digel wê jî em dikarin hejmarên dewlemendtir û xweşiktir amade bikin.
Mala we nivîskarên hêja ava be hûn bi nivîsên xwe, bi keda xwe ya pîroz destek didine Nûbiharê. Her jimareke me bi nivîsên we dixemile û bi nivîsên we yên cûrbecûr Nûbihar digihêje xwendevanan.
Ji ber vê dixwazim li ser nivîsên ji me re tên çend gotinan bikim. Wekî em dizanin, dema hin nivîs bi wêne û belgeyan biweşin, nivîs bêhtir bi qîmet dibe û nivîskar jî fikr, peyam û tezên xwe baştir bi delîlan dikare îfade bike…
Rîcayek me ji we nivîskarên hêja heye: Dema hûn nivîsa xwe dişînin eger li cem we bi nivîsê ve aleqedar belge û foto hebin, ji kerema xwe digel nivîsa xwe wan foto û belgeyan jî xweşik scan bikin û bi rêya mailê bişînin. Li ser medya civakî neşînin, lewra otomotîkmen kalîteya wan belgeyana kêm dibe, ji ber vê di çapê de xweşik dernakevin.
Hetanî jimara din bi xatirê we...
Süleyman Çevik