Share |

Hejmara 9an a Kovara Temaşeyê derket.

Hejmara 9an a Kovara Temaşeyê (28-gulan-2024)    li ser malpera xwe hate weşandin. Kovar her demsal ango 3 mehan carekê dihate weşandin lê ji ber kar û barên kovarê û meseleyên aborî êdî dê çar mehan carekê were weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê ye, bi awayekî PDF tê daxistin.

 

Xwedî, berpirs û edîtor Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus in. Ridwan Xelîl bi edîtorî û rûpelsazîya xwe, Remezan Badem jî bi redaktorîya xwe ya kurmancî Mutlu Canî jî bi ya zazakî, Armanc Dayan bi alîkarîya medyaya civakî, edîtorî û herî dawî Amedhesen jî bi şêwirmendîya xwe di koma biçûk ya Temaşeyê da cih digirin.

 

Bi hejmara nehan Temaşe êdî 4 salê xwe diqedîne û bi vê jî şanaz û serbilind e.

 

Armanca mezin a kovarê ew e ku pêşî famkirin û rexneya sînemaya cîhanê paşê jî sînemaya kurdî, sermiyana kurd û kurdewariyê; ax, ziman û çanda kurdan bi nêrîn û rexneyan derxin ber sînemahezan.

 

Ji destpêka sînemayê heta sînemaya ewil ya Amerîkayê, sînemaya Hollywoodê, Pêlen sînemayê, sînemayên netewî û her wekî din sînemaya serbixwe û ya aktuel jî tê de cîh digire. Bi van sernavan Kovara Temaşeyê dikeve bin barekî mezin î giran û bi saya serê sînemahezan ev bar wê gelekî sivik û şêrîn bibe.

 

Ji bo destpêkê hejmara nehan bi mijarên curbecur yên nû ve tije ye. Mijareka mûhîm a sînemaya me û avakirina nasnameyê dest pê dike.

 

Ji aliyê din ve derhêner Ousmane Sembene bi fîlm û mijarên xwe hatîye nivisandin.

 

Derhênerê kurd yê ciwan Aram dildar roportajeke têr û tije daye kovarê û him fîlmê xwe him jî rewşa sînemayê diaxive.

 

Ji bilî van dîroka sînemaya dinyayê û ya kurdî û hin term û mijarên li ser sînemaya kurdî tê da cih digirin.

 

Analîzeka helbestkî li ser Bîraxaneyê hatîye çêkirin. 13. Festîvala fîlmên Kurdî ya Berlînê jî bûne mijarên vê hejmarê

 

Dewama nivîsa li ser Mînîmalîzmê vê hejmarê jî xwe domandîye. Nivîskarekî jî behsa favorî fîlmên xwe di vê hejmarê bi xwîneran ra parve kirîye.

 

Kovara Temaşeyê fîlmên ro û rojeva me jî daye nasandin û bi navê termên sînemayê ferhengokek amade kiriye. Her hejmar peyvên nû lê zêde dibin.

 

Kovara Temaşeyê bi sermiyanîya kurdî û kurdewarî berê xwe daye sînemaya cîhanê û ji wir dîsa vedigere mala kurdan û sînemaya kurdî dide temaşekirin.

 

 

Jêder : malpera Kovara temaşe