Pêşî, ji bo kesên ku elmanî nizanin û wateya gotina Beg nizanin, ez dixwazim wan herdû gotinan bidim naskirin. Eger ew herdu gotin hatin famkirin, dê hemû mijar hêsan bibe.
Hinek gotin hene, ji bilî gotina orîgînal ya bi zimanê wê yê resen be, dilê mirovan rehet nakin û wergerandina wan bo zimanên din hinekî ji hestê mirov diguherîne. Ji ber vê, gava ku ew peyv bi zimanê wê yê resen were gotin, çêtir e. Mînakên vê gotinê jî pir in, ji wan gotina MUXABERAT, yanî hêzên ewlekariyê yên dewletekê, lê tenê peyva Muxaberat dikare wateya wan hêzan li dewletên ereban bide.
Wekû wê jî gotina ku Helîm Yûsiv di vê pirtûka xwe de bi kar aniye, bêyî ku dest bide reseniya wê, ew jî gotina Ausländer e. Ew tê wateya kesên biyanî, yanî ne xelkên welat, me ji wan re digot; ejnebî. Li ba me ejnebî dihat wateya pêşketin, turîsim û xweşikbûnê, ku li ba elmanan ji ber ku ew miletekî pêşketî ne, gotina Ausländer tê wateyeke din, ku hinekî kêmtire (bi kêmanî di mejiyê me Ausländeran de wisa hatiye famkirin).
Ji ber wê jî nivîskar gotina Ausländer bi reseniya wê bi kar aniye, da ku dûrî wateya turîst û zanebûn û xweşikbûnê bikeve. Ew gotin Şivan perwer jî di stranek xwe de dibêje; „welat berdane hatin elmanya, bûne Ausländer hey gidî dinya.“
Beg jî, yek ji rutbeyên Osmaniyan bûn, didan kesên nêzîkî dewletê û li gora hejmara kesên ku li dû wî kesî hene. Yanî axe hebû ku li ser gundekî bû, beg li ser bajarekî bû û wisa jî efendî û tiştên din hebûn. Li ba me, yanî li wê herêma ku nivîskar çavkaniya peyvên xwe jê standiye, ew gotin nema bi wê wateyê tê bikaranîn. Peyva beg bûye weke peyveke tinazî û ji bo wî kesî tê gotin ew ê ku kar neke, an jî qedrekî ji qedrê xwe bêhtir bixwaze, an jî xwe nasnekiribe û xwe ji rastiya xwe mezintir bibîne.
Di hevgirtina di nava herdu peyvan de, gotina „Ausländer beg“ ya ku nivîskar ji bo pirtûka xwe ya nû hilbijartiye, mijara wê jî tê fêmkirin.
Mijara vê pirtûkê penaberên rojhilatî ne, ku li Elmanyayê bi cih bûne û ew bi çavê Began li xwe dinerin, lê her ew di çavê elmanan de Ausländer in.
Helîm Yûsiv, yê ku bi hêsanbûn û herikîna peyvên xwe, tê naskirin, herdem li bingeha peyvên xwe di nava kûrahiya zimanê kurdî yê resen de, digere û dûrî wergera ji zimanên din dikeve, ji ber wê, ti carî serê meriv ji xwendina berhemên wî naêşe. Gotinên wî hemû jî nû ne, lê ji wê ferhengek kevnar in, ku timî xwe nû dike. Nivîskar bi kurdî difikire û bi kurdî dinîvisîne û ji ber wê jî her kes ji me dikere pirtûkek wî hilgire û ji dê û bavê xwe re bixwîne. Bê guman, wê ew dê û bav heya dawî jî guhdar bikin, bê ku li wateya ti gotinan bipirsin.
Nivîskar, ji ber ku bi wî zimanî dinîvisîne, gelekî nêzîkî rastiya jiyanê dibe, gelek caran ez dibêjim qey behsa tiştên rastî qewimîne dike û gelek caran jî ez dibêjim qey behsa xwe dike û bi rastî jî ew gelek caran behsa xwe dike, eger ne behsa xwe dike, ez dibêjim qey ew behsa min dike.
Ev berhema nû ya Helîm Yûsiv ji derdekî giran dest pê dike, ew jî hêviyên xortekî ne. Gava dixwaze bibe nivîskar, ew nivîskarî, li ser milê wî, dibe sedema barekî giran ku nahêle jiyana xwe rehet bijî, hem jî dibe sedema ku ji welatê xwe derkeve û li welatên biyanî bibe Ausländer. Îcarê derdê biyaniyê ne tenê derdê bêrîkirina xelk û axê ye, na, li xerîbiyê ew derdê herî rehet e. Derdê giran di xerîbiyê de berî her tiştî, xwebicihkirina di nava civata nû de ye. Ew xwebicihkirin di nava civaka nû de dikare şaş be û ji ber wê jî dê gelek çîrok û cîvanok û pêkenok derkevin û ev pirtûk jî li ser wan çîrokan hatiye nîvisandin.
Nivîskarê pirtûkê bi derdê nivîskariyê û xortaniyê dest pê dike û dikeve nava jiyana Ausländeran. Geh bi ken û geh jî bi girî çîrokên wan vedibêje û di dawiyê de, bi mirinê û tehliyê bi dawî dike. wekû ku piştî civateke xweş û berî xatirxwestinê, xwediyê civatê qehweya tehil bide mêvanê xwe û wî bi rê bike, da ku em ji bîr nekin ku ken tenê jiyanê ava nake, lê li kêleka wê jî girî heye û hêsir jî çendî veşartî bin, lê di qorzîkên jiyanê de derdibin.
Piştî bîranîna nivîskarekî Ausländer, Helîm Yûsiv beşê yekê bi navê rengê ken reş e dinvîse û têde bi derdê yekemîn yê Ausländeran dest pê dike. Li pey wê, ketina kampên penaberan, bi destxistina mafê rûniştandinê, stendina pereyên ji bo jiyanê û bendewaiya malbatê ji bo alîkariyê. Her sê derdan bi çîrokjeke kin û şêrîn bi dawî dike, dibêje ku ( Ausländer Beg li Hayim, him li benda bersivê, him jî li benda serê mehê bû, ji bo meaş, Bersiv nedihat, lê serê mehê dihat, ev bû deh sal in ku diya wî li benda wî ye da ku hinekî ji meaşê xwe jê re bişîne)
Di beşê yekemîn de nivîskar berdewam behsa Ausländer Beg û Dîwarên asê, mêritiya du jinan, Auslänedrê helbestvan û Ker, çawa Ausländer dibe bav, dibe nivîskar û bi ingilîzî zane, dike.
Lê herî balkêş, gava ku behsa Ausländerê xwedî namûs û kultur dike û çawa Ausländer beg welatparêz e, lê carinan nexweş e, carinan turîst e û carinan ji xwe re cihekî dibîne. carinan derdê xesû yê dikşîne, carinan jê jî pirsa sen türk misin dibe bela serê wî, lê di dawiyê de demokrat û entelektul e.
Carinan jê dibe xwedî mal û carinan jê dibe xwediyê bankekê, carinan jê jî dibe qiral, lê êşa serî her dimîne û herî bêhtir jî serê wî diêşîne, şoreş in û nexweşiyên xerîb in. Carinan jê oldar e, carna jê xweziya xwe bi kuçkaniya van welatan tîne û halê kuçikan ji yê xwe baştir dibîne, û carinan jê, dikeve nava lepên xaltîka xwe ya xemgîn û bi saw ...û beşê wî yê duyem dest pê dike, dibe Xemgînî, û bi rengê girî sipî ye bi dawî dike..
Min pirtûka Helîm Yûsiv du caran xwend û her carekê min tiştên nû tê de didîtin. Nivîskar, derdê me hemûyan dinîvisîne, em hemû xwe tê de dibînin. Helîm Yûsiv me dinîvisîne ji ber ku xwe dinîvisîne.
Bi xwendina vê berhemê re xelkên li dûrî Elmanyayê wê gelek tiştan li ser jiyana me Ausländeran nas bikin.Wê zanibin ku tevî wan sûretên xweşik û birqokî û maseyên tijî rengê fêkî ku em ji wan re dişîn, tevî wê jî jiyan bi gelekî ji wisa tehiltir e, bi taybetî gava ku xwediyê axa welat bibe Ausländer û di nava karker û zana de ji xwe re cihekî nebîne.
Ausländerên me xwe bikin Beg û li hêviya ziyareta Sultan bimînin, daku wan ji begîtiyê hilde dereceyeke bilinditir, lê mixabin ku Ezraîl berî wî tê!!!
Kawa Şêxê
Elmanya
04.08.2012