Share |

Helîm Yûsiv Xelata Romana Kurdî stand

Bextiyar Elî par xelat girtibû, îsal wî xelat pêşkêşî Helîm Yûsiv kir
Bextiyar Elî par xelat girtibû, îsal wî xelat pêşkêşî Helîm Yûsiv kir

Li bajarê Silêmanî di Festîvala Çandî ya Endêşe de Xelata Romana Kurdî a îsal dan nivîskar Helîm Yûsiv.

Weşanxaneya Endêşe ku wekî mezintirîn weşanxaneya pirtûkên wêjeya kurdî ye (bi zaravayê Soranî, li başûrê Kurdistanê) ev 3'yemîn sal e ku festîvaleke rewşenbîrî û hunerî li dardixe. Festîval îsal di navbera 14-16'ê mehê de li dar ket û bi xelatdayînê bi dawî bû.

Festîval her sal nivîskar û xwendevanan tîne ba hev, bernameyên çandî li dar dixe û dûre jî romanivîskarek xelat dike. Di her du salên pêşî de bi navê Xelata Romana Kurdî xelat dabû Eta Nehayî (ji rojhilatê Kurdistanê) û Bextiyar Elî (ji başûrê Kurdistanê) vê carê ev xelat da nivîskar Helîm Yûsiv. Yûsiv roja dawî ya festîvalê bi merasimek xelata xwe ji destê romanivîskar Bextiyar Elî girt û sipasiya xwe ji bo amadekarên festîvalê kir.

Weşanxaneya Endêşa romana Helîm Yûsiv "Gava Ku Masî Tî Dibin" jî ji kurmancî kiribû soranî, çap kiribû û di festîvalê de pêşkêşî xwendevanan kiribû. Ji bo vê yekê di roja duyemîn a festîvalê de Helîm Yûsiv ji bo gelek mêvanên hatibûn festîvalê li ser roman û nivîskariyê axivîbû û dûre romana xwe ji bo xwendevanan îmze kiribû.

Festîvala Rewşenbîrî û Hunerî ya Endêşe bi awayekî serketî bi dawî bû û heta salek din xatir xwest.

 

Diyarname