Share |

Helîm Yusiv li ser Kovara Dîwar û Kongira Rewşenbên Rojava dipeyve...Hozan Emîn

Helîm Yusiv

Ji ber ku 25 sal di ser belavkirna çîroka yekem ya nvîskar Helîm Yusiv derbasbûye, bi vê helkeftê û her weha ji ber ku weşanxanye peywend li stenbolê ji nûve berhemên wî çap û belav dike,

li Sitanbol û Amed û Mêrdîn  behsa serborya xwe û serdemên nivîskariya xwe kir, yek ji deverên ku  semînar da Amed bû, me delîve dît vê hevpeyvînê pêre çêkin, û bi kêfixweşî berisva me da.

 

-          Tu karibe ronkirinekê li ser van vê simînarên te li darxistin Istanbol, Amed û Merdînê ?

 

-          Belê ev çalakî bi munasebeta destpêkirna, weşanxana,Peywend bi çabkirina çapa didwa ji berhemên min, ku heya niha sê berhem çap bûne, û li berin heya çend heyvên din, tevaya çap bikin, ev çalakî jî ji hêla vê weşanaxanê ve hatin rexistinkirin, li Istenbolê li weqfa Isma’îl Bişikçî û li Amedê li şaredariya mezin, û a Mêrdînê, li zaningeha Ortuklo.

 

-          Belê naveroka van civînan çibûn?

 

-          Bi helkefta balevbûna yekem çîroka a bi navê (tîskên kerê sipî) ku beriya 25 salan, di hefteya wêjeyî a yekîtiya nivîskarên Sûriyê ve hatibû belav kirin, di bi navê Afirandinên Gênca ku nivîsakarê naskirî şewêqî Bexdadî li ser disekinî.

 

Di van simînaran min behsa serboriya nifşên xwe, nivîskarên kurd li rojavayî Kurdistanê kir, û 25 slaiyê dawî ji nivîsa wêjeyî li wir, û astengiyên ku derdiketin pêşiya wan, nemaze çapkirin û belavkirina berhemên xwe, her weha min hin mînak jî dan, wek ew qaçaxçîtiya ku me li ser sînoran dikir, ta ku em pirtûkên xwe bighînin destê xewndevana.

 

-          Li gora we xem ne tenê nivîse, xema mestir çapkirin û balevakirina wna nivîsan e?

 

-          Raste, nivîsandin karekî xweşe, ji bo nivîsakerekî rehetiye peyda dike, ku bikaribe şewata nava xwe veguheze ser kaxeza, yan raghîne, li vir karê wî nivîskarî diqede, li çem Kurda nivîskar ji wir destpêdike, ji ber qunxên zehmetir li pêşiya wî ne, di çap û belavkirnê de.

 

-          Li gel karê xweyî nivîskarî de, tu di warê raghindinê de jî gelek xebatên bi nirx kirine?

 

-          Belê di ber nivîskariyê re, tim karê rojnemevaniyê çi di warê telvizyon an rojnama û kovar de bin, tim ez pê mijûlim bûm û bala min dikşand, ji ber ku nivîsandina pirtûkekê dû heya sê salan wext dikşîne, heya ku ronahiyê dibîne, di nava van sê salan de mere xwe tim heyceyî dan û standinê dibîne, ji ber weha kerê rojnemevanî wek penceryekê rojane ye ku tu hewak nû dikşîne, çi di warê wêjê an jî siyasetê an çivakê de be, min hewcedariya xwe pê didît û li ser vê bingehê, piştî ku ez ji Sûriyê derketim, û li welatê Almaniya neştecîh bûm sala 2000an, ew derfet li pêşiya min vebû, û min 11 salan bê rawestan pirogramek wêjeyî bi navê (Gava Siyemîn)li ser ekrana Mediya tv û roj tv çêkir, û vê dawiyê (Deriyê Din)li ser Ronahî tv berdewame bi navekî û naverokeke nû.

 

-          Belê ti Edîtoriya Kovarekêkê bi navê Dîwar dike, em dixwazin tu behsa vê tecrubeyê jî bike?

 

-          Belê Kovara Dîwar, ev salek derdikeve, kovarek mehane û Wêjeyî ye, li xurû bi Kurmacî ye, û li Almaniya çap dibe, û derbasî Kurdistanê dibe, em sê kesin li ser disekinin, xudanê wê Agirî Soran e, di gel nivîskar Cemîl ogus, me pêdivî dît ku kovarek wêjeyî mehane hebe, ji ber ku ne li Kurdistanê û ne li derve, kovarek wêjeyî mehane tune bû, va salek derbas bû di hinek deveran em bi ser ketin, û di hin deveran de em likumîn, lê bi rastî me zehmetiyek mezin dît bi taybetî di warê belavkirina kovarê de, û di warê peydakirina aboneyan dît, û astengî di warê fînansekirinê de heye, lê bi gelenperî de belavkirin û gihandina wan di wextê wê de zehmetîk hîn mestir bû, loma em neçar diman ku em du jimaran bi yek kovarî derxînin, niha emê rewşa xwe binrxînin, û binerin ku em dikarin berdewab bikin yan na.

 

-          Hûn li berin ji nû ve, hevgirtina reşenbîrên rojava vejînin, wê belavok belav kirye û hûnê Kongira xwe ya 4an li darxin?

 

-          Raste, ev hevgirtin di nîsana sala 2004an li Siwêdê hatiye avakirin, û wek encamekê ji encamên serhildana 12 Adarê bû, piştî ku gelê me serî rakir û ew dîwarên tirsê xistin, em rewşenbîrên kurd me pêdivî dît ku em jî karekî bikin, di hemî biwarên rewşenbîrî, heya hunerî, xwe bighînin hev û karibin dengê xwe bighînin hindirê welat, û karibin bi erkê xwe rabin bernaberî gelê xwe, û malperek bi navê Rojava.net hate vekirin, û kovarek bi navê Orkêş hat derxistin, lê piştî kongirê sisiya karên wê sist û sar bû û rawestiya, heya van demên dawî ku pêşketinên li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê çêdibin, hişt ku em dîsa bifikirin bi vejandina wê hevgirtinê ku karibe dîsa bi awayekî, dengêkî bi hevre û rewlekî hevpişk bilîzin, me wek komîta amadekar, biryar û me bangek derxist, ku em 25-26 meha çilê paşî li bajarê bilîfelt li Almaniya li hev bicivin ji bo em kongirê xwe yê çaran li darxin û ji bo agahdariya endam û tevayî rewşenbîrên kurd ê rojava hebe û karibin beşdar bibin.

 

-          Çi li ber destê we heye, ku hûn pêşkêşî xwendevanên xwe bikin?

 

-          Li gora peymana min û weşanxana Peywend, heya meha gulanê çapa didwan ji hemo berhemên min derkeve, di gel romana min ya ku ez bi salan li ser dixebitim û ez gelek pêre westiyame ez bi hêvî me biqede û ew jî çap û belav bibe.