Share |

Helbestvanê bi navê Kurdistanê beşdarî festîvalên navnetewî dibe Hisên Hebeş… Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

Helbestvan Hisên Hebeş
Helbestvan Hisên Hebeş

 

 

 

1.Birêz Hisên Hebeş, çîroka te û helbestê çawa destpêkir, helbestê li deriyê te xist yan te?

Ev pirs min vedigerîne gelek salên dûr û bihurî! Bi rastî, çîroka min ya ku bi helbestê û nivîsandina wê re, ji zarokatiya de dest pê kiriye. Di destpêkê de ew di bin bandora helbestvanê hêja Hemid Bedraxan de bû, ku li gundê min, gundê Şiyê (li herêma Efrînê) ji aliyê her kesî ve cihê rêz û hurmetê bû, wî bala min kişand ser girîngiya nivîsandinê bi giştî û nivîsandina helbestê bi taybetî. Min di bin bandora wî de çirûskên ku hinekî nêzîkî helbestan xuya dibûn dinivîsandin. Paşê pêwendiya min bi nivîsandina helbestê re bêtir bû, û di qonaxa zanîngehê de (Zanîngeha Helebê) gelek xurt û kûr bû, ji bilî xwendina pirtûkên zanîngehê, min gelek pirtûkên curbecur yên helbest, roman, şano, felsefe, raman û efsane xwendin û wê xwendinê, li kêleka ezmûneyên din, giyanê min bêtir bi helbest û nivîsandina wê ve girêda û gelek nerînên min cuda kirin û guhartin, û asoyên min jî fireh kirin. Ji wê demê de û heta roja îro helbest li deriyê dilê min dixe û bê ku dudilî bibim jê re, bi germahî û evîneke mezin, vekim û ez jî li deriyê dilê wê dixim, ew carinan bi evînî ji min re vedike û carinan nazdariyê dike û bi derengî vedike. Lê pêwendiya me berdewam e, em bêyî planan rastî hevdû tên û digihînin hev, û bi hezkirineke bêhempa hevdû himbêz dikin.

10 roj û metelek din

Xweda erd û ezman

Di 7 rojan de avakir.

Di kenê te de 10 rojan ma!

Lê dema xwestibû

Rokê di sînga ezmên de bi cih bike

Metel mabû ko ê çewa

Dest pê bike

Lê gava çav li navika te ket

Metelmayîna xwe deyna aliyekî

Û rok mîna navika te

Gilover û xweşik çêkir.

2.Tê gotin, her helbestvanek demsal û demên xwe yên nivîsandina helbestê hene, ji bo te jî ev dem hene yan bê sînore?

Ji bo min nivîsandina helbestê bi dem û demsalan, bi kat û katijmêran ve ne girêdayî ye û nayê girêdan, ne ez vê yekê dikarim bikim û ne jî helbest dipejirîne. Bi ya min helbest tê yan nayê, ew bi kêfa xwe ye, û dema hatina xwe bixwe destnîşan dike. Di navbera me de pêşmercên taybet tune ne, eger ku ew bixwaze bê ewê bê, ne havîn, ne zivistan, ne bihar û ne jî payîz dikarê wê rawestîne. Ne serma, ne germa, ne şev, ne roj û ne jî tu hêz di cîhanê de dikare wê rawestîne... û tabî berovajî vê jî rast e. Lê li bal min weke ku diyar dibe, dema ku ez rêwî bim, li gerê bim, li cihên dûr bim û pêwendiya min bi çand û şaristaniyên xerîb û cihêreng re bin, ez hinekî bêtir dinivîsim.

Bi kurtî, ger helbest bê, helbestvan ta ku bi lingên xwe di zindanekê de daliqandî be jî, dikare wê bigire û binivîsîne!

3.Li gor dîtina te di roja îro de helbesta Rojavayê Kurdistanê di çi astê de ye?

Nêrîna min li ser vê mijarê cuda ye, berevajî gelek hevalên helbestvan ez dibînim ku rewşa helbesta kurdî baş e û di qadeke bilind de ye, çi li Rojava û çi jî li seranserî Kurdistanê. Gelek helbestvanên kurd hene, ku helbestên bedew û bi asteke hunerî pir bilind dinivîsin, û helbestên wan ne kêmtirî helbestên ku niha li cîhanê tên nivîsandin ne, lê mixabin rexneya kurdî li şûn e (yan jî tune ye) û nikare zîwan û genim ji hevdû derxe û venaqetîne, rê li pêşiya xwendevanan rast û dûz bike ku bê zehmetî bigihînin kûrahiya helbesta kurdî ya resen û bejinbilind, û xweşbûna çêşa wê di giyanê xwe de hest bikin.

4.Heta îro cenabê te beşdarî bi dehên festîvalên navnetewî bûye, gelo beşdariya te di van festîvalan de bi navê Sûriye yan tu mercên xwe dibêjî û weku Kurd û ji Kurdistanê beşdar dibî?

Bêguman bi navê KURDISTANê ye. Min digot û hîn jî dibêjim, ez Kurd im û KURDISTAN jî welatê min e, çawa ku Fransî ji Fransayê ne, Meksîkî ji Meksîkayê ne û Çîn jî ji Çînê ne, ez jî Kurd im ji KURDISTANê me, û welatekî min din tune ye. Ev yeka li ba min zelal e û têde gotûbêj nabe. Eger ku rojeke ji rojan we dît ku navê Sûriyê yan jî welatekî din li kêleka navê min e, bizanibin ku ev yek ne bi ya min e û bêyî hay û daxwaza min çêbûye.

Bizanibe ez mirim

Eger rojekê tu hatî û ez nedîtim

Bizanibe ko ez li wirim.

Eger tu hatî wir jî û dîsa ez nedîtim

Bizanibe ko ez li cihekî dûrtirim.

Eger tu hatî wî cihê dûrtir jî

Û dîsa ez nedîtim

Xemgîn nebe,

Kulîlkek sor di dilê axê de biçîne

Û bizanibe ko ez mirim.

5.Kek Hisên Hebeş, li gor min kar û xebata we şopand, weku tu li Kolombiya, Nîkaragwa, Fransa, Porto Rîko, Meksîka, Almanya, Romanya, Lîtwanya, Mexrêb, Ekwador, El Salvador, Kosova, Makedonya, Kosta Rîka, Slovenya, Çîn, Taywan, Kûba, Swêd û New Yorkê… tê naskirin û tu ji aliyê van welatan ve hatiyî vexwendin, lê di nav Kurdan de tu pir nayê naskirin, çima?

Ger wisa be, ez jî wek te dipirsim çima?

Belkî ez dûrî sazî û dezgehên wêje û çanda kurdî me, dûrî hevgirtin û yekîtiyên nivîskarên kurda me, dûrî komele û enstîtuyên kurda me, dûrî partiyên kurdan me û ne grêdayî tu kesî me, dûrî televizyon, çapemenî û medyaya kurdî me... Di têkiliyan ne baş im, pê nizanim û nikarim bikim. Bi van hemû tiştan nafikirim û serê xwe jî pê naêşînim. Ji bo min tiştê herî girîng xwendin û nivîsandin e û danasîna cîhanê bi wêje û helbesta kurdî ye. Kulîlkên helbesta min di tariyê de, di tenahiyê de û dûrbûnê de şîn didin û dibişkivin, û di pê re, di bin navê min de, di bin navê bajarê min î birîdar de (Efrîn) û di bin navê welatê min Kurdistan de difirin her çar aliyê cîhanê û belav dibin, û ev jî têra min dike û ji bo min baş û bes e.

6.Tu dikarî hinekî li ser antolojiya ku te bi navê (Peace for Afrin... Peace for Kurdistan) amadekiriye biaxifî?

Di destpêka êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrîna dilê min di sala 2018’an de, min bangek li nivîskar û helbestvanên cîhanê kir ku piştgiriya bajarê min bikin û êrîşên ku li ser wê tên kirin şermezar bikin û li ser banga min îmze bikin. Ji çar aliyên cîhanê nivîskar, helbestvan, fîlozof, hunermend, sînemager, şanoger, wênekêş û dengbêjan piştgiriya banga min kirin û bê şert û merc îmze kirin. Hejmara kesên ku îmze kirine "Du Hezar"derbas kir, bi rastî ev hejmar ji bo min surprîzeke pir mezin bû. Piştî dagîrkirina Efrînê min careke din bang li helbestvanên cîhanê kir ku hestên xwe di riya nivîsandina helbestekê re li ser trajediya Efrînê bi taybetî û li ser Kurdistanê bi giştî binivîsin, bi dehan helbestvan ji her çar aliyên cîhanê bersiva banga min dan û ji min re helbestên xwe şandin. Antolojî di sala 2019-an de li Berlînê bi zimanê Îngilîzî û Spanî û bi navê min û navê helbestvana Taywanî "Miao-yi Tu"hate çapkirin, ku wê alîkariyeke biçûk ji bo Antolojiyê bi min re kiribû. Hêjayî gotinê ye ku 75 helbestvan beşdarî antolojiyê bûn.

Tîbûn

Ji kaniyê

Têr av vexwar.

Û li benda hatina te

Ji tîbûna re

Mir!

7.Li ser mijara antolojiyan, tu dikarî ji me re bibêjî ku helbestên te di çend antolojiyên navneteweyî de û bi kîjan zimanan hatine weşandin?

Helbestên min di bêtirî "Şêst"antolojiyên navneteweyî de hatine belav kirin, dibe ku hejmar bêtir be jî, lê bi rastî ez tam nizanim çiqas e, û ji bo kîjan zimanan, ew jî gelek in û ez wan jî nizanim çiqas in!

8.Ev bû bi dehên salan li Almaniya dijî, xerîbiyê çi bandor li te kiriye di warê helbestê de çi erênî çi neyînî?

Berê min gelek gilî, gazind û nerazîbûna xwe ji vê xerîbiyê re diyar dikir, ez pir diêşiyam, xemgîn dibûm û bêpar dimam, lê hedî hêdî ez bi rewşa wê re lihevhatim û dostaniya me baş û xortir bû. Xerîbiyê çavên min li gelek çandên curebicur û dewlemend vekirin û pê danasîn. Ez hiştim ku bi rojane, bi gelek ziman û mirovên xudî ramanên cude di têkeliyê de bim. Wê zimanekî nû da min û fêrkirim (zimanê Almanî), ku ez pê bêyî pirsgirêkên mezin Goethe, Rilke, Höldrin, Novalis û Schiller dixwînim. Pasporteke bi hêza hezar hespî diyarî min kir ku ez pê bikaribim, bê asteng û mercên giran, li welat û parzemînan bigerim. Ji min re deriyê nivîsandina bêyî tirs û tabû, û bi azadiyeke bêsînor vekir. Wê dîtin û nerînên min li ser min bixwe û li ser cîhanê fireh kirin, û kir ku helbesta min herdem bi çavên vekirî û tije ronahî kûr û dûr binêre. Wê derfeteke zêrîn da min ku ez ji nû ve hişmend, hizir, çand û nerînên xwe bi rengekî nû û cuda lê vegerim û nû bikim. Di xerîbiyê de ezmûneya min dewlemend bû, nivîsa min mezin bû, asoyên min berfireh bûn, jiyana min bi her aliyekî de şax da, serpêhatiyên min bêtir bûn û dîtina min li ser jiyanê, gerdûn û hebûnê û nebûnê berfireh bû.

9.Ji ezmûna ger û jîna te ya helbestê, divê helbestvan çawa be, taybetmendiyên helbestvaniyê çi ne?

Beriya her tiştî divê helbestvan, çi di jiyanê de û çi jî di nivîsandinê de, helbestvan be. Divê helbestvan di rabûn û rûniştina xwe de, di rêwîtî û gera xwe de, li gel heval û hogirên xwe, bi hevala xer re, li meyxane û qehwexaneyan de û li hemû der û deveran helbestvan be û giyanê helbestvanî di giyanê wî de be. Divê helbestvan di hemû kirin û kiryarên xwe de helbestvan be, û bi tu awayî dev ji vê dînbûna xweşik, bêhempa, cuda û matmayî bernade. Di dema nivîsandinê de divê helbestvan dev ji mercên hunerî bernede, hêz û kûrbûna helbestê bi bilind bûna hunera tê de girêdayî ye. Di dema nivîsandinê de divê helbestvan ji nivîsandinê pê ve bi tiştekî din xwe mijûl neke, ne bi xwendevanan, ne bi ragihandinê, ne bi pesinandinê, ne bi civakê û ne bi tiştekî din ku wî dûrî çarçoveya xeyal û nivîsandinê bike. Divê helbestvan bi guman be, pirsan bike, xwe bi tiştên nenas û veşartî mijûl bike, ne razî be û çavên wî herdem li pêşkêşkirina tiştên kûr û dûr be. Bi ser de jî divê helbestvan dîn be, serhildêr be, hişyar be, cuda be, hestiyar be, xwendevanekî baş be û haya wî ji hemû bûyerên ku li derdora wî û di cîhanê diqewimin hebe. Û bi ser van hemû tiştan de divê helbest bi asteke bilind û bi wateyên kûr be, û dema bê xwendin divê serrast bêhna wê derbasî henasan bibe û ew lêdana dil di cî de bike dîlan, divê bandoreke ji ronahiyê, kûr û xweş di giyan meriv de bihêle.

10.Bi zimankî helbestvanî Efrîn ji bo te tê çi wateyê?

Efrîn dayik û bavê min e, birîna min ya herî mezin e. Efrîn dil, giyan û hebûna min e. Heya ku xencera dagirkeriyê di dil, pişt û tevahiya laşê wê de be, ez ê tu carî aram nebim, tu carî ez ê reşî û xemgîniyê ji dilê xwe venekim. Efrîn ji aliyekî din ve bûka Kurdistanê ye, na ew Kurdistan bi xwe ye.

11.Gotina dawî

Spasiya te û rojnameya Evro dikim ku we ev derfet ji min re vekir, û herdem serkeftinê ji we re dixwazim.

Jêder rojnameya Evro hejmara 3110/2022.3.2