Share |

Helbestvanê hezkiriyê Kurdistanê Mela Ehmedê Palo

Hejmarek ji helbestvanên kurd li Rojavayê Kurdistanê bûne navdar û xwedî bandor. Lê berhemên gellek dahêneran ji wan hatine piştguhkirin. Herwiha jiyana wan jî di hejariyê de derbas bû û destnivîsên beşekî ji wan winda bûn.

Yek ji wan helbestvanan Mela Ehmedê Palo bû, ku ji bakurê Kurdistanê daketibû Rojavayê Kurdistanê û salên xwe yên dawiyê li gundê Cirnikê yê ser bi bajarê Qamişlo borandin. Hêj piraniya berhemên wî nehatine çapkirin û belavkirin.

Mela Ehmedê Palo yek ji dahênerên helbesta klasîk a kurdî bû.

Sala 1920an li bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Ji sala 1936an ve li Rojavayê Kurdistanê niştecî bû.

Navborî di zaroktiya xwede bê dê û bav dimîne. Êdî jiyaneke zehmet derbas dike. her wî guhdaneke mezin da zimanan û ew bi zimanên kurdî, erebî, farisî û tirkî şareza bû. Di kurdî de jî bi şêwezarên kurmancî, soranî û dumilî dizanîbû.

Gellek berhemên Melayê Palo hene, lê tenê beşekî hindik ji wan berheman hate çapkirin û belavkirin.

Dastaneke navborî bi sernavê “Civîna Nemiran” heye, ji 10 hezar malikan pêk tê. Pirtûka wî ya “Rêzimanê Kurdî” piştî 20 salan ji koçbûna wî hate çapkirin, herwiha 2 ferhengên wî yên neçapirî hene, ligel çend dîwanên helbestan, ji wan jî “Dewr û Gera Kurdistanê” hate çapkirin.

Xelatek bi navê Melayê Palo pêk hatiye, ku her salê nivîskarek wê xelatê werdigire.

Li gorî Melayê Palo diya rastî welat e:

Diya rastî ev e ku jê derî tû

Bi pê jîr û şiyar û serwerî tû

Bi pê nava cihanê xo dibînî

Li ser wê tu nexweş û dilbirîn î

Xewa şêrîn ji bona wê tu nîne

ji bona te dizanim har û dîn e

Ne heyf e ku bihêlî tu perîşan

Di bin destê neyar û derd û êşan

Mela Ehmedê Palo salên dawiyê ji jiyana xwe di nexweşî û êşê de borandin û roja 9ê gulana 1991ê ji vê jiyanê bar kir û gencîneyek ji berheman li şûna xwe hişt.

 

  XALİD CEMİL MİHEMED  -Hewlêr (Rûdaw)