Share |

Helbestvanê Kurd Îbrahîm Metînî (1909 – 2001)...Konê Reş

Helbestvanê Kurd Îbrahîm Metînî

Îbrahîm Metînî kî bû?Ew helbestvanê kurdên Libnanê ye. Evîndarê Kurd û Kurdistanê bû.. Sofiyekî Mîr Kamîran Bedirxan bû.. Hezkerê ziman û peyva kurdî a resen bû.. Ew ji Kurdistana bakur, çiyayê Omeriyan, gundê Metîna ye..

Di sala 1909an li gundê Metîna hatiye ser rûyê dinyê. Di sala 1930î de derbasî binya xeta Fransawî bûye, anku hatiye nav kurdên Rojava. Çend salekî mala wî li bajarê Amûdê û Qamişlo maye û li van herdû bajaran dostaniya wî bi nivîskarên kovara Hawarê re çêbûye, di serê wan de seydayê Cegerxwîn.. Di dawiya salên 1930î de mala xwe barkiriye Beyrûtê û li wir dostaniyek mezin di navbera wî û Mîr Dr. Kamîran Bedirxan de çêbûye.. Wê dostaniyê dirêjkiriye ta bi mirinê..

Îbrahîm Metînî; komek helbest bi zimanê Kurdî hunandine, lê mixabin ta niha nehatine çap kirin.. Ew, mîna yekemîn helbestvanê kurd di nav kurdên Libnanê de tê naskirin. Helbestvan Îbrahîm Metînî di roja 6ê adara 2001an de li Beyrûtê koça dawî kiriye. Li ser daxwaza wî, ew di goristana malbata Hemiyê de ya ku bi koka xwe kurdin li Beyrûtê hatiye veşartine.

 

Konê Reş, Qamişlo, 23.06.2014