Share |

Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso koça dawî kir

Helbestvanê Kurd ê ji rojava Kurdistanê Mihemed Elî Hiso li bajarê Qamişlo di temenê xweyî 86 salan de çû ser dilovanya xwedê.

Di sibeha roja 4 Adarê de Helbestvanê bi nav û deng li rojavayê Kurdistanê, li piştî demekê ji nexweşiyê çave xwe li jiyanê girt.

 Helbestvan Mihemed Elî Hiso di sala 1930 li gundê Girê Mozan girêdayî bajarê Amûdê jidayikbûye, di temenê 30 salî ya xwe de dest bi nivîsîna helbestên kilasîk kirbû di bin bandora helbestvanên Kurd ên navdar wek Cegerxwîn, Tîrêj, Bê Buhar helbestên kilasîk nivîsandin û di jiyana xwe ya tijî êş û kul çar dîwanên helbestê belav kirin.

ya yekem bi navê ”Nalîn” (navê keça wî ya şehîd ku di nava tevegera rizgariya Kurdistanê li bakurê kurdistanê şehîd ketibû) di sala 1999 de çap bû,  ya didwan “Derdê Ezîtiyê” di sala 2001 belav kir bû, ya sisyan Zîlan 2004, ya çara Berxwedan 2012 bû, û ya dawî li ber çapê bê navê, “Ez û keça pakrewan” .

nemir Mihemed elî heso kurdperwer û dilsozê Kurd û Kurdistanê bû, xwedanê bi dehan Helbestên xweş û li hevhatî bû wek mînak Bûkê rindê ciwanê kevoka Kurdistanê....Gava çavê min pê ket dilê min agir pê ket û hatiye nivîsandin li ser bedena çinarê ji aliyê hunermend Xelîl xemgîn bûye stran û gelek navdar bûye, Helbesta Lo şivano ji aliyê hunermendê nemir Aram dikran ve hatiye gotin, welat kaniya zêra ye û gelekî din ku bûne stran û li ser zimana belav bûne û navdar bûne, her weha ji ber ked û xizmet û helbestên wî hêjayî xelata dahênanê ya festîvala helbesta kurdî 2008an bû.

nemir Mihemed elî heso ji ber hastên xwe yê welatpareziyê û ked xebata wî di ber çand û rewşenbîrî û her weha tevgera wî ya siyasî gelek caran li ser destê rêjîma ba’as li sûriyê dihat girtin û zindan kirin û yek ji wan caran jî di sala 1993an de dema agir bi zindana Hesekê ket di wê zindanê de bû û bi zehmetiyek mezin ji mirinê rizgar bû.

bi tevlîbûna rewşenbîr û nivîskarên deverê û bi axaftinekê ji aliyê Dîlawer Zengî de serokê yekîtiya nivîsakrên kurd li Sûriyê  li goristana Hilêliyê li bajarê wî Qamişlo bi axê hat spartin.

Hozan Emîn - Diyarname