Share |

Helbestvan û berhevkarê folklorê Salihê Heydo: Folklora kurdî gencîne ye : Hevpeyvîn: Rizoyê Xerzî

Vê carê me dîsa xwe berda jêra beriya Mêrdînê û berê xwe da Binxetê. Me hevpeyvînek bi helbestkar û berhevkarê folklora kurdî mamoste Salihê Heydo re pêk anî. Heydo derbarê kar û xebatên xwe yên berhevkariya bi salan de ji rojnameya me re axivî.

Li rojavayê Kurdistanê dema ku behsa stran û folklora kurdî dibe herî pêşî navê mamoste Salihê Heydo tê bîra mirov. De ka em bi hev re li xebat û jiyana vî kedkarê folklora kurdî mêze bikin.

 

  • Salihê Heydo wekî helbestkar û berhevkarê folklorê tê nasîn, em dixwazin tu ji kerema re hinekî behsa xebatê xwe bikî, niha tu çi dikî û bi çi karî ve mijûlî?

 

Xebatên min ên berhevkariyê pêşî ji derdorê dest pê kirin, li gundê min û gundên derdorê dom kirin. Destpêkê min gotinên pêşiyan kom kirin, pişt re jî stran û çîrokan, her wiha metelokên zarokan û cil û bergan. Pişt re ji Geliyê Çeqelan heta Ava Mezin, herêma Dêrika Hemko, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê geriyam û min nimûne kom kirin.

 

Zehf razî me bê guman, ez di kar û xebata xwe ya çandeyî de wek helbest çîrok bend û mijarên cuda cuda de berdewam im, her wisa ez hîn lêkolîn û gera xwe li ser hemû tiştên bi kurdiyatiyê ve girêdayî mijûl im û dersdariya meteryala zargotinê û wêjeya kilasîk di zanîngeha Rojava de dikim.

 

Demeke dirêj e ku me hev nedîtiye lê li gorî ku tê bîra min derdora salên 90’î me hev li Qamişlo dît û wê demê te behsa projeyeke xwe ya folklorê dikir, şaş neyê bîra min te bi hezaran stranên folklorî û pê re jî govend û cilên wê herêmê berhev kiribûn. Tu dikarî hinekî behsa wê xebatê bikî û niha ew berhem û xebat li ku ne?

 

Rast e me ji mêj ve hev nedîtiye lê min pirsa we dikir ew kar û xebata min a li ser folklora kurdî hîn jî berdewam e. Heya niha min 3000 dîlokên kurdî berhev kirine tev şiroveya wan û deverên ku min jê hildane 1200 sirûdên lîstokên zarokan û 1000 mamik û 500 zûgotinok û 500 çîrokên kurdî yên hebû tune bû di gel 300 serpêhatiyên jîwarî û 200 qerf û tinaz û pêkenokên gelêrî her wiha 4000 îdyom û gotinên pêşiyan di gel şirovekirina wan min hemî nivîsandine û kirine belge, bi giştî heya niha 44 pirtûkên min hatin çapkirin û hîn 33 li bendê çapkirinê ne.

 

Ji bilî vê xebatê min 7000 wêneyên keç û jinên kurdan di gel mêran bi cil û bergê kurdî yên folklorî resen kişandine gund bi gund, bajar bi bajar herêm bi herêm, eşîr bi eşîr da ku ev xeml û xêza bedew winda nebe û em bi nifşên nû bidin naskirin.

 

  • Gava tu rewşa salên 80–90’î didî ber çavên xwe û bi rewşa niha re didî ber hev cudahiyeke çawa derdikeve holê?

 

Wekî hûn dizanin wê demê em di bin şert û mercên gelekî zehmet de dijiyan. Bê guman di wî hingî de tirs alozî, lêpirsîn û girtin hebû, xebata me bi dizî bû, me sed hesab û paxav dikir ji ber çanda kurdî bi giştî qedexe bû lê tevî wan aloziyan jî ez ranewestiyam. Ji ber min bîra rojeke weke îro dibir û min çanda miletê xwe diparast, lewra çanda milletekî ji ortê rabe ew millet bi xwe ji ortê radibe, lê niha rewş gelekî xweştir e. Ez bi serbestî û azadî dikarim tev bigerim û destekdayîn jî ji bo vî karî pêşkêş dibe. Bi dehan weşanxane çapxane navendên çandê yên kurdî çêbûne û saziyên ku vê çanda pîroz diweşînin timî amade ne

 

  • Tu helbestên xwe hê jî bi awayê klasîk, bi wezin û qafiye dinivîsî, nêrîna te li ser helbesta nûjen ango ya serbest bê wezin û qafiye çi ye û çi cudahî di navbera her du şêweyan de heye?

 

Belê ez hîn kilasîk dinivîsim û min 10 dîwan dane çapkirin hemî kilasîk in ji ber ez xwe di kilasîkê de dibînim. Lewra li gor dîtina min helbesta nûjen jî celebek e ji celebên dahênan û wêjeyî ye. Ji ber wêje gelek celeban bi xwe ve digire weke çîrok, roman, gotar, şano, helbest bend hwd. bila navê helbesta nûjen jî bi navekî dîtir be, lê li cem min naverok girîng e, gelo armanc û daxwaza we pêk tîne yan na? Ne ku herçî yên helbesta klasîk dinivîsin ew serketî ne û ne jî herçî yên nûjen dinvîsin ew binketî ye. Ez bi xwe li naverok û daxwazê dinêrim lê li gor min weke helbestê, ez klasîk bi navê helbestê dibînim, ji ber awazên wê, kêşeya wê, terazûya wê, rêzbenda wê û malikên wê xweşbûna xwendina wê li ser guh û hestê xwîner û guhdaran.

 

  • Li gorî te xwedîderketina li folklorê tê çi wateyê û ji bo xwedîderketina li folklora kurdî divê çi were kirin?

 

Bê guman folklor tarîxa milet ya nenivîsandî ye, raborî û xêr û şerê wî di hemî qonaxên jiyana wî de destnîşan dike. Lewra ziman e, nasname ye , dîrok e, gel e neynik e, samane ,hebûn e çande û gel û welat bi xwe ye.

 

Her wiha ji bo parastin û vejandina wî pêwîst e ku navendên taybet ji bo wî bêne duristkirin. Di dibistan, fakulte û zanîngehan de ders bên dayîn û şirovekirin. Lêkolîner û rewşenbîrên dilsoz xwe jê re terxan bikin û her wiha divê destekdayîn bi comerdî ji wan re bê mezaxtin û terxan kirin; radyo û televîzyonên taybet ji bo wî programan biweşînin ku nifşê me yê bê dewlemendbûn û wateya folklora xwe nas bike. Ez dibînim di îro de bere bere tiştin wilo pêk tên.

 

  • Ji kerema xwe der barê kar û xebatên xwe yên niha de tu dikarî çi bi me re parve bikî û peyama te ya dawî ji bo rojnameya me û ji bo xwînerên rojnameyê çi ye?

 

Ez di kar û xebata xwe de berdewam im, ez hîn jî berhevkarî û nivîsandinê dikim, bê westan ez di Zanîngega Rojava de semînerên li ser folklor û wêjeya klasîk didim. Her wiha di Rojava TV de bernameyeke heftane li ser çanda dêrîn pêşkêş dikim û di ART Fm de programeke heftane li ser navê folklora me pêşkêş dikim.

 

  • Gelo tu saziyên ku berhevkariyê dikin niha li Rojava hene û ji bo xebateke bi rêk û pêk a berhevkariyê çi lazim e?

 

Belê di saziya zimên de li rojava beşekî berhevkariyê ji bo folklorê heye tenê karê wan berhevkirina folklorê ye.

 

Û pêwistî bi dokumenteriyeke bi vî awayî pêk te: Kamerayên vîdeo ku lîstik û govendan bikişînin ji bo lebt û liva dîlanê. Dengê dengbêj û zargotinbêjan bê tomarkirin ji bo awa û melodiya wan dîrok û stranan bê belgekirin. Her wiha mêlodînivîsên pispor wan mêlodiyan li ser rûpelê dîrokê û stranê binivîsin da ku di demê bê de xweş bêne xwendin ji hêla her kesî ve. Fotoyên cil û bergan hem bi vîdeo û hem bi kamerayan bê kişandinê. Ev tişt û pêwîstiyên herî sereke ne.

 

Ger em xatirê xwe bi helbestê ji xwîneran bixwazin tu yê kîjan helbesta xwe diyariyê wan bikî?

 

Di dawiyê de ez sipasiya rojnameya we dikim ku ev hevpeyvîn bi min re çêkir û ez berdewamî û pêşketinê jê re hêvî dikim ji ber xizmeta çand û zimanê me dike û dîsa hêvî û daxwaza min ji we ew e ku hûn pir li ser folklor, zargotin û zimanê kurdî bisekinin. Dawiya dawî ji vê helbestê diyariyê xwînerên rojnameya we dikim.

 

Evîna yarê

 

Mi yarek dî gelek naz e

Ciwan û terx û evraz e

Kulîlka gewr û gulyaz e

Hiş û sewda ji min biribû

 

Ji min birye hiş û sewda

Kezeb sotî li min kew da

Şevê pê de nemam,

xewda ji tîrêd çav û awir bû

 

Li ser dêman du reşbisk in

Bixûr û enber û misk in

Di rengê şeb û şevnisk in

Belê gerden cewahir bû

 

Li ser çeşman du ebrû ne

Di tara sor û zergûn e

Rûmehtaba li gerdûne

Dida rewşen çi bahir bû

 

Bi çavan tîr li min dane

Kevan û qews çi hilda ne

Serê wana di dil da ne

Ji rengê şîşê sîxwir bû

 

Kezî hatin heya newqê

Ku mahî jê dibî şewqê

Mi dest biryê kirî tewqê

Bi min horî xawir bû

 

Dilê Heydo me êşîne

Tu tîran lê nekêşîne

Li sînga xwe bikovîne

Guneh bû xortkî şair bû

 

 

Salihê Heydo kî ye?

 

Helbestkar û berhevkarê folklorê mamoste Salihê Heydo di sala 1956’an de li gundê Hesê Oso yê girêdayî Amûdê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî li gund û ya navîn jî li bajarê Hesekê kiriye. Heta niha 76 pirtûk amade kirine û ji wan 44 pirtûk hatine çapkirin û hîn 33 li benda çapkirinê ne. Niha li Zanîngeha Rojava dersdariya meteryala zargotinê û wêjeya klasîk mamostetiya beşa folklorê dike.

 

Rojnama xwebûn