Share |

Helbestvan û nivîskar Mustafa Gazî (Seyda) wefat kir

Helbestvan û nivîskar Mustafa Gazî (Seyda) ku ji ber dil ev demek bû dihat dermankirin îro wefat kir.

Gazi li Amedê wekî Seyda dihat nasîn. Ev demek dirêj bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyûbî dihat dermankirin. Gazî roja sêşembê 28-11-2017 wefat kir û cenazeyê wî li Goristana Yenîkoy defin kirin.

Mustafa Gazî di sala 1958'an de hatibû dinê. Di dema zarokatiya xwe de ligel malbatê ji Sêwregê hatibûn Amedê û ji wê demê de li Amedê dijiyan. Gazî bi devoka Amedê helbest nivîsandin, li ser Qirixên Amedê, tirkiya Amedê lêkolîn kiribû û pirtûk nivîsîbûn. Di nav çend pirtûkên wî yên hatine weşandin de yek jê bi kurdî bû "Baweriyên Kurdan". Her wiha wî Ferhenga Kurdî-Tirkî jî amade kiribû ku ji Enstîtuya Kurdî ya Amedê derketibû. Dîsa li ser folklora kurdî jî gelek xebatên wî hebûn.

Helbestên wî ji aliyê gelek kes û komên wekî Koma Azad, Koma Dengê Azadî, Koma Dîjle, Hozan Şiyar, Siyabend û Zinar Sozdar hatibûn xwendin. Strana ku gotinê wî aîdê Gazî bûn û herî zêde tê nasîn "Xerîbim ez xerîbim" ku ji Koma Azad ji aliyê Farqîn ve hatibû xwendin.

Hin berhemên wî yên ku hatine weşandin ev in:

- Diyarbekir Qabadayilari Delileri Pışo Meheme

- Diyarbakir Turkçesi

- Pirpirim

- Baweriyên Kurdan (Amadekar: Mustafa Gazî, Ahmed Bengîn)

- Ferhenga Kurdî-Tirkî

- Nifir û Diayên Kurdî

- Komek Stranên Folklorîk Ji Devera Silîvan

 

Diyarname