Share |

Helbestvan û rojnamevanê Kurd, Kamîran Berwarî koça dawî kir

 Kamîran Berwarî

Bi xem û kovaneka mezin ve peyamê wexerkirina endamê me(Kamîran Reşîd Berwarî) hozanvan û rêveberê radiyoya dengê Kurdistan Duhok li şeva 21-06-2014 gehişte me, bi vê yekê pirse û serexweşiya Yekîtiya nivîserên kurd-Duhok pêşkêşî kes û karên wî dikin û hevpişkên xema wane .

Kamîran Berwarî .rojnamenevan û hozanvanekê diyar bû li ser astê Duhokê û herêma Kurdistanê û di her çalakyeke yekîtiya me de cihê wî diyar bû, û gelek caran beşdarî şandên Yekîtiya nivîseran bûye bo dervî welatî , her wesan di warê hozanê de Kamîranî ew şiyanên baş hebûn û di her kawdanekî de pênûsa wî û helbesta wî, bê helwest nedma, ji xwedayê mezin diwazin rehmetî bi behişta xwe ya berîn şad bike û sebr û hedarê bide malbata wî ..

Helbestvan, rewşenbîr, welatperwer û zehmetkêşê Kurd Kamîran Reşîd Berwarî li roja 21-06-2014 li bajarê Tirkiyê, Enqerê koça dawî kir.

Kamîran Reşîd Berwarî, endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Duhokê, endamê PEN a Kurd, Endamê sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li Duhokê, Endamê Sendikaya Rojnamevanên cîhanî, Pêşmergeyekî zehmetkêş yê Kurd û endamê Partiya Demokrata Kurdistanê bû. Kamîran Reşîd Berwarî di heman demê de damezrênerê Radyoya Dengê Kurdistan-Duhok ê bû û bo dema 20 salan rêveberê radiyoyê bû.

Zehmetkêş û welatperwerê Kurd Kamîran Reşîd Berwarî xwedan pênc zarok bû, 4 kur (Hêriş, Hariwan, Karwan,Hogir) 1 keç, (Gelvîn). Welatperwerê Kurd Kamîran Reşîd Berwarî hetanî nefesa xwe ya dawî jî her bi kar û barê Kurdewarî ji bo her çar parçeyan tevgeriya. Li hemî parçeyên Kurdistanê beşdarî çalekiyên Kurdewarî bû. Li gel gelek Kongre û civînên giring yên Kurdistanê de sala 2005 ê li Qamişlo beşdarî salvegera rojnamegeriya Kurdî bû. Li gelik welatê cîhanê beşdarî çalekiyên Kurdewarî bû. Di heman demê de li Bakurê Kurdistan jî di gelik çalekiyan de amade bû. Li gel hemî kar û barên xwe yên welatperwerî kesê ku hişt Radyoya Duhok pexşa zindî 24 demhijmêrî weşan bike, têkevê weşana înternetê û bi rêka mobîlê jî bête guhdarkirin dîsan ew bû.

Koça rewşenbîr û welatperwerê Kurd di nava cîhana rewşenbîrî û siyasî û çandî ya Kurdî de bi êş û xemgînî hate pêşwazîkirin. Her weha zehmetkêşê Kurd bi beşdarbûna hejmareka zêde ya hezkiriyên xwe ve radestî axê hate kirin ..

Yekîtya nivîserên kurd-Duhok

2014-06-21

Duhokwriters.com