Share |

Helbestvan Arjen Arî hat bibîranîn

Helbestvanê kurd Arjen Arî di salvegera 5’emîn a koça dawî de ji aliyê nivîskar, helbestvan û hunermendên kurd ve hat bibîranîn.

PEN’a Kurd û Pale Huner bi boneya salvegera 5’emîn a koça dawî ya helbestvanê kurd Arjen Arî li Pale Hunerê şeva bîranînê li dar xistin. Di bîranînê de malbata Arî, gelek nivîskar, helbestvan û hunermend amade bûn. Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiye de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Bernameya bîranînê bi sînevziyoneke ku kurtejiyana Arî vedigot û helbestek Arî bi xwe dixwend dest pê kir.

Roza Metîna ku pêşkeşiya şeve dikir ji pirtûkên Arî helbest xwendin. Pişt re li ser navê malbatê xwişka Arî Necla Kaya axivî û diyar kir ku birayê wê Arjen Arî welatparêzekî ku dilê wî li ser welatê wî dişewitî bû û gelek caran bû hedefa êrîşên tarî. Kaya dest nîşan kir ku Arjen Arî tevahiya temenê xwe diyarî wêjeya kurdî kir û ew ê tu demê keda Arî ya ji bo wêjeya kurdî ji bîr nekin.

Piştî xwişka Arî, hunermend Kadîr Guneş jî stirî û stranan diyarî Arî kir. Helbestvan û nivîskar Omer Fîdan û Reşo Ronahî helbestên Arî xwendin. Nivîskar Mihemed Ronahî jî behsa bîranînên Arî kir. Şeva bîranîna Arî bi xwendina helbestan bi dawî bû.

 

AMED – Mezopotamya ajansi