Share |

Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hate bibîranîn

Hezkirî û xwînerên nivîskar û helbestvan Arjen Arîdi 10emîn salvegera mirina wî de ew bi merasîmekê bibîr anîn.

 

 

Hezkirî û xwînerên nivîskar û helbestvan Arjen Arî(30ê Çiriya Pêşiyê) di 10emîn salvegera mirina wî de, ew bi merasîmekê bibîr anîn.

 

 

Nivîskarên kurd û malbata helbestkar Arjen Arî, li Goristana Yenîkoyê ya Amedê li ser gora wî, bi xwendina helbestan, pêxistina mûmikan û qirnefîlan ew bibîranîn.

 

Malbata Arjen Arî, berpirsê Weşanxaneya Sorê Reşo Ronayî, Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan û nivîskar û xwînerên wî beşdarî merasîmê bûn. Di destpêka merasîmê de berpirsê Weşanxaneya Sorê, Reşo Ronahiyî helbesteke Arjen Arî xwend. Ronahî di merasîmê de behsa Arjen Arî û helbesta wî kir: "10 sal di ser mirina wî re çû. Di van deh salan de, weke wî jî gotî, mirin her ji bo zarokê kurda, her ji bo gelê kurd dijî. Gelê kurd weke wî gotî, li ber xwe dide. Pişta gelê kurd bi çiya ve ye sekinandîne û li ber xwe didin wê her li ber xwe jî bidin."

Reşo Ronahiyî diyar kir ku ew ê her helbestên wî li ser zar û zimanan bigerînin û ew ê wî ji bîr nekin.

Piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo rihê Arjen Arî, xwişka wî Necla Akay axivî û got ku, ew bêriya wî dike.

Serokê Navenda PENa Kurd Omer Fîdanî jî behsa bîranînên xwe yên bi Arjen Arî re kir. Her weha Weşanxaneya Sorê pirtûka "Bakûrê Helbestê Antolojiya Helbesta Bakûr" ya Arjen Arî li ser gorê ji bo hezkiriyên wî belav kir.

 

Di 5ê Çiriya Paşiyê de, wê li Amedê, merasîma xelatdayîna Pêşbirka Helbestan a Arjen arî li dar bikeve. Ev 9 sal in li ser navê Arjen Ariyî pêşbirka helbestan li dar dikeve û xelat li ser navê wî tên dayîn.

 

Derbarê Arjen Arî de

Arjen Arî di 1ê Nîsana 1956an de li herêma Omeriya li gundê Çalê jidayik bûye. Di 1979an de Enstituya Perwerdeyî ya Amedê, Beşa Zimanê Tirkî qedandiye. Cara peşî di kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyane. Weke gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi Tirkî dest bi helbestê kiriye. Di sala 1976an de li Nisebînê ji ber belavkirina belavokekê hatiye girtin. Wê demê polisan dest danîne ser helbestên wî yên kurdî û tirkî. Qasî hefteyekê di girtîgehê de maye.

 

Piştî 12ê îlonê ew li welêt maye, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatine weşandin. Di sala 1992an de li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî bûye û ew birîndar birine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Piştî wê bûyerê êdî li Amedê bicih bûye. Helbestvan Arjen Arî ji ber nexweşiya penceşêrê di 30ê Cotmeha 2012an de çûye ser dilovaniya xwe.

 

bianet(RY/FD)