Rojnamevan û helbestvan ê Kurd Mesûd Xelef li sala 1981 an li Rojavayê Kurdistanê li gundê Xezna ya bi ser bajarê Qamişlo ve ji dayîk bûye.
Nivîskarê Kurd Mesûd Xelef li gundê xwe qonaxa xwendina seretayî temam dike û li bajarê Qamişlo qonaxa amadehî bi dawî dike. Lê, kesayetiya Mesûd Xelef û pêngavên wî yên rojnamevanî û helbestvaniyê bi serê xwe romaneke û tenê ew dikarê wê romanê binvîse. Ew li gundekî girêdayî xakê, welatparêz, cangor jibo welatê xwe jidayîk bûye. Çîroka kesayetiya wî û pênûsa wî ya afirîner ji vir destpêdike. Di nava mercên dijawrtirîn de, carne ber lêva mirinê, carne vegera ji mirinê, carne hilgirtina darbestan..pênûsa wî, karê wî yê ragihandinê pêşketiye û xwe gihandiye asteke bilind. Piştî qonaxên aşûtên berfînî û baranên mirinan, li Radiyoa Duhok Dengê Kurdistan dest bi kar dike û bernamên serkeftî amadeke û pêşkêş dike.
Mesûd Xelef Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhok,Endamê Sendika Rojnamevanên Kurdistanê û Komela Nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ye. Di desteya nivîserên Kovara Nûbûn de cih digirt. Li sala 2009 an di warê helbestê xelata yekemîn wergirt li bajarê Duhok. Berhemên wî weke pirtûk çapkirî evin: Axaftina berî mirin ji aliyê weşanên Tevn ve hatiye çapkirin, Aryana Sînorên Dûr ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Tayê Duhok ve hatiye çapkirin, her weha Kelha Erdê li sala 2010 an çap bûye. Hêjayî gotiniye rojnamevan û helbestvan Mesûd Xelef ev nêzîkî heft salin li welatê Siwîsra dimîne.
* Birêz Mesûd Xelef, ji kengî were te dest bi nivîsandina helbestê kiriye, helbestên te yên ji êşê, Ji birînê, ji evînê, ji ronahî û taristanê girêdanê xwe bi gund û jiyana te borandî ve heye?
* Çi caran bawer nakim ku jiyekî helbestê hebe, anku mirov hebûna helbestê bi demekî destnîşankirî diyar bike, helbest dema ku mirov behsa helbestê dike, mirov behsa cîhana hest, nest û keftûleftên di naxa mirovî de dike, her kesek helbesitvane û her kesek ne helbestivane, her kesek dema ku rondikek ji çavên wî dihête xwar û neşê derbirînê ji wê rondikê bi riya nivîsînê bike, di naxê wî de helbestek dihête nivîsîn û berûvajî vê yekê jî mirov dikare bêje. Helbest nivîsîn girêdana xwe bi her rabûn û rûniştinekî me ve heye, bi her serkeftin û binkeftin, bi her xweşî û nexweşî, lewma ew hêza xwe ji civakê digire, ji ketwarê mirov têda bûrî û dibûre werdigire. Ez helbestekim, di çavê demî de, bênahiyên asîmanekî keçel, di erşê xwedawendên nivistî de bangewaziya şiyarbûnê didim.
* Li gorî Mesûd Xelef cîhana helbestê zehmete yan jî ya ragihandinê û Mesûd Xelef pirtir xwe di kîjan cîhanê de dibîne?
* Bê guman berwardî nahête kirin û her karek rêbaz û zagon û yasayên xwe hene, lê helbest ji van hemûyan dûre, helbest cîhaneke bê deriye, welatekî bê seroke, lewma dibêjim, her kes dikare helbestê binvîse, lê her kes nikare gotarekî şirovekarî binvîse.
* Gelo çi cudahî di navbera helbesta li ser axa welat û li ser axa xurbetê heye di warê hest, ruh û dîtin de?
* Weku mirov behsa dayikê û zirdayikê bike, weku mirov berwarediya biharê bi zivistanê re bike. Welat rihe, giyane û dile, lewma heger te ev ji dest dan, kewate tu helbesteke nîvmirî dinvîse.
* Li ser dema em tê de dijîn, helbestnivsandin di nava Kurdan de gelek berbelave, Mesûd Xelef vê rewşê wek pêşketin dibîne yan berûvajî, her weha em dikarin bêjin helbesta Kurdî gihaye asta helbesta cîhanê?
* Xwezî her kesekî şiyan hebe, binvîse, ne merce ku helbest be, her janerek, her şaxek ji wêjeya kurdî ku bihête nivîsandin, ew serkeftine. Biriyar li ser dayin mirov dikare ji bo muxila civaka xwe bixwe bihêle, ew baştirîn dadwerin ku hilbijartina çêja wêjeyê bikin. Li aliyekî dî, helbest, çîrok, roman, şano, sînema, û hayiko ya kurdî yên ku dihêne nivîsandin, dikarim bêjim ku di aşta yên cîhanî de ne û zêdetir, lê bêxwedaniyek heye, em sêwî ne, lewma kesekî hay ji me nîne.
* Birêz Mesûd Xelef. Bi salane tu di nava ragihandina Kurdî de yî, bi çavê Mesûd Xelef ragihandina Kurdî di çi astê de ye?
* Ez bi xwe weku kes geşbînim bi ragehandin û asta ku îro em weku kurd gihştinê de, heke em berwaredî li gel çaxên berî xwe bikin, îro em di astekî herî baş de ne û ragehnadina kurdî jî rolekî gelek baş dibîne.
* Gotina dawî:
* Ji dil spasiya we dikim, bo van pirsên can sivik, û sipasiyeke bê sinor ji bo hemû heval karmendên ku evro li rojnama Evro kar dikin. Her wesa silavên xwe ji bo bajarê xwe yê ku çi caran neşêm ji bîr bikim, ji bo Duhoka rengîn rê dikim û dibêjim, parastî bî Duhok û her û her bûka Kurdistanê bî.
Rojname Evro
https://de.calameo.com/read/0001394186afbac39637
Hejmar: 3274
16.1.2023