Share |

Helbestvana Kurd Diya Ciwan li Dihokê hat xelatkirin

Yekitiya Nivîskarên kurd –Dihok bi hevkarî di gel Dezgehê Xanî yê Rewşenbîrî di rêkeftî 14/11/2018  Ji bo helbestvana Kurd Diya Ciwana şevek helbestxwendinê rêxistin kir .

Diya Ciwan bi helbestên xweyî neştiman perwerî şev xweş kir û beşdarvan kêfxweş kirin û li dawiya şevê de Helbestvan Diya Ciwan Hate Xelatkirin bok ed û xizmetên wê di warê rewşenbîroiya Kurd de. Û her weha Diya Ciwan Pirtûka xwe ya nû ( Baran ) bo beşdaarvana imza Kir .

Di destpêka şevê de serokê Yekitiya Nivîskarên kurd –Dihok nivîskar Hesen Silêvanî ev danasîn û gotinên hêja li ser Diya ciwan gotin.


Diya rewştên ciwan , ew çi dile di sîngê te de wisa bi ciwanî çiyaya hembêz dikit ? 
Diya Ciwan , me qelemê te yê xurt ser kanîya folklor û serhatîyên bab û bapîran dît yê mest ji bêhna gul û giyay û tama axê û baranê ..çend kûr te reh û rîśalên xwe dahêlayne evîna kurdistanê?Tu çend xemxura dar û ber û kevr û deşt û newal û çiyayên welatê rojê yî??
Çend xweşe mirov evîndarê axa xwe bit!!
Di delîvê teng û dijwar da tu her mayê li ser rîya xizmet û xebat û ciwanî ya jiyanê..
Dema dunya li te hatî ye êk û bi êkcarî teng bûy û kêlbên hovan li dor gerdena te alîn, te qesta cergê kurdistana xwe ya azad kir , te li xwe negirt li ser çenîkên nanê soşyalê bi jîyê, lewa îro di nav civakê xwe de serbilind û serferazî û nifşeke nû fêrî viyanê dikî, û em bi çavê rêzgirtinê li bejna te dinêrîn hey xanima peyvê.
Diya Ciwan , Tu dareka têr berhemî, hîvî yên geş ji çavên te dizên .. Tu baş paşeroja xweş dibînî û bawerî ya te bi xwe, bi xelkê xwe û bi qelemê xwe mukime, lewma herded dibêjî payîzê wêve here û bar bike , dara jiyanê hera şîne..
Diya Ciwan, xanima te mala xwe li şamê bo kurdan li taq hêlay û mîna balyozxaneyekê vekirî, îro dilên me berî malên me bo te vekirîne..
Pîroz bit rêbaza te 
piroz bit bizava te
piroz bit Barana te 
piroz bit xelatê te
Her serferaz bî.

 

 

 

Hesen Silêvanî