Share |

Helbestvana kurd Gulnar Elî balateyî koça dawî kir.

Helbestvana kurd Gulnar Elî balateyî roja 18/6/2017 oxir kir, bi navê tev endamên yekîtiya nvîserên kurd- Dihok.

Serxuşyê li xwe û malbat û dost û hevalên xwedê jê razyê dikin. Gulnar Elî helbestvan û kar wergîran kirye û endama desteya nvîsîn ya kovara peyv bû. Û gelek berhemên wê çap bûne bi zimanê kurdî û 'erebî. Bo zanîn li Emrîka oxir kirye piştî nexweşyeka giran.

Cihê wê behişta berîn be.

Yekîtiya nivîserên kurd- Dihok.

 18-6-2018

 

Gulnar 'Elî  

 

 Helbestvan û nvîskarke Kurde li sala 1974 li devera balete ya ser bi bajêrê Dihok  ve ji daykbûye,li sala 1992-1993 diblom bi berhevkirna mamostayan,pişka Iniglîzî bi dest xwe ve înaye, li sala 2009 bawernama zankoyê bi lîtratura Iniglîzî li Emrîka bi dest xwe ve înaye,endama êketiya nivîserên kurd   şaxê Dihokê bû.

Bi zmanê kurdî û 'Erebî helbest nivêsîne û herwesa helbest wergêrayne ser zimanê Iniglîzî.

 helbestên xwe li gelek kovar û malperên kurdî  û 'erebî belav kirîne, û çendîn berhemyên wê yên çapkirî hene,herwesa çend jî li ber çapê ne.