Share |

HELEPÇEYA BIRÎNDAR… XIZAN ŞÎLAN

 

 

bombe û napalm barandin

wan balafiran

devê xwe yê bi xwîn


wek cinawiran


berdabûn laşên kurdan


jehra maran


ax lê eman

ax lê eman


hawîrdor mij û dûman


agir pêxistin 
li gund û bajaran


şehîd ketin xwarê


stêrk bi hezaran


qêrîn û hawara dengê wan


dagirtin valahiya asîmanan


ax lê eman

ax lê eman


hawîrdor mij û dûman


xwîn diherikî 


ji keç û xort û mindalan


qêrîn û hawar û girîna bav û kalan


yeko yek can dikişîn


li ber dîwar û kolanan


ax lê eman

ax lê eman


hawîrdor mij û dûman


mirovên mezlûm 


bi destê zaliman
hatin kuştin


giyana wan yên bêguneh


di kendalan de hîştin


tevî ala kesk û sor û zer


bi xwîna diherikî
hatin şuştin


ax lê eman

ax lê eman


hawîrdor mij û dûman

 

Xizan Şîlan

   1988

Stockholm