Hemza … ey terhikê Sibehê
Di gundê welat de
Tu kete dergoşa xwe de
Leymonekê Çiza dike
Seyranê dimije
Bilind tu bi çûkan re dileyize
Dibeze … diweste
Fêr dib
Şaş dibe … durust dibe
Dilê teyî kêfxweş
Hêviyan derdike
Rehên zarokitiya te
Di jiyanê de qurm berdane
Çi xweşe ku tu êvarê vegere malê
Siruda Mama dibêje
Bi teve tê û pariyekî nan di destê wê de
Tijî bînxweşiya dayika ye
Destê te di ê wê deye
Pêwendî radixe
Ji çavên xwe şîretan dibarîne
Mîna Kevokeke bilez
Li Asîman
Bo dekên gurên yên li erdên tî
Qewitiyan li Çêlîkên xwe dike
Gur mezin dibin
Qîlên şêr di wan de mezin dibe
Pirça xwe di perên gunahên xwe de vedizilîne
Da ku bi ser zarokan keve
Hemaza xaka teyî bêhiş sor bû
Û tiştên di hundirê xwede givaşt
Xwîna bêguneh
Guran şaxên xuyayî û veşartî revandin
Di navbira derguşê û gore de
Razê hemza
Qet tu namire
Di gundê welat de tê bijî
Û wê xak guran ji nava xwe bavêje
Piştî ku pirça wanî genî rahêle
Wrgerandin: zagros osman